Serokwezîrê Macaristanê guhê Ewropayê kişand: Ewlekariya me teslîmê Tirkiyê nekin

Serokwezîrê Macaristanê guhê Ewropayê kişand: Ewlekariya me teslîmê Tirkiyê nekin

Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban ji ber helwesta Tirkiyê ya li ser polîtîkaya penaberan, Yekitiya Ewropayê rexne kir.

Li gorî ragihandina BBC-yê Orban beşdarî bernameyeke radyoyê bûye û gotiye ku dibe ku ew peymana li ser penaberan ya di navbera Yekitiya Ewropayê û Tirkiyê de were betalkirin, loma jî divê Yekitiya Ewropayê di meseleya têkiliyên Tirkiyê de polîtîkayeke baldar bimeşîne.

Orban di bernameyê de dîroka Macarîstanê bi bîr xistiye û wiha gotiye: “Ewlekariya me ya tarîxê bi me dide selmandin ku nabe em ewlekariya xwe teslîmê Tirkiyê bikin. Lê haya Brukselê ji vê yekê tuneye.”

Serokwezîrê Macarîstanê diyar dike ku Yekitiya Ewropayê hem ewlekariya xwe teslîmê Tirkiyê dike hem jî kiryarên antîdemokratîk ên li Tirkiyê rexne dike û ew qet ji vê polîtîkayê fêhm nake.

Viktor Orban ji Yekitiya Ewropayê xwest ku divê gavan biavêje û ewlekariya xwe bi hêz û qeweta xwe saz bike. Orban wiha dibêje: “Macarîstan cara duyem e ku bi têlên risayî sînorên xwe diparêze. Bi vî awayî em ne tenê Macarîstanê, her wiha em Almanya û Aûsturyayê jî diparêzin.”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev