Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kurdistan û Brîtanya di salên bîstî de

Kurdistan û Brîtanya di salên bîstî de

Wergera ji Îngilizî: Welat Agirî

Brîtanyayê dixwest bi Kurda re têkiliyan deyne. Û ji bo danîna têkiliyan çend heb sedemên wan jî hebûn; sedema yekemîn nefta Rojhilata Navîn bû, ya duyemîn çêkirina komûnîkasiyona nav Mezopotamya û Hindistanê û ya sêyemîn jî Îngiliza, Kurd jî wek Ermenan netewperestên Dewleta Osmanî didîtin. Bajarên Mûsil û Kerkûkê sehayên petrolê ne, ku pirraniya nifûsa Kurd nêzîkê van bajaran dijîn. Kanên Kurda nehatinê mêtin, lê potansiyela kanan baş tê zanîn; her diçû girîngiya neftê zêde dibû. Neft ji bo sotemeniya keştiyên şer û bo mabesta mal û malbatê dihat bikaranîn. Kaniyên nû him bala sermayê û him jî ya siyasetê dikişand ser xwe. Brîtanya û Holandiyan sedî heftê û pênc pardarên şirketa Turkish Petroleum bûn, ku ew bîst û pêncê din jî para Almanan bû. Lê belê bandora Almanan a aborî û siyasî her diçû li ser Împaratoriya Osmaniyan zêde dibû û wana bi çêkirina rêhesina Berlîn-Baxdadê ve serkevtineke bêhempa dest xistibûn.

Brîtanya di sala 1918an de ketibû Kurdistana Başûr. Beriya Brîtanyayê, Ûris du sala Başûr de mabû û jiyana gel bi talan û kuştinên Hêzên Ûris ve tevlihev bûbû. Piraniya efserên Brîtanyayê ji aliyê Hukumata Hindûstanê hatibûn şandin ku di wê demê de Hindûstan bin kontrola Îngilizan de bû. Û efserên Hukumata Hindûstanê nasyarên jiyana miletên çiyayî bûn. Brîtanyayê Kurd tercîhê Ereban dikirin ku ji bo wan Ereb ne ewlemend bûn. Xweseriya Kurdan ji aliyê Serdar E.W.C. Noel, bi awayekî bihêz dihat parastin ku di wê demê de raporên Noel ên zelal û sêmpatîk tesîreke mezin dihîştin.

Di Tîrmeha sala 1918an de, serokên Kurda hatin ba hev ku di bin parêzgeriya Brîtanyayê de li ser dewleteke azad niqaşan bikin. Encamên wan civînan Konsolê Brîtanyayî re hat parvekirin ku konsol li Rojhilatê Kurdistanê bû.

Ger ku Kurda pey salên 1914-18an de li Kurdistana Îraqê xweserî dest nexistibe, ev ne bi temamî kêmasî û şaşiya Brîtanyayê ye. Îngiliz gelek xebitîn, lê belê gelek Kurd hebûn ku derbarî rê û rêbazên Brîtanyayî de ne xwediyê nêrînên baş bûn. Şêx Mehmûd Berzencî, Kurdê yekemîn ê di hîmaya Brîtanyayê de bû. Berzencî şêwirmendên Brîtanyayê di malê de hebs kir û pey re alaya xwe bilind kir ku alaya wî li ser zemînê kesk heyveke sor bû.

Peymana Sevrê, di sala 1920an de, di navbera Tirkiyê û Dewletên Rojava de hatibû çêkirin ku bi giranî li ser însiyatîfa Brîtanyayê bû. Armanc di nava Tirkiya îro de avakirina Dewleteke Kurd bû, lê ji sedema hêza Kemal Ataturk, ev peyman qet nekete pratîkê.

Feqet di dawiya Berfanbara 1922an de, hêj ji Kurdan re dihat gotin, ku Hukumata Brîtanyaya Mezin û Hukumata Îraqê mafê we ê avakirina hukumeteke li ser sînorê Îraqê dinasin.

Pirsgirêkan wan a heri mezin ew bû ku serokekî wan î ji aliyê herkesî dihat qebûl kirin tunebû. Serdar Noel di raporeke xwe a wê demê de van gotinan bi lêv dike:

 

Heke qralekî me hebûya

Dê bibûya layiqê tacê xwe

Divê paytextekî wî hebûya

Dê hebûnên xwe parve bikira

Tirk, Fariz û Ereb

Gişkê bibûna koleyên me

Lê ka em çi bikin, bextê me reş e

Tiştên me ji bo firotanê hene, lê em kesî nabînin ku bikire

Kurdistan bûbû fikreke mostere û riyalî û pey re ew jî nema.

 

Werger ji pirtûka: The Kurdîsh War, David Adamson

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev