Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê Newroza hemî Kurdistanîyan pîroz dike

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê Newroza hemî Kurdistanîyan pîroz dike

Neteweya Kurd bi berxwedanek bêhempa li her çar beşên Kurdistanê ji bo mafê xwe yê rewa, dijî dagîrkerîyê û ji bo sererastkirina neheqîya dîrokê têdikoşe.

Îro derfeteke yekta ji bo neteweya Kurd derketîye holê ku erk û watinîyên tevgera sîyasîya Kurd nîşan dide. Tevgera sîyasîya Kurd pêwîste li gor vê derfeta dîrokî bi hişmendî û li gor berjewendîya neteweyî tevbigere.

Kurdistanîyên hêja!

Têkoşîn, berxwedan, qehremanî û fedekarîya neteweya Kurd û kurdîstaniyan ya ji bo mafên neteweyî û demokratîk, pêwîste bi sererastkirina çewtîya dîrokê ve biencam bibe. Serencama sererastkirina çewtîya dîrokê, serxwebûna Kurdistana yekgirtî ye.

Serxwebûna Başûrê Kurdistanê wê bibe pêngava yekem ya serxwebûna Kurdistana mezin.

Em di wê baweriyê de ne ku wê sedsala 21an bibe ”Sedsala Kurdistanîyan”. Gelên Kurdistanê
divê di tekoşîna xwe ya ji bo mafên rewa û rûmeta neteweyî de refên yekitî û berxwedana xwe
xurttir bikin da ku bikaribin li dijî hemû astengan, dek û dolabên dijminên Kurdistanê rawestin
û hewildanên xwe yên ji bo serxwebûn û azadîya Kurdistanê geştir bikin. Loma jî pêwîstîya
gelên Kurdistanê îro ji hemû deman bêtir bi yekîtî û aştîya navxweyî heye.

Neteweya Kurd dê bi serxwebûna Kurdistanê, nexşeya bêyî îradeya gelên Kurdistanê hatîye kişandin, biguhere û wê vê neheqîya dîrokî sererast bike.

Kurdistana Federal ya Başûrê welatê me ji nûha ve mizgînîya dewleteke pirreng, pirdeng, pirziman, pirkultur, pirol û pirbawerî radestî me dike. Di vî warî de Kurdistana serbixwe wê ji bo hemû kurdistanîyan û ji bo neteweyên Rojhilata Navîn bibe nimûneyek gelek dewlemend û girîng.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, bi hêvî û mizgînîya Kurdistana serbixwe û azad Newroza neteweya Kurd û hemû kurdîstaniyan pîroz dike.

Em agirê Newrozê ji bo welatekî serbixwe, neteweyekî azad û civatek demokratîk geş bikin!

Bijî hewildanên ji bo serxwebûna Kurdistanê!

Bijî Kurd û Kurdîstan!

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *