PDK, PKK, Şengal, Tirkîye, Îran

PDK, PKK, Şengal, Tirkîye, Îran

Gerek di nav dîroka me a nû da

Yûrî Nebîêv

Di van demên dawî da di Medya kurdî da di navbera PDK û PKK da şerekî înformasyon a rasteqîn diçe, ku bi bûyerên van dawîyan yên li Şengalê va girêdayîne. Herdu alî di hemû alozîyan da hevdu gunehkar dikin.
Gunehkarkirinên sereke ev in:

PKK – Mesud Barzanî ya xwe û Erdogan kirîye yek bona desteyên pêşmergeyên Roj derbazî ser axa Kurdistana Rojava bike û ”serketinên” xweserîya kantonan bide hilanîn. Û bi wê ra tevayî tê destnîşankirinê, ku pêşmergeyên Roj ji alîyê telîmkarên tirkan da hatine perwerdekirin û armanca wan ew e, ku şerê PYD bikin. Medyaya PKK herwiha wisa dide xuyakirin, ku ew parastvanên kurdên êzdî ye li Şengalê, herwiha dibêje ku pêşmerge ji wir ”revîne”. Ewana nûçeyan belav dikin, ku xudêgiravî rasthatin bûne di navbera serekê MÎTa Tirkîyê û PDK da.
PDK – Şengal perçeyekî Kurdistanê ye. PKKê di dema êrîşa DAÎŞê li ser Şengalê alî êzdîyan kir, lê îro lazimaya ku ew li herêmê bimînin, tune û ewana gerekê terka Şengalê bidin, weke ku di dema xwe da pêşmerge piştî karê alîkarîkirina Kobanê, ji wira derketin. PKK ya xwe bi Îranê, Malikî û desthilata Esed ra kire yek û kar û barên wê dijî berjewendîyên Kurdistana Başûr e, ku li ser riya serxwebûnê ye. Mafê pêşmergeyên Roj heye derbazî Kurdistana Rojava bin û bi PYD ra tevayî li ser bingehê peymanên Hewlêrê û Dihokê axa xwe biparêzin.

PKK ji navê serokatîya xwe dibêje ku ewê terka Şengalê nede û wê êzdîyan ji destdirêjayên ”çeteyên PDKê û hevalbendên tirkan yên din” biparêze.

PDK dibêje, ku hebûna desteyên PKK li Şengalê li ser riya avadankirina bajêr û vegerandina niştecîyan asteng e û herwiha rê ber Tirkîyê vedike bona êrîşî herêmê bike. Xênji wê, di şertên heyetîya desteyên çekdar yên neqanûnî sponsorên navnetewî ne amade ne alî careke din şênkirin û avakirina Şengalê bikin.

PKK herwiha helwesta Şêwra Ruhanî ya kurdên êzdî yên cihanê bendî tiştekî nahesibîne, ku ji alîyê parlamentarên êzdî yên Kurdistanê û Îraqê da hatine hilbijartin û wana çend caran ji serekên PKK ra gotine ku ji Şengalê derkevin.
Di vê rewşê da gerekê çi bikin û meseleyan çawa hel bikin?

Ew, ku Mesud Barzanî û PDK bi Tirkîyê ra di nav hevkarîyê da nin, ev îzbatî ye. Ew, ku PKK bi Îranê, Malikî û dessthilata Esed ra di nav hevkarîyê da ne, ew jî rast e û tu şik tê da tune.

Ferqa pêwendîyên herdu alîyan tam dijî hev in, ji ber ku daxwez û armancên wan ji hev cuda ne.

Mesud Barzanî bi sebebên zelal û eşkere bi Tirkîyê ra dide û distîne û ew pêwendî ji herdu alîyan ra jî dest dide, him di hêla aborî da, him jî di hêla sîyasî da. Ew pêwendî ne dijî kurdên Tirkîyê û perçeyên Kurdistanê yên din in. Di ser da jî, ew pêwendî alî bi awayekî aştîyane çareserkirina pirsgirêka kurdan li Tirkîyê dikin. Gerekê bê destnîşankirinê, ku Mesud Barzanî bi awayekî vekirî hewla serxwebûna Kurdistana Başûr dide, lê serokatîya Tirkîyê dijî wê daxwezê dernakeve. Gerekê wê jî bêjin, ku Mesud Barzanî hewil dida pêwendîyên normal bi Îranê û Bexdayê ra jî saz bike. Ew yek jî giring e, ku Mesud Barzanî sîyaseta xwe ya der wek serekê herêmeke bi qanûnî naskirî dimeşîne, lê ne ku wek serekê ”rêxistineke têrorîstî”.

Lê armanca hevkarîya PKK bi Îranê, Malikî û desthilata Esed ra çi ye? Gelo hevkarîya PKKê bi wan ra çi karê dikare bide perçeyên Kurdistanê?

Her kes zane, ku Îran û Malikî – dijminên herî xedar yên serxwebûna Kurdistana Başûr in, lê PKK jî bi awayekî vekirî dijî sazkirina dewleta kurdan ya serbixwe ye. Dertê ku hemû dijberên dewleta kurdan ”bi hev ra ziman dîtine”.
Ji ber wê jî bona serederî ji vê rewşê derxin û nebine ziyankêşê şerê înformasyon, gerekê fêm bikin ka kê bi kê ra û bo çi hevkarîyê dike.

Derheqa nivîskar da

Yuri Nabiev

Serokê Komeleya Piştevaniya û Hevkariya bi gelê Kurd re; Perwerde: Zanîngeha Tbîlîsê ya dewletê

Qeydên dişibine hev

Şîrove 2

  1. Roşev sîtav

    Ew ya derkevin, an jî bên derxistin.! Ji berku divê desthelatîya me, Axê ji bîyanîyan paqij bike.. Eger wusa neke, wê demê çima hember DÎ/DAE$ê $er kir.!?

  2. Roşev sîtav

    Ew ya derkevin, an jî bên derxistin.! Ji berku divê desthelatîya me, Axê ji bîyanîyan paqij bike.. Eger wusa neke, wê demê çima hember DÎ/DAEŞê şer kir.!?

Şirovekirin hatine girtin.