Tesîra Serhildana Seyîdxan û Elîcan li ser sosyolojîya gelê kurd – 1

Tesîra Serhildana Seyîdxan û Elîcan li ser sosyolojîya gelê kurd – 1

Xwendevanên delal, malpera me hewil dide gencên kurdan bike nava karê ragihandinê û rojnamevanîyê. Heta niha çend keç û xortên delal bûne nivîskarê malpera me jî, wek Nura Şane, Welat Agirî, Edo Makûyî û yên din. Îro yekî din jî bi kurmancîyeke zelal û delal, bi welatparêzîyeke paqij û rasteqîn di ser wan da zêde bû: Ercan Aras. Beşa yekê a gotara wî a pêşin em li jêrê raberî we dikin.

Ercan Aras

Serhildana Seyîdan û Berazan, ku di bahara 1930 da dest pê kir, bi serhildana Şêx Seîd û Agirîyê re qîyas serhildaneke piçûktir e û herwaha di nava rewşenbîr û lêkolînvanên kurd da jî ne gelek tê naskirin. Ji ber vê yekê jî tesîra vê serhildanê ya li ser sosiolojîya gelên kurd jî, bi awayekî berfireh nehatîye fêm kirin.

Lê belê di nav gelê Kurd de serhildana Seyîdxan û Elîcan gelek tê naskirin û ew bûne wek efsane. Li her deverê Kurdistanê bi dehan kilamên qehremanî li ser wan hatine gotin. Berî kû em vê mijara xwe berfireh bikin, gere em bi kurtasî behsa derketina vê serhildanê bikin, ku têza me baştir were fêm kirin.

Di derbarê serhildana Seyîdan û Berazan de lêkolînvan Ahmet Aras lêkolîneke granbaha kirîye û pirtûkek nivisîye. Pirtûk bûyera vê serhildanê bi awayakî gelek baş ronahî dike. Lê weka me got, hin jî eva bûyera bi kûrahî nehatîye hûnandin. Eva serhildana ji bo gel tê çi mehnê, baş nayê zanîn.

Di dema serhildana Agirîyê de, ji alîyekî ve serhildan berdewam dikir û şerekî bê eman di navbera romê û serhildêran da didomîya, lê ji alîyê din ve jî, şer li ser her kesên Kurdistanî tesîr dikir. Kesên ku tu eleqeyeke wan bi şer ra nebûya jî, di bin çavên dewletê da bûn û her tim bi awayekî bê ehemmîyet lê dihate mêzekirin. Li kuderê merivekî jêhatî û çav vekirî hebûya, hertim ji yalî dewletê va dihate tacîz kirin, bê heq û hiqûq dihate hebis kirin. Ji wan kesan yek jî Elîcanê kurê Bişar axa bû, û wê demê serokê Berazîyên ku teqriben sêsid sal berê ji yalê Rihayê hatibûne û li herema Qereyazîyê girêdayî sencaqa Bazîdê bi cîh bûne.

Herema ku lê bi cîh bûne cîhekî bi dar û daristan e, lewra jê re gotine Gelîyê Berazan. Tê da her darên bîyanî wek; hurmê, sêv, huluk, şîlan, givîc, tuzik, bî, qewax û gelek darên din hêşîn dibûn û herwaha gelek rewilên xwedê jî wek; hurç, gur, bizinên kuvî û beraz tê de dijîyan. Gelîyê Berazan di qûntara rêzeçîyayê Mêrgembîrê (Mêrga Mîr) de ye û cihekî gelek asê ye. Lewra dewleta Elî Osmanî jî nikaribûye bi hêsanî biketa vê deverê û vira ji berê paşê ve warê qaçax û fîraran buye.

Di Gelîyê Berazan da nêzîkî Gundê Melleosman zozaneke bi navê Mendo heye, ji ber ku tê de gelek gihayê mendik hêşîn dibe. Dema firaran malên gundîyan yên der û doran didizîn, ew dianin Mendo û li wir hevdû parevedikirin. Dû ra jî agir dadidan, goşt çêdikirin û li dora agir govend digirtin û kêf dikirin. Tê gotin ku kilama Mendo ya bi nav û deng ji vir tê.

 

Mendo dar e, dar e,

Pezê Mendo kar e,

Mendo bî ye, bî ye,

Pezê Mendo mî ye…

 

Ji bilî tebîeta vê deverê ya gelek zor, hewa jî gelek sert e. Zivistanên vira emana meriv dibe, ”gur ji xwe bêzar dibe” ango gotina devê gel. Meriv dikare bibêje ku ev taybetmendîyên balkêş gelê vê heremê hişk dike, lewra wek gelê Dêrsimê ji dewletê re negotine êwallah.

Di dema serhildana Agirîyê da jî, Elîcan nû ji hebsê hatibû berdan, lewra nedixast tevî kar û barekî sîyasî be. Lê di wê demê de Ferzendeyê Silêmanê Ehmed, ku ji çend hev pêştirîn pêşengê serhildêrên Agirîyê yek e, hatibû cem Elîcan û xastibû ku ew jî bi tevî eşîra xwe serî rakin û tev li serhildanê bibin. Haya dewletê ji vê hebû û hema hema Elîcan dihate girtin. Rojekî ji qereqola Qereyazîyê namek ji Elîcan re hat ku ew qaşo dewet dikirin, lê Elîcan naha rind fêm kiribû ku ewê were girtin. Di serê bahara 1930 de Elîcan û bi qasî 35 sîyarê wî derdikevin serê çîyê. Ango gotina Feyzo-birayê Elîcanê piçuk ku ji Osman Sebrî re gotibu û paşê jî ji nav destnivîsarên Celadet Elî Bedirxan de hatibûn dîtin da, şerên yekemîn di navbera romê û Elîcan da, li gundê Qirxunderê derket. Bi wî awayî serhildana Elîcan ku di nava gel de bûye wek efsane dest pê kir. Li gorî gotina dewleta Tirkîyê ya fermî navê vê serhildanê; ”Tutakli Alican isyani”- serhilsana Elîcanê Ditaxê ye. Wê demê Qereyazî hin qeza nebûye, lewma Gundê Elîcan Hespreş grêdayê Qeza Ditaxê (Tutak) bûye. Ditax îro girêdayî Agirîyê ye.

Dîroka Seyîtxan jî wek ya Elîcan e. Ferzende tê cem Seyîtxan jî, ji bo ku ew li hemberê Romê rabin. Haya dewletê ji vî dibe û bi kurtasî tiştên ku tên serê Elîcan tên serê wî jî û di dawîyê da ew jî bi tevê 15-20 merivên xwe derdikevin serê çiyê. Elîcan û Seyîtxan di hebsê da bi hevdûra bûne û herwaha dostên hevdû bûne. Dema Elîcan hayedar dibe kû Seyîtxan jî serî hildaye, diçe cem wî û bi wî awayî qewetên xwe dikin yek.

Dîsa gorî destnivîsara Celadet Elî Bedirxan, merivê Seyîtxan di derbarê hatina Elîcan de awha dibêje. ”Di wî wextî de Elîcan li Gelîyê Berazan bû. Tirkan di heqê Elîcan de jî wek Seyîtxan kiribûn. Gelîyê Berazan nêzîkî Kela Milazgirtê ye. Elîcan avête ser Kordona Lîzê û du zabit kuştin. Elîcan li qesta me dikir û dihat. Em li Bilanixê bûn, hat gihîşte me”.

Di vê serhildanê da yekî din yê gelek balkêş jî, Fesîhê Mihê Mîrze ye. Balkêş bûna wî ya yekemîn, ku di wê demê de ew zarokek bûye, bi tenê 14-15 salî. Ya dûyemîn jî ku dîya wî Besra – jina Ferzende bûye. Dû mirina Mihê bavê Fesîh, Ferzende Besrayê direvîne û pê re dizewice. Tenê ji bo dîya Fesîh li cem Ferzende mêr e, leşkerê Romê Fesîhê tifal digirin û davêjin hebsê û lê gelek zulmê û zordestîyê dikin. Fesîh di bîranînên xwe de awha behsa vê bûyerê dike: ”Bê pirs û bê sual cendirma ez avêtim feleqê, min zar û fîgan dikir. Min got; hûn çima li min dixin, sûc û gunehê min çî ye? Di dawî de gotin; ”Ferzende li Kirê Girîdaxê ye û diya te jî li cem e. Me bihîstîye ku tê jî herî cem”. Min got; dinya elem gişk dizane ku malbata min û ya Ferzende dijminên hev in, ezê çawa herim cem dijminê xwe? Hey hewar! Hey medet”!

Du derketina hebsê Fesîh seqeseq rastî sîyarên Elîcan tê û lava dike ku bi wan re here. Elîcan di serî de qebûl nake, ji ber ku Fesîh hin zarok bû, lê di dawî de wî jî bi xwe re dibe. Fesîh bi jêhatîbûna xwe deng dide û ji wan çend hev kesên ku sax dimîne yek e. Pey re ewî bîranînên xwe nivîsî û herwaha di pirtûka Ahmet Aras de jî çavkanîya herî grîng e.

(dûmayîk sibê bixwînin)

 

Çavkanî:

Aras Ahmet: Serhildana Seyîdan û Berazan, weşanên Perî. 2009.

http://ararat-welat.blogspot.se/2011/01/biserhatiyen-cend-miroven-seyjdxane_09.html 

http://ararat-welat.blogspot.se/2011/01/biserhatiyen-cend-miroven-seyjdxane.html

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev