ZIMANÊ MIRÎ Û ZIMANÊ ZINDÎ

ZIMANÊ MIRÎ Û ZIMANÊ ZINDÎ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Ciwanên Hêja!
Dema zindiyek dimire, eger ew meriv be, ji bo rêzmendiyê li goristanekê tê binaxkirin û jê re du kêlik têne çikandin, bi sedê salan jî ew kêlik têne xuyakirin ku ew gor ya filankeso/ê ye. Lê eger mirî sewal û ajalek be, laş li çolekê tê hişin û dibe xurê tebayên çolane.

Lê eger zimanek bimre, goristana wî mêjû ye, di nava rûpelan de tê veşartin û di quncikên arşîvan de jî tê jibîrkirin. Ji ber ku kes serê xwe bi tiştên mirî re naêşîne, zû tê jibîrkirin.

Mirina mirov û ya zimanan, ji hev cuda ne. Bi mirina mirovan re derfeta lêvegerê tune, lê bi ya zimanan re ew derfet heye.

Ji ber ku mirî eger merivek be, her tiştên wî bûye tune. Lê eger mirî zimanê min û te be, çi dema em wî zimanî bi kar bînin, em wî ji mirinê vedigerînin jiyanê.

Bi kurtî meseleya zimanan weha ye:
– Eger meriv zimên bi kar bîne, ziman zindî ye. Eger meriv zimên bi kar neyne, ziman mirî ye.

Jiyana zimanan, girêdayê bi jiyana merivan ve ye. Eger meriv li jiyanê bin û zimanê xwe yê xwemalî bi kar bînin, hingê zimanê meriv zindî ye û li jiyanê dijî. Lê eger meriv zimanê xwe bi kar neyne, hingê zimanê meriv miriye.

Kemalîzmê 80 sal berî niha Zimanê Kurdî qedexe kiribû û ew qedexetî hetanî 2006-2007an jî bi tundî hatiye domandin. Çendî ku bi fermî dîsa qedexe ye, lê bi vekirina kanalê televizyona dewletê (TRTKURDÎ) ku 24 saet bi Zimanê Kurdî weşan dike, ew kar bi wateya lêborînê ye ji bo Zimanê Kurdî.

Li virê du pirs tên hişê meriv:
– Dewleta Tirkiyê va ye lêborîn ji Zimanê Kurdî xwest û dest bi weşana wî kir.
– Niha jî dema xwestina lêborînê ya Kurdan e ku ji zimanê xwe bixwazin.

Lê mixabin, çendî ku ji aliyekî ve Zimanê Kurdî geş dibe û berepêş diçe, lê bûye wek mesela “Bihar bi gulekê nayê” ku tenê ez û tu bi kurdî binivîsin û pê bipeyivin. Lê mixabin niha Zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê ber bi geliyekî bi sax û terîş ve diçe ku tê de wenda bibe.

Hêvîdar im ji Yezdanê dilovan ku di bipêşxistina Ziman û Çanda Kurdî de bibe alîkarê dê û bavan da ew bi zarûkên xwe re bi kurdî bipeyivin.

Divê neyê jibîrkirin ku Ziman û Çanda Kurdî jî ayetek ji Ayetên Xwedê ne (Sûretê Rûm/22).

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev