Çend ders ji Qaqlîbaza Jonathan Livingston – 2

Çend ders ji Qaqlîbaza Jonathan Livingston – 2

Welat Agirî

Di gotara yekemîn a Qaqlîbaz Jonathan Livingston de, em bûbûn şahidê hin bûyer û serpêhatiyan. Erê ev romanek e û nivîskar jî Richard Bach ê Amerîkî ye. Bêguman bi xwendina vê romanê ve herkes li gor fikr û ramanên xwe dikare tiştekî jê derxe. Ji bona civak û welatên cuda dersên ji romanê tên derxistin jî cuda ne. Helbet em jî dixwazin bibînin ka eleqeke çawa di navbera serpêhatiyên romanê û civaka Kurd de heye.

Di beşa yekem de koma rêvebira biryar girtibûn, Jonathan ê bihata nefî û sirgûn kirin. Sedemên sirgûnê jî; Jonathan qaqlîbazek bû û gerekê li gorî erf û edetên qaqlîbaza karê xwe ê rojane bikira. Kar jî nêçîra masiyan û lêgerîna perçên nanê kufikî bû. Lê ev kar, şert û merc ne bi dilê Jonathan in. Jonathan ji ziktêrînê zêdetir dide pey kar û xebatên pîroz. Wisa bawer e ku bi xebat û ceribandina dê bikaribe wek başoka û belkî jî ji başoka bêtir bifire û serkeftinên nû bi dest bixe.

Bi van xwestek, dîlek û hewldanan ve nûvedanên nû dest dixe û dibîne ku bi cehd û xîretê dikare pirsgirêkan safî bike. Bi dilekî şa vedigere nava refên Qaqlîbaza û wîsa qinyat tîne ku hevalên wê jî ê bibin hevparê wê şabûnê. Lê belê bersîva mezin û serokên qaqlîbazan dibe wek bersîvên Kurdmanca:

“Zara duh na pêr îro bûye meriv û dersê dide me”, “Hela tu lê binhêre bi çarînekê ji min re bûye helbestvan! wey mala min ê”, “Hêj zikê xwe ê birçî têr nekirye, ji min re bûye siyasetmedar”, “Serokê me emrê ji bo Gelê Kurd de pûç kir îja heddê te ye ku tu ser gotinên serok re gotinan bêjî”, “Bavê min şêx weha dibêje, em ê te bawer bikin yan şêx”, Kekê min partiyê qirar daye, tu çi jî bêjî bêfêde ye”.

Koma rêvebirên Qaqlîbazan jî hin bersîvên wek bersîvên Kurda didin Jonathan û van bersîvan jî kêm dibînin ku bi cezayê sirgûnê ji civakê dûr dixin.

Bersîva Jonathan jî “Erê weleh hema hûn çawa dibêjîn bira wisa be”, “Na heyran qe ser soz û gotinên serokên me re tişt tên gotin”, “Na ez qurban, ez ku, nivîskarî ku”, “Ez jixwe di riya partiyê de me, ma nêrîneke siyasî têra me nake” nîn e! Jonathan kêmasî û xeletiyên wan hildide li nav çavê wan dixe û dibê xûşk û birano: “Ez bêjim ev xeletî, hûn bêjin erf û edet, her çi kureder be, ev dewran weha nameşe.

Bi dûr ketina refê ve, xebatên xwe ên li ser ceribandinê didomîne û tê derdixe ku Jonathan jî xweyê behre û qebiliyetan e. Roj bi roj malûmat û zanyariyên xwe zêde dike. Midetek dû re rastî du qaqlîbazên din jî tê ku ew jî wek Jonathan hatine sirgûnkirin.

Piştî wê rasthevhatinê di jiyana Jonathan de dem û dewraneke nû dest pê dike. Jonathan gelek tiştan ji wan hîn dibe. Dersa yekemîn a ji wan hîn dibe “Berxwedan jiyan e” ku hin Kurmancê me jî qet vê gotinê ji devê xwe dernaxin. Lê Jonathan wek wan Kurmanca nake yanî ev gotin di teorîkê de namîne û dikeve pratîkê. Bi jiyînê li ber xwe dide û bi berxwedanê dijî.

Bi van xebat û fêrbûnan ve, xwe digihîne qonax û merhalên nû. Divê malûmat û zanîn werin parve kirin ku nezayok û hişk nemînin. Ew jî wisa dike, rastî qaqlîbazeka sirgûnkirî tê û ev qaqlibaz dibe şagirta Jonathan. Piştî ders û tecrûban Jonathan biryar dide ku vegere nava refên qaqlibaza û wana ji jiyana bêrûmet xilas bike.

Vegerandina wî ne hewqas hêsan e. Bersîva rêvebirên qaqlîbaza dîsa wek bersîvên me Kurda ne “Ew xayînek e”, “Ew xwefiroşek e”, “Ew zirarê dide Kurda û doza Kurda”, “Heyran, hûn nizanin ew şeytanek e”… Lê Jonathan li ber xwe dide ji ber ku berxwedan jiyan bû.

Bi wê berxwedanê ve roj bi roj qaqlîbaz ji refên xwe diqetin û rê û cebha Jonathan hildibijêrin. Yek, du, sê… û dibînin ku heya niha jiyaneke bêrûmet dimeşandin û sedema vê jî ne milet û dewletên din bûn.

Tê digihîjin ku sedem ew bi xwe bûn. Erf, edet, serok, şêx, partî…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Haluk Öztürk

    Hem kurmancîya nivîsê xweş bû hem jî peyama wê gelek manedar bû. Dest û dilê nivîskarê hêja Welat Agirî sax bin.

Şirovekirin hatine girtin.