Rojhilata Nêzîk, Kurdistan û geopolîtîka

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 19

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Ji bernameya “Civak û seyaset” ya radyoya Ria taza ji bajarê Moskvayê ez Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Guhdarên ezîz, çawa me pêşda agahdar kiribû, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî wê bibin mêvanê bernameyê, yên ku weke 35 deqeyan wê bersîva pirsên me bidin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide

Mijara bernameya me îro ye derbarê bûyarên herî dawî li herêmê û Kurdistanê, pêwendiyên navbera Hewlêr – Bexdayê, amadekariyên serxwebûnê û herwiha derheqa rewşa dawî li Rojavayê Kurdistanê, hebûna leşkerî ya Rûsya li Efrinê û hwd.

Bernameya Civak û sîyaset ji bo zêdetir zelalkirina wan pirsan û mijarên din yên rojane mêvandarîya lêkolîner û pisporê medyayê, doktorê dîroknasîyê birêz Ekrem Onen kir.

Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameyê birêz Ekrem Onen.

Jînenîgarî:

Ekrem Onen ji malbatek serokeşîrê Bakûrê Kurdistanê ji Dêrîka çiyayê Mazî ye. Ekrem Onen di sala 1960 de li Rojavayê Kurdistanê li gundê Dirbêsîyê Telika mala Cemîl paşa ji dayîk bûye û ji ber sebebên sîyasî malbata Ekrem Onen çend caran ji alîye dewleta Tirk ve hatîye surgûn kirin. Cara pêşîn piştî serhildana Şêx Seîd a sala 1925, paşê piştî serhildanên Araratê û Dêrsimê di serdema şerê cîhanê yê duyemîn di sala 1942 de careke din surgûnî nava Tirka, bajarê Muxlayê Qeza Koycexîzê dikin. Piştî Ekrem Onen dibe 2 salî, bi diya xwe re vedigere Dêrikê û heta 18 saliya xwe li Derîkê dibistanê (lise) xelas dike. Ekrem ji ber xebata sîyasî surgûn dikin. Ew derbazî Kurdistana Surîyê dibe. Sala 1982 de berê xwe dide Yekîtîya Sovyêtê. Li Unîversîtêya dewletê ya Moskvayê, li beşê rojnamegerîyê dest bi xwendinê dike. Piştî xelaskirina fakultê li Moskvayê mastêr hildide, paşê jî dibe doktor. Pîştî parastina doktorantûrê li bajarê Stokholm yê Swêdê bi cîh dibe. Li Wezareta kûltûrî a Swêdê li beşê medya kar dike, herweha li kitêbxaneya kurdî a Stockholmê û paşê wek mamosta li Unîvêrsîta Artûklû a Mêrdînê di beşê kurdî de wek dosênt mamostatî kirîye. Ekrem Onen herweha bi navê Azad jî tê naskirin. Ekrem Onen xwedîyê gelek gotar û berhemên zanistîyê ye. Gelek berhemên wî yên hevpar bi kurdnasên wek Lazarêv, Şakiroyê Xudo û gelek kurdnasên din re hene.

Ekrem Onun hemwelatîyê Rûsyayê û Swêdê ye, zewicîye, qîzeke wî heye, di gel malbeta xwe li Stokholmê ya paytexta Swêdê dijî.

Birêz Ekrem Onen re ji stûdyo radyoya Ria taza bajarê Stokholmê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên lêkolîner û pisporê medyayê, doktorê dîroknasîyê Ekrem Onen bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev