Nazîyê nav malê

Nazîyê nav malê
Selahedîn Çelîk

Mijar bûyera rojane ye. Em bi Nazîzmê re rûbirû ne.

Faşîzm (1922/Îtalya), Nazîzm (1933/Almanya) an Flanjîzm (1939/Spanya), hersê jî hevyekê hev in. Faşîzm, kedxwarî û dagirkerî ye. Artêşperestî ye. Neyarê hemû azadiyan e. Nîjadperestiya har e. Nîjadan/netewan dike hedefê qirkirinê. Ji Hîtler dipirsin: “Ku Cihû tinebûna?” Bersiva wî: “Minê ew çêkirina, dûvre bikuştina”.

Di her serdestiya emperyalîst de faşîzm heye

Gava Nazîzm li Ewropayê serdest dibû, gellek welatan ew dişopandin, partî û bizavên faşîst peyda dibûn. Li Îngilistan û DYAyê rêxistinên faşîst, gellek berî Îtalya û Almanyayê tov dabûn.

Îngilîzan 1919ê bi navê “Black and Tans” (Reş û Xakî) yekîneyên leşkerên bêkar, lumpen û nîjadperest şandibûn Îrlandaya Bakur.

Li DYAyê dîroka “Ku Klux Klan”ê diçe heya 1865ê. Îdîa hene ku bavê Trumpê îro, Gulana 1927ê ji êrîşeke Ku Klux Klanê hatibû girtin (The Washington Post, Phillp Bump, 29.02.2016)”.

Destebiratiya nîjadperestan

Osmanîyan (Îttihat û Terakkî), 1915ê mîlyonek û nîv Ermenî kuştin. Ev, di serdema nêz de nîjadkujiya yekemîn û ya herî mezin e. Hîtler ji 12 mîlyon Cihûyên dinyayê 3 mîlyon kuştibûn. Ermenî 3 mîlyon bûn, Tirkan nîvê wan qir kiribûn.

Di tezên nîjadperest weke “Pan Turkîzm” ên Îttihat Terakkîyê de tevkariya pîsporên alman weke Ernst Jäckh hebû.

Almanan çek û pusat dabûn Tirkan. Bi tevkarîya efserên alman, xeta trenê ya Stenbol-Bexdayê di veguhastina ermenîyan de hatibû bikaranîn.

Berî nîjadkujiya cihûyan Hîtler: “Tirkan hewqas ermenî kuştin. Ma kî çi kir?” Hîtler sîpe û xeşîm bû. Mamostayê nîjadkujiyê, Tirk bûn.

Kemalîstan ew kevneşop parastin. Di 1930an de kovara “Kadro”, ji faşîzmê ji Kemalîzmê re bîrdozî çêdikir. Heya ku Mustafa Kemal pisporên qoqperest têne.

Hedefê kemalîstan, Kurd bûn. Tezên nîjadperest weke “Teoriya Roj Ziman”, “Teza Dîroka Tirk” û gellekên din, li ser Kurdan diceribandin.

CHP li ser wê nîjadperestiyê hatiye avakirin. Di ser de nêzî sed salan borîn. Lê CHP hê wan têz û dezgehan diparêzê. Ma êdî nîjadperestî çi ye?

Îro gellek, bi navê rojnamevaniya tilîkeşiya desthilata AKPê dikin, însanan didin girtin û kuştin. Di salên 1990an de tilîkesên kemalîst, ew kar dikirin. Yek ji wan, Emîn Çolaşan bû. Yek ji qurbaniyên wî, Yaşar Kaya bû. Di welatekî xwedî zagon de Çolaşan û kesên weke wî, tên darizandin. Çapemenî rê nade wan gemariyan.

CHPê çi kir? Şaredariya Çankayayê (Enqere) ku ji CHPê ye, bi navê Emîn Çolaşan parkek ava kir. CHP, xelat dide kujeran. Hûn nav lê bikin.

Nazîyan pere direşandin. Ne tenê kovar û komên weke Çinaralti, Orhun, Donûm û Turk Yurdu yên pêşrewê MHPê, çapemeniya kemalîst jî ji hevsarê nazîyan dixwar.

Gava Hîtler êrîşî Sovyetan dikir (1941), serokkomar Îsmet Înonû û generalên wî, bo bidestxistina petrola Bakûyê hev pîroz dikirin.

Hîtler çav berdabû petrola Kerkûkê jî. Tirmeha 1940ê li Enqerê balyozê nazîyan Franz von Papen, bi wezîrê Bexdayê re têkilî ava dikir. Li Bexdayê hikûmeta Reşîd Alî û generalên wî, di asta “li bihûşte Xwedê, li dinyayê Hîtler” de evîndarên Hîtler bûn. Lawranceyê alman, Fritz Grobbe li ser kar bû.

Serdestên tirk kone û bêbext bûn. Dualî dileyistin, Xetay bi dest dixistin. Piştî têkçûna nazîyan, da ku alikarîya DYAyê bistînin, biryara şer didan û xwedêgiravî diçûn ser dilxwazên nazîyan.

Emê çi navî li Nazîzma tirk bidin?

Dîrok fesîh e: Serdestên tirk ti caran ji Nazîyan veneqetîne. Deriyê wan, her tim ji faşîzmê re vekirîye.

Komkujiyên Seddam bikolin. Qurmê hovîtiya Baasa ji dewletên sosyalîst alîkarî distand, digihên hevkariya Bexda û Berlîna nazî. Qurmê zilma serdestiya tirk ya îro jî, digihê Kemalîzm û Îttîhat Terakkîyê.

Ez gellek caran dinivîsim ku Erdogan, Kurdistana Rojava û Başûr di nav serweriya xwe de dibîne. Gotinên min xweşê hinekan naçe. Bira?

Li Tirkiyê bi navê “Tirkiyeya Nû” kovareke stratejî-çêkirinê derdikeve. Xwedî, kevnewezîr Hasan Celal Guzelê nîjadperest e. Kovarê, bi navê “Misakî Mîllî” hejmareke taybet weşand (Çile-Şibat 2017). Erdogan pêşgotin nivîsandiye. Nexşe jî heye. Kurdistana Rojava, Başûr, Kerkûk, Hewlêr û beşeke Kurdistana Rojhilatê di nav Misakî Mîllîyê de ye. Ma êdî zêdeyî gotinê ye?

Seddam Huseyîn, Enfal kir. Enfal, nîjadkujî ye. Derhêner, nîjadperestên ereb bûn. Ew, faşîst bûn. Ma tişta 2015-2016ê li Kurdistana Bakur bûyî, ne Enfal e? Emê çi navî li Tirkên derhenerên wê bidin?

Almanyayê dest bi bertekan kir

 

“- Derbeya 15.07.2016ê, ne karê Cemaata Gulen e (Dezgeha sîxuriyê BND).

– Ocalanê dawî li şer anî terorîst e, an Erdoganê aştî pelişandî û neyarê azadiyan? (ARD, 20.03.2017).

– Erdogan serokê cemaateke îslamî ye (ango ne serokê Tirkiyê ye).

– Bi Nazî tawanbarkirina Almanyayê, gorî zagonên alman sûc e û divê li himberî Endogan doz bê vekirin.”

Pirsgirêka Berlînê bêhtirî Trump e, nexwe Erdogan ne xem e.

Divê Kurd, li Ewropayê newin provakasyonan. Divê serdestê xwîngermiya xwe bin.

http://www.rudaw.net/kurmanci/opinion/23032017

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev