Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan

Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan

Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 83an e. Ev meseleyên gel yên li jêrê me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Gotinên pêşîyan” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye.

Serdestîya vê berhemê ew e, ku gotinên pêşîyan kategorîzekirî çap bûne û piranîya wan hûnê cara pêşin di malpera me da bixwînin. Berdewama wê piştî heftêyekê emê çap bikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji zargotina me – 83

 

ŞÎN Û ŞAYÎ, DERD Û KUL

 

¤¤Cîkî şîn e, cîkî şayî ye.

 

¤¤Eger nezewicîyî-mîr î,

Ku zewicîyî-wezîr î,

Ku zaro tera bû-kizîr î.

 

¤¤Mirin mezin-biçukan napirse.

 

¤¤Şayî rewşa dinê ye,

Mirin emrê Xwedê ye.

 

¤¤Şîn şînê tîne.

 

¤¤Kê derdê kê zane?

 

¤¤Derdê kê zef e,

Ew zef xeber dide.

 

¤¤Kesekî pey mirîyan ra

Xwe ne kuştîye.

 

¤¤Dinê rast e,

Axiret-derew.

 

¤¤Serî reş e,

Bejne rewş e.

 

¤¤Derdlû derdê xwe zane.

 

MERÎYÊ ŞERÛD,

NAVNO Û DEVBELA

 

¤¤Gel pirgotan

Neke kotan.

 

¤¤Bi guran ra xwar,

Xweyî ra kir hewar.

 

¤¤Kê bûk e, ew berbû ye.

 

¤¤Kete xebera,

Ker da gura.

 

¤¤Hemedan e,

Ga û golik berdane,

Ew mane-ew xeberdane.

 

¤¤Meriv bi lingan bişimite tê ser xwe,

Lê bi zimanê xwe bişimite,

Nayê ser xwe.

 

¤¤Merîyê nemerd

Nabe dermanê derd.

 

¤¤Merivê hevsûd,

Xirabe ji şerûd.

 

¤¤Serê neêşe,

Çi hewcê benikan e.

 

¤¤Dîkê bê heyam bang da,

Serê wî zû tê jêkirinê.

 

¤¤Hindik xeberde,

Zef bibihê.

 

¤¤Jêr runiştî,

Jor xebernede.

 

¤¤Vî guhî dixe,

Wî guhî ra derdixe.

 

¤¤Kenê bêara ber deva ye.

 

¤¤Heta niha

Guhê gê da razayî bû.

 

¤¤Çira ronayê nade bin xwe.

 

¤¤Di devê xwe da bipêje,

Paşê birêje.

 

¤¤Ka ne ya te ye,

Xwe kadîn jî ya te ye.

 

¤¤Hûkî dike mûkî.

 

¤¤Kerran zora pirbêjan birîye.

 

¤¤Bîna kibaban hildaye,

Lê nizane, ku keran dax dikin.

 

¤¤Kor çawa li Xwedê dinhêre,

Xwedê jî usa li kor dinhêre.

 

¤¤Ziman ecelê serê mêriv e.

 

¤¤Av li gewrîyê, gewrî xeniqî.

 

¤¤Hate cîyê min, rabû rûyê min.

 

¤¤Kûçkê sano, çî te van cîyano.

 

¤¤Xelayî hat,

Merivayî hilat.

 

¤¤Gundî

Nabine cindî.

 

¤¤Ew bûye pûnga hemû giraran.

 

¤¤Serê min çiqas mezin be,

Qûna minê ecêba bibîne.

 

¤¤Ez dibêjim eva rê ye,

Ew dibê eva rêç e.

 

¤¤Ew cîyê ez şev diçimê,

Ew nikare roj jî here.

 

¤¤Deh mal in, donzdeh rîspî ne.

 

 Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Roşev sîtav

    “Hate cîyê min,
    Rabû rûyê min…

    Di devê xwe da bipêje,
    Paşê birêje..”

    Erê, ew gotin hemî jî hêja ne lê, îro yên ku pirr bala min ki$and ew bûn..
    Mala te û mala xizmetkarên merî-meristanîyan tev da hezar carî ava bî..

Şirovekirin hatine girtin.