Hebandina hêşinayê

Hebandina hêşinayê

Me di 82 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê beşa duduyan a berhema êtnografê kurdî pêşin Emînê Evdal a bi sernivîsa Hebandina hêşinayê” raberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ji ermenî wergerandîye kurdî.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal hetanî niha jî çap ne bûye, lê bona çapê amade ye. Em hêvîdar in, ku wê welatparêz û pêşewitîyên dînê me yê resen peyda bibin, ku bikaribin sponsorîya ronahîdîtina vê pirtûka kurdî ya zanyarî bikin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 83

Di bawermendîyên kurdên êzdî da hebandina hêşinayê (şînkayê) û heywanan cîkî berbiçev digire.

Di jîyana merivan ya aborî da xwesma dar xwedî kemaleke (rol) mezin bûne. Meriv ji daran fêkî û ardû (şewat) distînin, ji daran hacet, dezgeh, xanî, ziyaret, qesir û qonax, koçk û sera û tiştên din çê dikin. Ango, dar bona merivan mecala jîyanê bû û bêy wê jîyan nedihate texmînkirin.

Çend berên (ber ji qebîlan biçûktir in.- T.X.) kurdên êzdî bi navên hêşinayê û heywanan va hatine binavkirinê, wek Gabelekî, Mendikî, Pîvazî, Maravî an jî Baravî û yên din. Ev yek bal gelek miletên dinyayê heye. Di nav paşnavên rûsan da gelek navên wisa hene, wek Volkov, Solovyov, Orlov, Mêdvêdêv, Livov, Vasîlkov, Ryabînîn û yên din. Di nav ermenîyan da jî ev nav hene: Yêznak, Yêznîk, Inzak, Koryûn, Varaz, Aslan, Arsvîk, Şûşan, Saxîk, Rêhan, Vardîtêr, Manûşak û yên din.

Çend qebîlên hindên Amêrîkayê navên Gur, Hirç, Teyr, Karxezal, Qubeqaz û yên din li xwe dikirin53.

Ji ber ku ji heywanan kar (menfeet) heye, merivan hinek ji wan heywanan jî hebandine.

Di nav hemû miletan da ji hêşinayê ji hemûyan pirtir dar hatine hebandin. Di nav kurdan da ji hemûyan bêtir dara bîyê hatîye hebandin. Kurdan ew hesab kirine wek sîmvola hebûnê, bereketê, ekindarîyê, xilazbûna ji nexweşîyan, qeda û belayan. Ruhê, ku bi fikira kurdan di darê da bi cîh bûye, jê ra digotin Melekşah.

Ruhekî ha di mîtologîya gurcan da heye û gurcên xevsûr jê ra Gêorgî dibêjin. Berî nanxwerinê xevsûr berê xwe didane wî ruhî û dibêjin: „Ser vê sifira nan, bi van kas û mûman bira Xwedê te di qada bilind da xweyke, ey Gêorgî, horîyê dara gûzê“54.

A ji van nimûneyan xuya dibe, ku rola hêşinayê, ango gul û gîhan di jîyana merivayê da çiqasî mezin e.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku di wan dar û hêşinayan da ruhên qenc veşartîne, yên ku ruh û bîn didine dinya hêşinayê û terewilan, kontrolîyê li pêşketina wan dikin. Ew ruh bi destî wan daran ber didine merivan, daxazên wan pêk tînin, lema jî kurd ji wan daran ra dibêjin Dara mirazan.

Bal êzdîyan şayînetîyên bi daran va girêdayî hebûn, ku her sal di baharê da dihatine derbazkirinê. Kurdan di dema şayînetîyan da xwerin û heywanên ku ji bo qurbanê serjê kiribûn, hildidan û diçûne bal dara ku dihebandin, li wir qurban didan û gorî erf û edetan roja xwe derbaz dikirin. Ji van şayînetîyan ra digotin Bindarûk.

Yek ji wan daran li başûrê gundê Qaltaxçîyê da, li navçeya Spîtakê, komara Ermenîstanê, rex çîyê da ne. Ew çiya û dar li vir wek ziyaret têne hebandin. Kurdê ku diçû Bindarûkê, piştî ku qurban dida, paşê dua li darê dikir û digot: ”Melekşahê, tu bigihînî mirazê min”.

Keçên bengîbûyî berê xwe didane darê û jê rica dikirin:

 

”Darê, dara mirazan

Darê, dara nexweşan

Melekşahê bikir

Tu mirazê min bikî”.

 

Pişt ra ji kanîya ber darê av vedixwerin, hinek xwelî davîtine devê xwe û bona bigihîjine mirazê xwe, rica ji Melekşah dikirin. Wisa xuya ye, ku ev heytehol di dema berî dewrana me da jî hebûye, dema bi hebandina daran ra tevayî, hebandina avê û xwelîyê jî hebûye.

Ji berê berê da kurdan perçeyên qumaşan bi çiqilên darên ziyaretî va dikirin û bi fikira me ev edet jî cûrekî qurbandayînê bûye. Dema êzdî diçine Bindarûkê, ji kincên xwe perçeyek dibirin û bi çiqilên daran va dikin. Ev yek ji bo wê yekê dihate kirinê, ku dilê ruhên daran bikirin, xên ji ku dewar û teyrede wek qurban didan, kinc jî dîyarî Melekşah dikirin, bona ku jina zarokan nayne, zarok banîyana, merivê feqîr dewlemend bûya, merivê nexweş qenc bûya, kesên bengî bi mirazên xwe şa bûna û h.w.d.

Di nav gelê ermenîyan da jî ew fikira ku bi dara mirazan va girêdaye û wê bi berdayîna jinan va tê girêdanê, gelek belavbûyî bûye. Ew bi çend cûreyan va heta îro jî maye. Li gelek cîyan daristan, kanî, darên taybet hebûne, ku hatine hebandin. Xwesma darên mirazan yên dewatan eyan e, ku jê ra Dara zavê55 dibêjin.

Êzdîyên navçeya Elegezê di dema dewatan da çiqilê darê bi fêkîyan va dixemilandin, dareke taybet dixistine navê. Dema bûka teze ji şêmîkê lingên xwe davîte malê, hevalên zavê ew dar ser serê bûk û zavê da dadiweşandin û digotin: ”Zava û bûk bira mîna vê darê bi ber bin”, mala zavê tijî zar bin”. Wek em dibînin, dara mirazan ku di şayînetîya dewatê da ser serê bûk û zavê da dadiweşînin, sîmvola berdayînê, bextewarîyê, şênayê û malavayîyê ye.

Hebandina dara mirazan bal kurdên Farizistanê jî hebûye. Ewana jî gelek perçeyên cilan bi darê va darda dikin, merivên dîndar ber wê darê çok vedidin û sond dixun, dua dikin bona mirazên wan bê sêrî56.

Keç û xortên kurdan, herwiha kesên nûzewicî jî, dema diçûne Bindarûkê, bi xemxurî berbirî darên ziyaretî dibûn, ew av didan, tîmar dikirin, heta berên wê darê nedixwerin. Ev yek me tîne ser wê bawerîyê, ku di nav kurdan da jî ew dar wek tiberk hatîye hesibandin.

Hebandina daran di nav ermenîyan da jî bi fireyî belavbûyî ye, xwesma darên bi navên dodo û sos57.

Êzdî piştî ku li Bindarûkê qurban didan û gorî erf û edetan heytehol dikirin, paşê govend digirtin, sitiranên derheqa Bindarûkê da digotin. Li jêr em çarxeteke ji wê kilamê tînin. Li wir jina ku zarokan nayne, hîvî ji Melekşahê darê dike, ku zarok jê ra bibin:

 

”Melekşah tu dizanî

Kunde didim ber te, tu dizanî

Ewledekî bide min, tu idzanî

Melekşah tu dizanî”.

 

Ev edetê ku boy xatirê ruhên daran qurbanan didin û heyteholan derbaz dikin, bal miletê Gallan jî heye58.

Em vî edetî bal gelek miletên cihanê dibînin. Miletê Pişav, ku li Gurcistanê dijîn, şikênandina daran, xwesma li daristanan tiştekî guneh dihesibandin59.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku Melekşah di koka darên mirazan da diman. Ji ber wê jî qedexe bû wan daran bibirin, çiqilên wan bişkênin, belgên wan daweşînin û berên wan bixun. Bi dilrehmî û dilovanî li wan daran dinihêrîn.

Dewrêşê mêrxasê hikyata kurdan ya ”Dewrêş” ditirse ji nav daristanê ra here, ji ber ku bi fikira wî ruhên ku di nav daran da dijîn, dikarin li wî xin.

Fikreke wa derheqa dara mirazan da bal ermenîyên Varandayê heye û li wir dara bi navê Têkêon tê hebandinê60.

Bedirê mêrxasê hikyata ”Destegul” dixweze bi tîra xwe li wan kêvrûşkan xe, ku ranêzîkayî wê darê dikirin. Dar diinte û dest pê dike bi wî xortî ra dipeyîve.

Gorî êzdîyan, gava çiqilên wan daran dibirin, ew dengên taybetî derdixin, tu dibêjî qey bare-bar û ofe-ofa wan e û hemû ruhberên der û doran ew deng dibihên. Ew tê wê maneyê ku ew dar gazinê xwe dike.

Li Gurcistanê, gorî miletê Gûrî, ruhên nexweşîyên bi navê ”ûjmûr” di kokên daran, li delavan da dijîn û ew dikarin her deman ziyanê bidine merivan61.

Di bawermendîyên şvêysaran (Swîsra) û lîtvanîyan da jî hebandina van daran an jî daristanan heye. Şikênandina çiqilên wan daran, yên ku nêzîkî malan û gundan bûn, gunehkarî dihate hesibandin62.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku hemû şînkayên ku têne hebandinê timê jî mora xwe ya qenc li ser merivan dihêlin û bona ew dar timê hebin û herdem qencîyê bikin, bêne hewara merivan, ji bo wan qurban didan û hayteholên cûre-cûre derbaz dikirin. Êzdî wan darên bi kokên qalim va digotin xnebîran û ew wek ziyaret dihebandin.

Gorî bawermendîyên kurdan ruhê bi navê Mîrê mêşan serokatî li ruhên di nav wan daran û şînkayê da dikir, wek Xwedê wî dihebandin, wek ku bal slavonan Xwedêyê daristanan – Koralan dihebandin.

Binecîyên Kîkûyê ku li Afrîka Rohilatê dijîn, darên mirazan ji bo xatirê Xwedêyê daristanan – Mogaman dihebandin63.

Weke 5 kîlomêtran dûrî gundê kurdan – Tirkmaşênê ye, ku di herêma Qaqizmanê da ne, dareke sêvan ya dorpêçayî (sûrkirî, sengerkirî) hebû. Berên wê darê gelek gir û şîrin bûn, gundîyên hemû gundên der û dorê ew dar dihebandin, lê berên wê ne dixwerin, ji ber ku dihesibandin, ku ew Mîrê dara ye.

Wek em dibînin, bi femdarîya gel dar li vir ne tenê aletê bawermendîyê ye, lê ew herwiha nûnerê hemû daran e û hêza wê ya serkarîkirinê û hukumdarîyê heye.

Gorî fikira qewal Huseyn, êzdîyên gundê Beadrê li navçeya Şengalê, herêma Mûsilê di nav şovên baxçe û zevîyan da çiqilên daran dinikandin û bawer dikirin, ku ewê nehêlin ku zirar bigihîje ekin64.

Hebandina darên mirazan bi awayekî zelal di nav pirtûka ”Adem û Hewa” da hatîye nitirandin. Ew weke berhemeke mîtologî derbazî nava kurdan jî bûye û li her deran belav bûye. Em bê şikberî dikarin bêjin, ku ev yek ji cînaran – ermenîyan, farisan an jî aşûrîyan derbazî nava kurdan bûye.

Di nav êzdîyan da mîtologîya derheqa Adem û Hewayê da bi vî awayî tê şirovekirinê: di destpêkê da Adem û Hewa gelek dijwarî û tengasîyan dibînin, lê dil didine ber hev, hêvîya xwe datînin ser zorayî û dilrehmîya Melekê Taûs, lê Melekê Taûs jî hewil dide wana bike nava jîyana rasteqîn, li wan diqeside û alî wan dike, temîyê dide wan, ku ji dareke buhuştê berên wê nexun. Bi gotina gotîyan, yek ji ruhên neqenc xwe dike di qilxê mar da, tê bal Adem û Hewayê, wana dixapîne, berê dareke qedexekirî wan dide xwerinê û gava Melekê Taûs di derheqa wê yekê da pê dihese, hêrsa xwe radike û wana ji buhuştê radiqetîne.

Wek em dibînin, ferqa di navbera şaxa (varyanta) kurdî ya derheqa Adem û Hewayê ji ya huruman (yûnanan) da pir biçûk e. Di şaxa kurdî da hebandina darê heye. Gorî şaxa kurdî Adem û Hewa, ku bi destî marê şeytan hatine xapandinê, ji buhuştê têne derxistin û dikevine ser çiqilekî darê. Ew çiqil dişkê, dar diengire. Dar berê xwe dide Melekê Taûs, jê ra dibêje, ku çiqil şikestin, ka ez çi bikim?

”Ez gerekê wisa bikim, ku di cihanê miletek di heyra te da be,- Melekê Taûs dibêje,- gerekê qedirê te bilind bê girtin û gerekê tu bêyî hebandin”.

Ev dîroka mîtologî ya derheqa Adem û Hewayê da di Quranê da jî cîyê xwe girtîye û li wir tê gotinê: ”Hey tu, Ademo, tu û jina xwe li buhuştê bijîn, hûn herdu dikarin her tiştî bixun, çi ku dilê we dixweze, lê xwe nêzîkî wê darê nekin, eger na wê nifir li we bê kirinê”65.

Hebandina daran bal gelên Awropayê jî heye. Li Almanîya û Fransîyayê di sedsalên navîn da cejineke bi navê ”Gulana ekindar” an jî ”Dara ekindar” hebû. Wextê gîhadirûn û nandirûnê çiqilekî daran an jî tam darek bi similan dixemilandin, dianîn gund. Ew çiqilê xemilandî di orta gund da dinikandin, dora wî direqisîn û kilam digotin66.

Kurdan ji hêşinayên ku têne çandinê, rihan hebandine. Ew hêşinayîke wisan e, ku tam û bîna xwerinê xweş dike. Yên terr di mehên havînê da bi kar tînin, lê zivistanan rihana hişkkirî bi kar tînin.

Êzdî gelek caran rihan datanîn ber serê nexweşekî, ne ji bo bîna wê ya xweş, lê ji bo wê yekê, ku ruhên neqenc ji nexweş dûr bixin. Hema bona wê armancê rihan davîtine nava ava golî û bi wê avê serê nexweş dişûştin. Ew jî bona wê yekê bû, ku ruhên neqenc ji wî dûr bixin.

Genim jî dihate hebandinê. Êzdî hebên gênim, ku diketine erdê, berev dikirin û datanîn ser dîwêr, an jî dikirine berîka xwe bona ruhê hebê nên yê bi navê Pîrê nan gazinan neke.

Riataza

53 F.Êngêls. Mal, arzîtîya şexsî û xuliqandina cihanê, Yêrêvan, 1948, rûpel 113.

54 V.V.Bardavêlîdzê, Lêkolînên bawermendîyên sosîologîyê yên xevsûran, cild 2, Tbîlîsî, 1932, rûpel 70.

55 A.Mnasakanyan. Derheqa kevirên ziyaretî û şerên maran yê bi navê ”Vîşap”. Nvîsarnameya Akadêmîya Zanyarî ya Komara Ermenîstanê, 1952, rûpel 76.

56 A.A.Arakêlyan. Kurd li Farizistanê, Tîflîs, 1904, rûpel 21.

57 X.Alîşan. Hîn havatk kam hetanosakan kronk hayos (bi ermenî), Vênêtîk, 1910, rûpel 77-78.

58 C.Frêzêr. Zolotaya vetv, cild 1, Moskva, 1931, rûpel 142.

59 M.Kovalêvskî, berevoka kurt, rûpel 105.

60 Y.Lalayan. Varanda, AZ, Tîflîs, 1897, rûpel 200.

61 T.Mamaladzê. Narodnîê obiçaî i povêrîya gûrîysêv,- Sbornîk matêrîalov dlya opîsanîya mêstnostêy î plêmen Kavkaza,- çapa 17, Tîflîs, 1893, rûpel 101.

62 C.Frêzêr, berevoka kurt, rûpel 133.

63 R.F.Budeau, La circoncision au Kikuyu, Vienne, 1911, rûpel 520.

64 Xudanê vê pirtûkê ev fikir sala 1927an li gundê Karvanserayê, navçeya Artîkê, komara Ermenîstanê nivîsîye.

65 Quran, Varna, 1909, rûpel 137.

66 C.Frêzêr, berevoka biçûk, cild 1, rûpel 142.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev