ŞÊX UBEYDULLAHÊ NÊHRÎ Û SERHILDANA 1880an -1

ŞÊX UBEYDULLAHÊ NÊHRÎ Û SERHILDANA 1880an -1

Di dema sêmînara birêz Ziya Avci li Kitêbxaneya Kurdî a Stockholmê berpirsyarê malpera me hêvî ji xudanê sêmînarê kir ser vê mijarê gotarekê ji malperê ra binivîse. Birêz Ziya Avci daxweza me bi dil pêk anî û em jî bi dilxweşî beşa wê a pêşin diweşînin. Beşa duduyan emê sibê çap bikin. 

Malbata Nêhrî û Terîqeta Neqşîbendî

Ziya Avci (Elîşêr) – lêkolîner û dîrokzan

Şêx Ubeydullahê Nêhrî (1830-1883) kurê Şêx Tahayê Nêhrî (…-1853) yê rêberekî herî bi nav û deng û bi hêz yê Terîqeta Neqşîbendîyê yê bi gelemperî Rojhilata Navîn û bi taybetî seranserê Kurdistanê ye. Ji malbateke alim, zana û malmela ya li ser erdê Mîrektîya Botan û şêwirmendên dînî û dinyayî yên vê mîrnişîna herî xurt ya kurd bûne. Paye û şiyana wan a di warê ilim û irfanê de di sevîyeke gelek bilind de bûye.

Şêx Tahayê Nêhrî îcazeta Terîqeta Neqşîbendîyê ji Mewlana Xalidê Şehrezorî (1777-1826) wergirtîye. Mewlana Xalid jî li ber destê Şêx Ebdullahê Delhîyî perwerde bûye û rêzik û şertên vê terîqetê ji wî hîn bûye û misaedeya, yanî xelîfetîyê ji wî wergirtîye û piştre hatîye li Silêmanîyê dest bi belavkirina vê terîqetê kirîye.

Wî wextî li Kurdistanê Terîqeta Qadirî ya di bin rêvebirîya Şêx Marûfê Nûdîyî (1753-837) de jî heye. Piştî hatina Terîqeta Neqşîbendîyê dubendî dikeve navbera van herdu terîqetan. Li ser vê Mewlana Xalid bingehê irşada terîqetê pêşî dibe Bexdayê û piştre jî dibe Şamê û di sala 1826an de li wir koça dawîyê dike.

Li gor lêkolînerên di warê vê Terîqeta Neqşîbendîyê de, 67 xelîfeyên Mewlana Xalid hebûne, 34 jê kurd û 33yên din jî ji milletên cihê cihê yên din bûne. Cardin li gor van lêkolîneran, di nav hemî xelîfeyên wî de yên herî xwedî bi nifûz du kes bûne. Yek jê Şêx Tahayê Nêhrî yê bingehê îrşada wî pêşî li ser erdê Mîrektîya Botan û piştre li Nehrîya li ser erdê Mîrektîya Hekarîyê û yê din Şêx jî Osman Siraceddînê Biyareyî (1780-1866) yê bingehê îrşada wî li Hewramana başûrê Kurdistanê bûye.

Piştî di sala 1847an de serhildana Mîr Bedirxan li hemberê Osmanîyan û şikestina wî û girtin û birina wî li Stenbolê, di sala 1848an de ev mîrektî ji orteyê radibe. Di eynî salê de, yanî di sala 1848an de Şêx Taha bingehê birêvebirîya îrşada terîqetê ji ser erdê mîrektîya Botan dibe gundê Nêhrîyê yê li ser erdê di bin birêvebirîya Mîrektîya Hekarîyê de. Li vir hê berîya biçe gelek mirêdin wî yên xwedî nifûz ên kesên ji malbatên bi nav û deng ên wekî ji mîrên Hekarîyê Yehya Xanê Cehrikî, alim û zanayên wekî şairê mezin ê Mukriyan Wefayî û malbata Arvasîyên Miksê yên wekî Seyîd Sebxetullahê Arvasî (Xwas) û Şêx Fehîmê Arvasî û şêxên Barzanê hene.

Yehya Xan di eynî wextî de xwezûrê Şah Mihemedê Qacarî ye û keça wî Xedîce Xanim jina Şah Mihemed e. Bi vê wasiteyê ji alîyê Şah Mihemed ve gelek gundên di bin birêvebirîya Qacaran de ji tekyaya Şêx Taha re tên weqif kirin. Hakeza gelek gundên li ser erdê di bin birêvebirîya Osmanîyan de jî ji tekyaya wî re tên bexişandin û weqifkirin. Li gor lêkolînerên di vê warî de hejmara gundên malbata Nêhrîyê digehe 200 liban. Bi vê jî ji bilî nifûza xwe ya dînî nifûza maddî jî gelek pêşve dibe.

Şêx Taha di sala 1853an de koça dawîyê dike, birayê wî Şêx Salih dibe postnişînê wî. Ew vê birêvebirîya îrşada terîqetê heta sala 1865an dike. Piştre dema ku ew di sala 1865an de koça dawîyê dike, Şêx Ubeydullah di temenê xwe yê 34 salîyê de dibe rêveberê terîqetê. Şêx Ubeydullah kesekî rewşenbîr, dûrbîn, zana û şair e. Xwedîyê du kitêbên bi navê ”Mesnewîyên Şêx Ubeydullah” û ”Eqîdename”yê ye. Salên wî yên xortînîyê li ser erdê Mîrektîya Botan derbas bûne. Bûye şahidê rûxîna mîrişîneke herî mezin a Kurdistanê. Şaşî û kêmasîyên birêvebrîya vê mîrnişînê bi çavên xwe dîtine. Hemî van bûyeran tesîreke mezin li ser kirine. Wextê li ser postê îrşadê rûniştîye ji bo kesekî wekî wî xwedî vîzyon û dûrbîn ji bo rizgarîya milletê kurd û serxwebûna Kurdistanê fikrên nû û rêyên cûda di hiş û mejîyê wî de ajar daye.

Kurdekî rewşenbîr û agahdarê wê serdemê yê wekî Ebdulezîz Yamulkî, di derbarê desthilata Şêx de wiha dibêje: “Derbasbûna navê Şêx û behskirina wî wekî kesekî dadperwer û parêzerê mafê gel li hemberê destdirêjî, zordarî û şelandina dewleta Osmanî, navê Şêx bilind kiribû û bûbû sebebê wê ku bi hezaran kurdên feqîr û belengaz ji hemî milan ve berê xwe bidinê û pişta wî bigrin. Navê ‘bab’ lê hatibû kirin. Navê wî bûbû remzê evînî û rêzlêgirtinê. Dema ku navê wî derbas dibû, xelk bi rêz ji cihê xwe radibûn. Kurdên Hekariyê û maaşgirên dewleta Osmanî, bi çavê serdarekî dadperwer, parêzerê millet û karbidestê bêemsal li Şêx Ubeydullah dinêriyan”.

Abbottê serokkonsolosê Ingilîz yê Tewrîzê di raporeke beriya sala 1880an de ku ji Earl Granvilleyê wezîrê karûbarên derve yê Ingilîz re şandiye, bi vî awayî behsa derece, seviye û şexsiyeta Şêx Ubeydullah dike: “Şêx Ubeydullah piştî Sultanê Osmanî û Şerîfê Mekkeyê, xwe kesê sêyem dihesibîne û ew qebûlkirî û îtîrafpêkiriyê hemî kurdan e. Bi awayekî şahîtî dijî, rojane di mala xwe de mêvandariya 500 heta 1000 kesên hemî awa ji çînên cihê cihê dike. Navûdengî û şexsiyeta wî bi eşkere li wî cihî ye ku li ba karbidestên Îranê û tirkan tê dîtin. Bi xwe û Şêx Ebdulqadirê kurê wî, piştre, bi şexsê hemî ew kesên ew dibînin, kêrî kar tên, êdî ne giring e ew kar bi awakî kêm be yan bê qîmet jî be. Jiyana wî ya nav malê gelek sadetir e, serê sibeke zû û heta derengê şevê, bi xwe û bi mîratgirê xwe ve (mebest Şêx Ebdulqadirê kurê wî ye) bi berjewendiyên hikûmet û milletê mijûl in (mebest ji hikûmetê awayê ew îdareya Şêx dimeşîne ye)… Dibêjên ew hakim û qaziyekî adil e, tu wextê bertîl wernagire û rê nade fermanberên wî jî werbigirin… Şêx hewil dide milletê xwe bike hevwelatî û dizî, çetetî û talan nehêle; ji bo vê jî erdê ziraetê li Gever, Başqale, Mergewer û Tergewerê dikre…”.

 

Şerê Rûsyayê û Osmanî ya 1877-1878an û Şikestina Osmaniyan

 

Dema ku şerê 1877-1878 a di nabera Rûsyayê û Osmanîyan de destpê kir, Sultanê Osmanî xwest ku Şêx bi artêşekê ve beşdarê şer yê enîya Bazîdê bibe. Lê ji bo ku di serê Şêx Ubeydullah de ji bo azadîya welatê wî Kurdistanê û milletê wî yê kurd ji bin zilm û sitema dewleta Qacarî û Osmanî tedbîr û plan hebûn, vê daxwaza sultanê Osmanî piştguh xist û gelek giran hereket kir. Piştre di meha dawîyê ya şer de bi hêzeke nêzîkî hezar û 400 kes di bin serekatîya wî de, 850 kes di bin fermanderîya Şêx Celalledîn û 400 kes jî di bin fermanderîya Şêx Hemze de beşdarê şer dibin. Lê ji bo ku niyeta wan a şer tune û miameleya fermanderê leşkerê Osmanî yê wê enîyê li hemberê wan gelek hişk û neînsanî ye, bi çekên ji Osmanîyan wergirtine ve vedigerin tên Wanê. Li gor hinek çavkanîyan hejmara wan çekan çar hezar e û li gor hinekan jî bi ser du hezaran re ye. Hemî jî çekên sivik ên Martînî yên li gor wî wextî modern in.

Wefayiyê şair di vî warî de wiha ribêje: “Ji ber sebebê nepakiya hinek serok û karbidestên dewleta Osmanî, tamahiya wan ji malê dinê re, îxanet kirin û dest avêtin dostiya dewleta Rûsyayê, çend navçeyên din sipartin Rûsyayê, şikestin û paşve kêşiyan… Di netîceyê de ew zat jî (Şêx Ubeydullah) izin da leşker û cemawerê xwe û ji Wanê vegeriyan Nêhriyê.

Bi vî awayî şerê 1877-1878an a di navbera Osmanî û Rûsyayê de bi şikestina Osmanîyan dawî lê hat û piştî şer dest bi imzakirina peymanan hat kirin. Rewşa Osmanîyan a xerab hê zêdetir xerab bû.

 

Peymana San Stevano û Berlînê

 

Di van şert û mercan de Peymana San Stevano di 3yê adara 1878an de, bê beşdariya dewletên Ewropayê, di navbera Rûsya û Osmanî de hat imzakirin û beriya peymanê jî Osmanî herçi keleh, birc û bajarekî ku li Bulgarîsanê di destê wan de mabûn, dan destê Rûsyayê û razî jî bûn serbixwetîya federalî ji Bosna û Hersekê re bidin û di bin çavdêriya Ewropayê de guherîn di navçeyên bin desthilata xwe de pêk bînin.

Ev şertên bi vî awayî yên di peymanê de û nêzîkbûna rûsan li avên gerim, bi tu awayî nedihat hesaba dewletên Ewropayê, bi taybetî jî ya Brîtanya Mezin. Ji ber ku xeter dixist li ser rêya wan a Hindistanê û bîrên petrolê yên başûrê Îranê ku di bin destê wan de bû.

Lê ya di van peymanan de mebesta me ye, ew biryar ye ku di derbarê ermeniyan de hatiye dayîn. Li gor vê biryarê, yan jî hê rastir maddeya 16an a vê peyma San Stevanoyê, ermenî di navçeyên ermenînişîn ên di bin birêvebiriya Osmanî de, dibûn xwediyê birêvebiriyeke awayê otonomîyê. Yanî di wan şeş wilayetên ku bi navê “wilayetên Sitte” hatine bi nav kirin, bê tu mafek ji kurdan re bê naskirin, kurdan dikirin bin birêvebirîya ermenîyan û erdê wan jî yên ermenîyan dihatin qebûlkirin.

Wekî me li jorê got, îtîraz û nerizîya dewletên Ewropayê li hemberê vê peymanê destpê kirin û fişareke mezin kirin ser Rûsyayê, ji ber wê bi beşdarîya dewletên Ewropayê dest bi mizakere û imzakirina peymaneke din hat kirin.

Bi vî awayî 13yê tîrmeha 1878an de, xebatên Peymana Berlînê dest pê kirin, ku beriyê jî biryar û pêşniyar hatibûn amade û hazir kirin… Rûsya ku ji ber sebebê van şeran saman û darayiyeke zêde bi destan ketibû, bi wan imkan û karîna xwe hewil dida ew biryara ku beriyê di Peymana San Stevanoyê de bi dest xistibûn, di peymana Berlînê de ji dest neke. Ez naxwazim li vir dûr û dirêj li ser hemî maddeyên vê peymanê bisekinim. Ya ji bo kurdan herî giring maddeya 16an a peymana berê bû. Mixabin ew madde di vê peymanê de bû maddeya 61an û bê guhertin ket nav vê peymanê jî.

Netîceya van herdu peymanan di nav kurdan de û bi taybetî di nav rewşenbîrên kurd ên wî wextî de ulan dide û nerehetîyeke jê hesabê der ji wan re çêdike. Wekî nimûne, ev ewqas his û ruhîyeta şair û rewşenbîrekî wekî Hacî Qadirê Koyî yê seydayê zarokên Bedirxan dilivîne, ku di vî warî de çend qesîde binivîse. Di yek ji wan qesîdeyan de wiha dibêje:

 

Xakî Cizîr û Botan, ye’nî welatî kurdan

Sed heyf û sed mixabin, deyken be Ermenîstan

 

Li gor peymana Berlînê Bosna û Hersek bi Avustuyayê ve hatin girêdan. Erdehan û Batûm ji Rûsyayê re hatin dayîn û Rûsyayê jî soz da senger û qahîmkariyan tê de ava neke. Geliyê Eleşgêrtê û Bazîdê ku destkevtiyên Peymana San Stevanoyê bûn, ji Osmaniyan re hatin dayîn. Ew zerarên ku dibû Osmanî bidin Rûsyayê, di vê peymanê de jî hebûn. Eger ev zerarên han nehatibûna dayîn, dibû di miqabilê wê de, Rûsya daxwaza kîjan erdê Osmanî bike, ew bê lam û cîm jê re bê dayîn.

Lê cardin ew maddeya peymana berê ya 16an a di Peymana San Stevanoyê de li gor menfeeta Ermeniyan hatibû dayîn, di vê peymanê de jî wekî me li jorê got bi hinek destkarî û guherîneke kêm, di bin maddeya 61an de ji nûve hat qebûlkirin.

Em ê li vir serjimêreke di sala 1882an de di wan şeş wilayetan de ya ji alîyê ermenîyan bi xwe ve hatîye çêkirin pêşkêş bikin. Em di vê îstatîstîkê de bi awakî zelal dibînin ka çiqas ji rastîyê dûr biryar hatîye wergirtin û zilm û xedrîyeke çawan li kurdan hatîye kirin.

 

Di sala 1882an de îstatîstîka giştî ya ermeniyan di şeş wilayetan de

 

Wilayet   Ortodaks   Katolîk   Protestan   Hemî   Hemî wilayet    Ermenî

Erzirom    101.138    6.730      1.980      109.838     659.155         6,16

_________________________________________________________

 

Mûş          101.358    6.948      1.498    107.804       276.276        38,9

__________________________________________________________

 

Wan          60.448       –               –         60.448         269.860        22,3

_________________________________________________________

 

Diyarbekir 46.833     9.955      3.981    60.769         289.591       20,98

_________________________________________________________

 

Cizîr          73.178     1.915      4.971     80.064        481.346        16,6

________________________________________________________

 

Sêwas      116.257    3.223      1.994     121.473    926.564       13,1

_________________________________________________________

 

 

 

Şert û Mercên Hindûr û Derve Yên Cîhanê û Kurdistanê,

Tesîra Wan Li Ser Rewşenbîr û Serekên Kurdan

 

 

Ji salên 1830yî heta 1850yî hemî mîrnişînin kurd yek li pey yekê hilweşîyan. Mîrektîyên li ser erdê Kurdistanê yê di bin destê Osmanîyan de, Soran di sala 1837an de, Baban 1841an, Behdînana 1843, Hekarî 1848, Botan 1848 û Bedlîs 1849an de. Mîrektîyên Erdelan, Loristan û Mukrîyan yên li ser erdê Kurdistanê yê di bin destê Qacaran de jî di eynî van salan de ji orteyê rabûn. Ew mîrnişîn ji bo neteweyê kurd wekî dewlet bûn û hemî mafên wan yên civatî, aborî, perwerdeyî û ewlekarîyê diparastin. Ji netîceya ji ortêrabûna wan krîzeke aborî ya gelek mezin dest pê kir, birçîtî, nexweşîya webayê nîvê nifusa kurdan da li ber xwe ji orteyê rakir. Ewlekarîya welat serûbin bû, rêbirî û keşmekêşî serî hilda û xelk ji canê wan bêzar kir.

Li milekî din ev valatîya îktîdarê li Kurdistanê ne mikun bû ku bala kesekî wekî Şêx Ubeydullah yê xwedî vîzyon û dûrbîn nekêşe. Ji bilî vê rewşa dewleta Qacar û Osmanî gelek xerab bû. Herdu dewlet her yekê bi çendîn meseleyan re mijûl bûn û di nav şer û qirênan de bûn. Qacarî bi tirkmenan re û Osmanî bi rûsan û Balkanê re heta qirikê di nav tevlihevîyan de bûn. Vê rewşa han bi her awayî van herdu dewletan jar xistibû ji taqek ketibûn.

Vî navî re koça dawîyê ya Şêx Osmanê Siraceddîn Biyare jî wisan kir ku di saheya îrşada Terîqeta Neqşîbendîtîyê de Şêx Ubeydullah tîk û tenê bimîne. Di vî warî de li seranserê Kurdistanê bibe otorîtek tekane. Belê hemî ev bûyerên han fikra avakirina dewleteke kurdî û yekxistina herdu perçeyên Kurdistanê ya di mejîyê Şêx Ubeydullah de heyî vedije û digehe wê qeneetê ku ev dem ji bo pêkanîna wê û avêtina gavên pratîk ya herî guncawe.

 

Hewildana Peywendîyan û Pêkanîna Yekemîn Rêkxistina Kurdan

 

Salên xortînî yên Şêx Ubeydullah li ser erdê Mîrektîya Botan derbas bûye, bûyerên Serhildana Mîr Bedirxan bi çavên xwe dîtine û bûye şahidê hemî pêşveçûn û gavên hatine avêtin. Agahdarê peywendîyên Mîr Bedirxan bi mîrektî û giregirên Kurdistanê yên derûdora wî re bûne bûye. Bûye şahidê du car leşkerkêşîya Mîr Bedirxan li ser Nastûrîyên Hekarîyê û kuştina wan. Serhildana birazîyê Mîr Bedirxan Yezdanşêr li hemberê Mîr Bedirxan û zerarê dubendîya hindur ji serhildanê re û gelek bûyerên din jiyaye. Ji ber vê em dibînin berîya dest bi xebata gerim û şerê çekdarî li hemberê dijmin bike, hemî ew xalên me hejmartin li ber çav digre û li gor wê gav diavêje.

Berîya her tiştî dixwaze peywendîyên xwe bi ermenî, asûrî û nastûrîyên derûdora xwe re, yanî bi xiristîyanên Kurdistanê re baş bike. Çendîn car peyamnerên xwe dişîne li ba wan û dixwaze eger wan nekaribe bike dostên xwe yên nêzîk, qet nebe bêteref bihêle.

Bi konsolosên ingilîz û rûsan yên Wanê, Erziromê, Tewrîzê û misyonerên wan ên Ûrmîyê û cihên din re bi rêya peyamnêrên xwe re name dişîne û bi wan re dest bi peywendîyan dike. Di wan nameyan de bi awakî vekirî rewşa xelkê kurd û mebesta xwe ya ji bo serhildanê bi awakî vekirî digihîne wan.

Bi xidîwê Misrê û emîrê Hîcazê re dikeve nav peywendîyan û daxwaza alîkarîyê ji wan dike. Bi hemî awayî hewil dide peywendîyên xwe li her milê bi hêz bike û ji hemî imkan û dijîtîyên ku hene îstîfadeyê werbigire.

Wekî me li jorê got, jineke Şah Mihemedê Qacarî a navê wê Xedîce Xanim, keça yek ji mîrekên Hekarîyê yê navê wî Yehya Xan yê li cihekî navê wê Cahrîk îkamet kirî bûye. Kurekî Şah Mihemedê Qacarî yê ji vê jinê yê navê wî Ebbas Mîrza hebûye. Ji jineke wî ya din jî kurekî navê wî Nasireddîn Şah. Her çend Şah Mihemedê Qacarî xwestîye piştî mirina wî Ebbas Mîrza bibe cihgirê wî, lê ev pêk nehatîye, piştî mirina wî Nasireddîn Şah bûye cihnişînê bavê xwe. Piştre wî xwestîye mîl bikêşe çavê birayê xwe û wî kor bike, lê li ser midaxeleya sefîrên Brîtanya Mezin û Fransayê, ew ji vê cezayê tê rizgarkirin û wî dişînin Bexdayê yê di bin birêvebirîya Osmanîyan de. Piştre jî dişînin Stenbolê. Ew bi vî awayî 25 salan li koçberîyê dimîne. Di sala 1878an de efû jê re derdikeve û tê Îranê. Dema ku Şêx Ubeydullah hazirîya serhildanê dike, yek ji wan kesê ku xwestîye pê re peywendî deyne û ji dijîtîya wî û birayê wî û xarzîtîya wî ya bi kurdan re îstîfade bike. Ji bilî xarzîtîya wî bi kurdan re, bapîrê wî Yehya Xan yek ji mirîdê herî dilsoz yê Terîqeta Neqşîbendîyê û hezkirîyekî malbata Nêhrîyê jî bûye. Ez naxwazim dirêj bikim, Şêx Ubeydullah du mirovên xwe bi namekê re dişîne li balê, di nameyê de jê re dibêje, eger tu bi min re hereket bikî, piştî serkevtinê ez ê şahîtîya Îranê bidim te. Te evqas sal in ev çend ezîyet ji destê birayê xwe kêşaye, ev firseteke ji bo te ku tu li ser textê şahîtîya Îranê rûnî.

Wî Ebbas Mîrzayî piştre ku bîranînên xwe nivîsandine, vê bûyerê dûr û dirêj neqil kirîye û li hemberê vê teklîfa Şêx Ubeydullah çi difikire, hemî nivîsandîye. Lê ew vê teklîfê qebûl nake û herdu mirovên Şêx dide destê dewletê û cezayê hetahetayî ji wan re tê dayîn.

Li vir mebest bi vî awayî dirêj behsa bûyereke wiha, hewlên Şêx Ubeydullah ji bo danûsitandinan û îstîfade wergirtina ji hemî dijîtî imkanan e.

Piştî van hemî hewl û danûsitandinan Şêx Ubeydullah dixwaze ji bo şêwrê, nirxandina rewşa Kurdistanê û imkanên heyî bi beşdarîya hemî xelîfeyên terîqetê, şêx, axa û hemî serekên eşîretên Kurdistanê yên ji Hewremanê bigir heta Erziromê meclisek pêk bîne û di wê meclisê de staretejî û taktîkên serhildanekê bi wan re minaqeşe bike. Li gor çavkanîyan û lêkolînên li ser tevgerê û serhildanê hatine kirin, bi beşdarîya 5 şêx, 21 xelîfe û 42 mîrzadeyan, ji meha tîrmeha sala 1880an heta destpêka meha tebaxê ya eynî salê li Nêhrîya bingehê Şêx Ubeydullah civîn tên çêkirin. Dûr û dirêj stratejî û taktîkên serhildanekê tên minaqeşe kirin. Hinek organ tên avakirin û ji bo serekatîya wan kesên naskirî yên Kurdistanê tên hilbijartin. Di netîceyê de biryar û netîceyên vê meclisê, yan jî li gor hinek çavkanîyan vê “Komeleya Kurdistanê” bi vî awayî tên rêzkirin: (Ez ê vê qismê raste rast ji kitêba Mihemed Heme Baqî ya Serhildana Şêx Ubeydullahê Nêhrî, 1880/ Di Belgeyên Qacarî de, neqil bikim).

“Li gor vê, ev komeleya han, ‘di dîroka komele, rêxistin û partiyên kurdî de’ yekemîn komeleya siyasî ya kurdî ye ku mixabin kurd bi xwe ne xwediyê tu agahdarî û belgeyek li ser vê komeleyê ne. Lê di îlaweyên çendîn wan belgeyên hatine nîşandan de, em tê digihin ku:

  1. Şêx Ubeydullahê Nêhrî bi xwe serokê vê navendê ye.
  2. Behrî Begê kurê Bedirxan ê mezin kargêrê wê ye. Armancên wê jî ji van xalan pêk hatine:

1) Rizgarkirina Kurdistanê ji destê zilm û zoriya Osmanî û Qacarî.

2) Pêkanîna dewleta Kurdistanê ya yekgirtî ya azad di herdu beşên Qacarî û Osmanî de.

3) Bijartina Şêx Ubeydullahê Nêhrî ji bo hikumdariya Kurdistanê.

4) Dostkirina gelê ermenî û mesîhiyên din ên Kurdistanê.

Zanyariyên din ên di derbarê vê komeleyê de (di van belgeyan de) ji van xalan pêk tê:

1.Şaxên komeleyê li hemî bajarên Kurdistanê hene.

2.Xwediyê çar hezar tivingên Martînî ye ku 200 libên wan li Îranî û yên din li Tirkiyê ne.

3.Piraniya serokeşîretên hemî Kurdistanê, bi yên Rûsyayê û Ermenîstanê ve, endamên vê komeleyê ne”.

Di hinek belgeyan de ku gotine Simon Axayê ermenî, lê rastîya wê gereke Simon Efendî be, berpirsiyarê kar û barên Şêx Ubeydallah ê derve bûye. Şairê bi nav û deng ê Mukrîyan Wefayî katibê Şêx Ubeydullah bûye û hemî name û nivîsên wî yên resmî ji alîyê wî ve hatine nivîsandin. Bi unvanê begzade (mîrzade, baron) hatîye nasîn.

Axavtina Şêx Ubeydullah a di vê civînê de, ku heta derecekê stratejî û taktîkên serhildanê jî dide xuyakirin, em ê bê şirove kurtîya wê jî neqil bikin û piştre derbasê mijareke din a sefheya serhildanê bibin:

“550 sal beriya niha Împaratoriya Osmanî hat damezirandin. Osmaniyan bi rêya nemeşru desthilat girtin destê xwe. Piştî 400-500 sal hikûmraniyê, dev ji dînê Îslamê berdan û rêya kufrê girtin. Ji wir şûnve êdî ketin nav bêhêziyê û çiqas diçe nêzîkî ketin û hilweşînê dibin. Hilweşîna wan jî ewqas bi lez diçe, guman tê de tune dê van nêzîkahiyan de biqewime û dawiya wê bê.

Lawên min ên delal,

Dibê em guh bidin nesîhetên bav û bapîrên xwe. Bes e, êdî nabe em barê zulm û dîlîtiya tirkên kafir hilgirin. Pêwist e em xwe rizgar bikin. Ne tenê em kurd, li Tirkiya Osmanî, belko dibê em birayên xwe yên kurdên Îranê jî, ji van herdu hikûmetên rêya pêşkevtinê li ber me dibrin, rizgar bikin.

Bav û bapîrên me ji me dixwazin em di rêya dîn û azadiya niştimanê xwe de, dev ji xwîna xwe berdin.

Aliman gotine, îstîfadekirina ji şertên li bar zanatî û jîrî ye. Îran niha mijûlê şerê tirkmenan e, hemî hêza xwe şandiye li ser wan, ev jî tê wê manayê ku niha şert û merc ji bo hereketekî li dijî hikûmeta Îranê li bar e. Her çend em ji farisan natirsin, ji ber ku eger mijûlê şer jî nebin, çiqas hêzên mezin ên şer berhev bikin jî, ji 100 hezar eskeran derbas nabe, ji nîvê zêdetirî wan kurdên birayên me ne ku Îran ew diçewsîne û xwediyê eynî ruh û hisiyeta me ne.

Ji ber ku beşeke dewlemend û bi pît û bereket a Kurdiistanê di bin destê Îranê de ye, dibê ew hereketê em mijûl in pêk bînin, pêşiyê li hemberê dijminê jar dest pê bike. Em bi vê birayên xwe û niştimanê xwe yê dewlemend rizgar dikin. Ev ji me re çavkaniyeke dewlemend temîn dike. Alîkariya me ya ji bo rabûna li dijî dijminê duduyan dike, ku bi hêztir e, ew jî tirkên Osmanî ne…”.

(dûmayîk sibê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev