Koroxlî û Eslan paşa

Koroxlî û Eslan paşa

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema ji rêzenivîsa me a heyştêûçaran ya bi sernavê  ”Koroxlî û Eslan paşa” me ji pirtûka “Varîyantên kurdî yên destana “Koroxlî” hildaye, ku sala 1953an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berevkar û amadekarê vê berhemê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 84

Wextekê Koroxlî bi keleşlerên xwe va çûbûne nêçîrê, hema Eybaz Balî pê ra bû. Gava ku Koroxlî biçûya nêçîrê, Eybaz Balî dihat. Eybaz Balî li pêşîya siyaran bû; kurê wî bû, jê hiz dikir, hema li serê Eybaz Balî baskên qulingan hebû, pêş anîya xwe, ber papaxê xwe va diçikand. Zef bedew bû, zef jî lê dihat. Ew ku çûbûn rav û nêçîrê, Nîgar Xanim jinên keleşleran li hêsûya kelê guhdarîya riya wan dikirin. Lê nihêrî keleşlerên Koroxlî bi Koroxlî va derketin, hema Eybaz li pêşîyê ye, durne têller (baskên qulingan) li ber anîyê va çikandîye ber papaxê xwe va. Ew qender lê tê, meriv hewas û hijmetkar e lê binihêre. Jinên keleşleran gotin:

– Nîgar Xanim, ku mîna Eybaz Balî durne têller li serê keleşlerên Koroxlî jî bin, wê çiqasî baş be, çiqas bedew e, çiqas rind e, çiqas delal e!

Siyar hatin peya bûn, Koroxlî bi keleşlerên xwe va hatin. Êvarê Nîgar Xanimê ev gilîyê jinên keleşleran ji Koroxlî ra gotin. Sibe safî bû, Koroxlî gazî keleşlerên xwe kir, got:

– Çawa Eybaz Balîyê min durne têller li anîya xwe xistîye, gerekê hûn jî durne têller, perrên qulingan li anîya xwe xin.

Demirçîoxlî got:

– Koroxlî, durne têller li kêderê hene?

Got: -Lawo, durne têller li Bexdayê di baxê Eslan paşa (padişa) da hene.

Demirçîoxlî got:

– Ezê herim!

Kose Kenhan got:

– Ezê herim!

Got: -Hûnê herin, Kose Kenhan, Demirçîoxlî, ezê Eybaz Balîyê xwe jî bi we ra daynim.

Kose Kenhan, Demirçîoxlî tivdarekê xwe dîtin. Koroxlî ji Eybaz Balî ra got:

– Eybaz Balî, tivdarekê xwe bike.

Eybaz Balî li Qirat (hespê bavê xwe) siyar bû. Demirçîoxlî, Kose Kenhan jî siyar bûn, hersêkan berê xwe da şeherê Bexdayê. Hema di rê da Demirçîoxlî, Kose Kenhan li hevdu şêwirîn: „Em çawa qulixî Koroxlê dikin, lazim e ku em wisa jî qulixî kurê wî bikin“. Ewana wî ji xwe ra mezin hesab dikin. Herkê rokê, herkê dudan ajotin, berî êvarê gihîştin li ber derê baxekî li Bexdayê. Balî go:

– Demirçîoxlî, îşev bê heyam e, diha em naçin nava şeher, emê îşev di vî baxî da bin, emê sibê herin nava şeher.

Got: -Belê, Eybaz Balî, te gotîye, em ji sozê te dernayên.

– Derê bêx şikênandin, ketine hundurê bêx, hespên xwe bi daran va girêdan. Hersêyan jî nihêrîn, ku bêx tijî quling in. Pê ketin ev quling qir kirin, gişk serjê kirin. Kose Kenhan şandin nava şeher, hîze şerab anîn, bi qulingan ketin, şerab vexwerin, goştê qulingan xwerin, heta berbanga sibê kêf kirin. Berbanga sibê serpîyên xwe avîtin ser xwe, serê xwe danîn, razan.

Bira ew razên; şerab vexwerine, goşt xwerine. Hişyar nabin. Sibe safî bû, baxvançîyê Eslan paşa hat derî vekir, nihêrî çi binihêre: sê ejdaha tê da razane, sê hespe girêdayî ne, quling gişk qir kirine, kite quling tê da nehiştine. Baxvançî ji tirsan kete hev, got: “Ez dey li van nakim, ew ku rabin, wê min bixun. Ev ejdîhar in“. Ji tirsan zivirî, deng li wan ne kir. Zivirî, çû ji Eslan paşa ra got:

– Sê ejdîhar ketine baxê te, qulingên te tev qir kirine.

Paşa emir kir, esker kişand, dor bêx çawirme (çarhilqe) girt. Derî vekirin çûne hundur. Dey li wan kirin; Demirçîoxlî, Kose Kenhan, Eybaz Balî rabûn. Îdî dor zeft kirine, sîlihên wan jê sitendin, hespên wan birin li tewlexanê girêdan. Ew hersê jî birin, girtin kirine kelê.

Hema xeznedarekî Koroxlî revîbû hatibû gihîştibû cem Eslan paşa. Navê wî Îsmayîl bû. Ew çû got: ”Çika ez binihêrim Koroxlî bi xwe ye, yan ne ew e?”. Nihêrî ku Demirçîoxlî, Kose Kenhan, Eybaz Balî ne. Îsmayîl got:

– Demirçîoxlî, Kose Kenhan ev çi hal e hûn tê da ne?

Got: -De em hatin.

Îsmayîl got: ”Di panzdehê vê mehê da qirara kuştina we wê derkeve, wê we bikujin. Îcar niha hûn çi dibêjin; min gele nan û xwêya we xwerîye, ez cem we gelek sekinîme”.

Got: -Emê çi bêjin, eme girtî ne, kesê ku cabekê bibe Çardaxlî Çamlibelê, bigihîne Koroxlî tune.

Îsmayîl got:

– Ji bo xatirê we ezê cabê bibim; yan Koroxlîyê min bikuje, yan wê min azake, hûn di mixenetîyê da neyêne kuştinê.

Demirçîoxlî got:

– Kuro, xeznedar, tu ancax nîv mehê ji vir da herî, nîv mehê ji wir da, hazir nîv meha me heye, wê me bikujin. Go, tu karî Qirat bi dekekê ji wî bistînî? Qirat te negihîne wêderê, tu nikarî.

Îsmayîl got:

– Ew boyînê situyê min be, serê min di rihîna we da ye.

Îsmayîl derket çû mala xwe, ji mala xwe çû dîwana Eslan paşa. Lê nihêrî Eslan paşa emir kirîye: “Çiqas olka wî heye, ehelîyên topraxa wî da merivên tucar, bazirganên xurt, merivên axa Koroxlî zor lê kirîye, malê wî jê sitendîye, panzdehê vê mehê wê Koroxlî bikujin, bira bê heyfa xwe, malên xwe jê bistînin. Wê goştê wî çîtî-çîtî jêkin”. Ew kaxez nava olka xwe da bela kirîye. Bira ew tivdarekê xwe bibînin, ber bi Bexdayê bên.

Eslan paşa got:

– Îsmayîl, hela here binihêre di nav wan hersê hespan da hespê Koroxlî – Qirat kîjan e, ji min ra hilde, yên dinê bifiroşe.

Hema Îsmayîl tulismatê hespê Koroxlî zanibû. Gava Îsmayîl çû nava hespan, destê xwe li saxirîya Qirat xist, got:

– Çavekî te kor be. Çavekî xwe kor bike, lingekî xwe topal bike, xwe jar bike.

Lê nihêrî çavekî xwe girt. Hêsir ji çavên wî hatin; lingekî xwe hilda, da bin zikê xwe, qît kul e; wisa jar e nikare bi rê here. Îsmayîl çû cem Eslan paşa got:

– Paşa sax be, go, hespê Koroxlî di nav wan da tune.

Eslan paşa got:

– Kuro, Îsmayîl, bi texmîna min hespê boz Qiratê Koroxlî ye.

Îsmayîl got:

– Çavekî wî kor e, go, hêsir jê tên, go, lingekî wî topal e, bi xwe jî jarî mirî ye.

Eslan paşa bi wezîrên xwe, bi cimaeta xwe va derketine der va:

– Kuro, go, here binihêre wisan e, ne wisan e?

Îsmayîl Qirat derxist der va; gava cimaetê li Eslan nihêrî, texmîn kir, ku rast Îsmayîl e: lingekî wî topal e, çavekî wî kor e, bi xwe jî yekî jarî mirî ye, nikare rê here, bi hêrs got:

– Kuro, ku wisan e xweykirin nabe, go bibin kêleka şeher berdin werin.

Îsmayîl got:

– Paşa xweş be, go, çira berî kêleka şeher didî, go, ez jî xulamê te me, go, bide min ez ji xwe ra avê dikişînim, pê diçim aş, karwana…

Got:

– Here lawo, min da te. Şa be.

Îsmayîl Qirat kişand anî mala xwe, teslîmî jina xwe kir. Jin bira hespê bibe hundur girêde, Îsmayîl zivirî xwe gîhande kelê, cem Demirçîoxlî, Kose Kenhan, Eybaz Balî. Îsmayîl ji wan ra got:

– Welle min bi dekekê Qirat ji destê Eslan paşa derxist, îcar niha hûn çi dibêjin?

Demirçîoxlî got:

– Îsmayîl, kuro, tu nikarî xwe li ser pişta Qirat bigirî, wê movikên pişta te ji hev derxe, tu gune yî, here topek caw, pênc-şeş kîlo qîr bikire. Rûyê caw qîr bike, herkê jina te heye, kurê te heye, çî te heye, bira temiz rûyê wî cawî qîr bikin, tu li Qirat siyar be, deverû li ser veleze, bira wî cawî li te û Qirat bipêçin, ku tu nekevî. Tu Qirat berde, wê te rast bibe Çardaxlî Çamlibelê. Eger riya mehekê be, tê di nav du rojan da bigihîjî.

Îsmayîl hat mala xwe, çû topek caw sitend, şeş-heft kîlo qîr sitend, bir teslîmî jina xwe kir. Jinê qîr rind heland û rûyê wî cawî qîr kir. Şev bi nîvî bû, Qirat kişande der va, destê xwe li saxirîya hespê xist, got:

– Were ser gona xwe ya berê, cahiltîya xwe.

Qirat dîsa hat ser gona cahiltîya xwe. Rabû lê siyar bû, ser Qirat velezîya, gote jina xwe.

– Ewî cawî bîne min û Qirat pê bipêçe, min berk girêde, bona ez nekevim.

Jinikê caw li wî û Qirat pêça, girêda, mehkem kir. Jinikê destê xwe li saxirîyê xist û got:

– Bigihîne Çardaxlî Çamlibelê.

Qirat bi rê ket, here ku tu here!

Rokê Koroxlî bi keleşlerên xwe va li ser banê kelê bûn, lê nihêrîn eva Qiratê wî ye, got:

– Wax, hey wax, hersê jî kuştin. Qirat revî hat. Gava Qirat hat gihîşte wana, lê nihêrî wê tiştek ser pişta wî girêdayî ye. Qirat girtin, pê ketin ew caw ser piştê vekirin, nihêrîn merivek. Gava ku vekirin, dîtin eva Îsmayîl, xeznedarê wî, ku pere hildabû çûbû bal Eslan paşa.

Koroxlî got:

– Kuro, ev çi gilî ye, çi hesab e?

Îsmayîl got:

– Koroxlî, Eybaz Balî, Demirçîoxlî, Kose Kenhan li Bexdayê bi destê Eslan paşa niha girtîne. Min Qirat bi dekekê ji destê wan derxist, min cab ji te ra anîye, wê panzdehê vê mehê hersêyan jî bi erbet bikujin, min dikujî jî, tu zanî, dihêlî jî tu zanî.

Korozlî got:

– Îsmayîl lawo, ew êlikîya te bi min ra kirîye, hela ez ser da jî te bikujim? Min tu baxşandî, lawo!

Keleşleran tivdarekê xwe dîtin, bi Koroxlî va siyar bûn, berê xwe dane Bexdayê. Ewana nêzîkî sînorê Bexdayê bûn, dîtin merivekî kal wê zevîya xwe didirû. Çûne cem kalê, lê nihêrîn ku kalê him digirî, him jî ax dike.

Koroxlî got:

– Kalê, tu çima him digirî, him jî ax dikî?

Kalê got:

– Lê ku ez ax nekim, negirîm, kê wê bike? Çavên min birijin, Koroxlî û du keleşlerên wî girtine, sibê wê dîwana wana bikin û bi erbet bikujin. Koroxlî merivê kesîban bû. Çiqas merivên tucar, dewletî hebûn, Koroxlî hebûna wana jê sitendîye, va hatine berev bûne bona dilê xwe xweş bikin.

Koroxlî emirî li ser eskerên xwe kir bona zevîya kalê biçinin. Esker zevîya kalê temam çinîn. Kalê çû mala xwe. Koroxlî gazî keleşleran kir, got:

– Werin ez ji we ra bêjim.

Keleşler berev bûn. Koroxlî got:

– Du siyar, sê siyar bikevin nav van bêlûkên ku têne nava şeher. Wexta hûn çûne nava şeher, gihîştin Meydana Xûnê, hûn bikevin pêşîya wan, çavên we li min be, hûn şer nekin, kengê min destê xwe bire ferqa simêlê xwe, hûn mîna şêran bi hev ra lêxin.

Du meriv, sê meriv ketin nav bêlûkên wana, gihîştin Meydana Xûnê. Koroxlî ajot meydanê, xalîçeyek raxistine, maseyek dane ser. Eslan paşa sekinîye. Koroxlî jî çû sekinî, xulamên Eslan paşa çûn hersêk anîn. Eslan paşa got:

– Ji we kîjan Koroxlî ye? Ezê wî bi eza bidime kuştin.

Demirçîoxlî qêmîşî Eybaz Balî nebû ji bo xatirê Koroxlî, lê hema nizanibû ku Koroxlî hatîye, got:

– Koroxlî ez im!

Demirçîoxlî danîn ser maseyê, delak anîn, Eslan paşa got:

– De di sêrî da bigurin.

Tucarekî got:

– Eslan paşa, îsan bi serî da bê gurandin, zû dimire, bira di lingan da bigurin.

– Delak pê ketin di tilîyan da guran. Koroxlî lê nihêrî qet talaşa Demirçîoxlî nîne. Koroxlî sazek girte xwe, lêxist. Eslan paşa got:

– Kuro, ev çi teva ye?

Koroxlî got:

– Ez merivekî aşiq im, ezê li sazê xim, bira dilê Koroxlî xirab bibe, herçê merîyên Koroxlî malên wana jê sitendîye, bira dilê wan şa be.

Eslan paşa got:

– Pak, tu jî xweş dibêjî, xeber xebera te ye.

Berber jî her deqe lingên Demirçîoxlî diguran.

Koroxlî got:

– Eslan paşa, ez birçî me.

Eslan paşa gote xulamekî xwe:

– Here sinîyekê tijî birinc bike, ji vî aşiqî ra bîne.

Xulam çû, sinîyek tijî birinc kir, nan û cêrek şerab jê ra anî.

Koroxlî nanê xwe xwar, libe birinc bi simêlê wî va girt. Kir ku simêlê xwe temiz bike, lê sekinî, dest neavîte simêlê, çimkî wexta lêxistinê hela mabû, ku ewî dest bavîta simêlê, eskerên wî wê bi hev ra lêxistana.

Koroxlî lê nihêrî delak lingê Demirçîoxlî guran anîn rûyê lingên wî. Koroxlî got: “Lê mala min xirab bûyê, halê Demirçîoxlî tune”, bi saz gazî kir:

– Gelî hevalan!

 

Mîna gurên peranî,

Mîna hirçên gelîyan,

Mîna şêrên birçî di mêşe da,

Bavêjin ser dijmin,

Eslan paşa tenê ji min ra.

Qewm, lêzim, kur, kurxalan

Nehêlin yek cabê bibin mala.

 

Koroxlî dest da simêla xwe. Bû şirpe-şirpa şûran. Delak revîn. Koroxlî xwe li situyê Eslan paşa xist, ew li erdê xist, serê wî jê kir, hersê gîhandine hev. Merivên mayî gişk revîn, yên ku hatine kuştin jî, hemîn mirin. Lingê Demirçîoxlî temiz girêdan. Gazî wî kalê rê va rastî wan hatibû û kesîb û kûsîbên şeher kirin. Temamîya hebûna Eslan paşa belayî ser wana kirin. Paşê li hespên xwe siyar bûn. Wî çaxî Kose Kenhan çû nava bêx, gele durne têller hilda kire xurcika xwe, gihîşte Koroxlî û keleşleran.

Hêja ewana bi dilekî rehet çûn derketine serê Çardaxlî Çamlibelê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev