Barzanî: Kurdên Asayaya Navîn û Sovyeta berê mezintirîn xebat kirin

Barzanî: Kurdên Asayaya Navîn û Sovyeta berê mezintirîn xebat kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şanda Federasyona Komeleyên Kurdî yên welatên Sovyeta berê kir.

Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîsî de ragihandiye, ku îro dûşemî 10.04.2017 li bajarokê Selaheddînê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Federasyona Komeleyên Kurdên welatên Sovyeta berê kir.

Di hevdîtinê de endamên şanda Federasyona Komeleyên Kurdî yên welatên Sovyeta ji bo derfeta hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kirin û keyfxweşiya xwe li hember serdana bo niştimanê xwe yê resen ,Kurdistanê nîşan dan.

Herwiha şanda Kurdên Sovyeta berê pêzanînên xwe ji bo xebat û keda Barzanî anîn ziman û behsa rol û bandora xebata Barzaniyê Nemir li ser berxwedêrî û hêviya ji bo Kurdên nîştecihên welatên Sovyeta berê jî kir.

Şanda Federasyona Komeleyên Kurdî yên li welatên Sovyeta berê diyar kirin, ku bi hemû şiyanekê piştevanê Kurdistanê û berjewendiyên gelê Kurdistanê dibin û dê ji bo wê yekê jî bixebitin.

Di beşeke din a civînê de, şanda mêvan pesnê qehremanî û cangoriya hêzên pêşmerge di parastina welat û şerê terorîstên DAIŞê de kir û serxweşî li Serok Barzanî û kesukarê wan pêşmergeyan kir, ku canê xwe gorî kirine û şehîd bûne.

Her di vê civînê de şanda Federasyona Komeleyên Kurdên welatên Sovyeta berê behsa rewş û jiyana Kurdên welatên Asyaya Navîn û Sovyeta berê jî kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî jî di vê civînê de spasiya helwesta şanda mêvan kir û kurdên nîştecihê welatên Sovyeta berê bi beşekî ezîzê gelê Kurdistanê bi nav kir û li hember kar û çalakiyên Federasyona Komeleyên Kurdên welatên Sovyeta berê destxweşî  li wan kir.

Barzanî herwiha ragihand, parastina nasname û resenayetiya niştîmanî û neteweyî mezintirîn xebat e ku Kurdên Asyaya Navîn û welatên Sovyeta berê bi başî encam dane.

Her di vê hevdîtinê de Barzanî ji amadebûyan re behsa dîroka gelê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê û herwiha îradeya xelkê Kurdistanê ya ji bo lidarxistina referandumê û gihîştina bi serxwebûnê kir.

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1004201714

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev