WÊNEKE MELAYÊ CIZÎRÎ JI QELEMA HINEK ZANAYÊN KURD

WÊNEKE MELAYÊ CIZÎRÎ JI QELEMA HINEK ZANAYÊN KURD

Çavkanî: Melayê Cizîrî. ”Şitêk Derbarey Jiyan û Berhemî” 

Nivîskar: Izeddîn Mistefa Resûl, profesorê Zanîngeha Silêmanîyê

Kurmancîya wê: Ziya Avci (Elîşêr)

Mîr Celadet Bedirxan di wan tiştên ku di derbarê Melayê Cizîrî de nivîsandîye, bi qelema xwe nexşe û wênekê ji bo şair kêşaye û îhtîmal e her vegotin û gotinên xwe ji devê xelkê wergirtine. Wî bi vî awayî nivîsandîye:

”… Bejna Melê ne kurt, ne dirêj, lê navîn bû. Rûwê wî girover, sipî û sor bû. Çav û birhên wî reş bûn. Riha wî sivik bû. Gulîyên wî hebûn dihatin heta ber gûhê wî. Por, rih û gulîyên wî hergav şehkirî bûn. Enîya wî fireh, stowê wî dirêj bû.

Rêveçûna wî bi lez bû.

Kefîyek davêt ser serê xwe, yeke din jî li ser dipêçand. Xeftanek li ber bû.

Pêlaveke sor têxiste pêyên xwe.

Eba werdigirt. Hergav bi ken bû. Di dora xwe re xweş dikir, dilê xelkî ji xwe ne dihişt.

Mela di Cizîrê de çûye rehmetê. Di taxa Torê di Medresa-sor de veşartî ye”.

Bi vî awayî sifetê Melayê Cizîrî di çavkanîyên din de jî tê dîtin. Diyar e ew jî pişta xwe bi vegotinên devkî girê didin. Seydayê Seccadî jî di vî warî de nivîsandîye û dibêje:

Mela ku li gor bi devkî hatîye neqilkirin yan jî di hinek tiştan de wênekî wî yê xeyalî hebe, mirovekî sor û sıpî bûye û di temenê xwe yê xortînîyê de bi nav û deng bûye. Çavên wî reş mezin, bijang dirêj, birhên sitor, pozzirav, dev û çavên wî pehn û di cil û berg de sipehî bûye. Di dewra feqetîyê de qumaşê Zaxo dikir şal û şapik û li gor ûrf û adetê wî welatî nexş dikir û li ber dikir.

Cemedanî dida serê xwe, şal û şepikên wî welatî ne wekî yên alîyê Soran in, wekî pantolên niha ne, lê bi dixûn ne bi pişkok, ev cil û bergê taybetî yê kurdewarîyê ye. Ne dûr e her ev şal û çoxeyê welatê Botan be, ewropiyan tê de destkarî kiribe û kiribin çakêt û pantol.

Seydayê Enwer Mayî jî di vî warî de wiha nivîsandîye:

Giran, hişyar, sor û sipî, bejinbilindekî endamşûş, çavgeşekî reş, bijangên dirêj, birhên peywest û pozzirav bûye. Di dema xortînîya xwe de cil û bergekî sipehî, şox û şeng, şal û şepikên nexşîn li xwe kirîye.

Eger bi qelem, em li wesfekî sipehî û edebî yê Melayê Cizîrî bigerîn, her lazim e em biçin li ser wê destpêka edebî ya seydayê Elaedîn Seccadî, ku wekî wî behsa şairên din kirîye, bi destpêkeke edebî wesfeke Melayê Cizîrî jî kirîye.

Qelema rengîn ya seydayê Seccadî wiha nivîsandîye:

”Cewherekî şevçira li koşka çiyayên bedenê bilind ê Botan, semenderekî bêperwa ê teşbîhê xaneyê eşqê û dûr ji sotinê. Şêxê ku pîrê wî ji pîrê bilind ê perî bûbe her ew bûye, şêxê ku pîrê wî ji pîrê çavê şoxîgerî bûye bûbe her ew bûye! Nimûnekî bi rastî yê lalezarê naz de ku awaza dengê bilbil çemen bîne coş, aşiqekî serbestî ji baregahê xwedî şîyan ku semtora şiira dil û rahê yaran bîne hawarê. Pêxemberê serdeftera şiira terr a naz ji axa pak a Botan. Dilzindîyê, bêhndirêjê û pelavêjê deryayê tesewufa ji sinorê bilind ê kurdan. Fikra eynikeke bêgerde ji bo sofîyên xwedaperest, hestê şahwênekî sehrayê ji bo feylesofên heqperest”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev