Cezayê berî 50 salan îro tê dayîn

Cezayê berî 50 salan îro tê dayîn

”Tu ne yar î, tu neyar î” 

Têmûrê Xelîl

Min sernivîsara gotara xwe ji pirtûka bavê xwe Xelîlê Çaçan Mûradov ya bi sernivîsara ”Gotinên pêşîyan” hildaye. Berî 50 salan, sala 1967an Komeleya nivîskarên kurd ya Yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê biryar dabû vê pirtûkê çap bikin, dewletê jî mesrefên çapkirinê û honorara xudanê pirtûkê (herwiha hemû pirtûkên kurdî yên din jî) hildabû ser xwe. Lê ew çap nebû.

Li jêr ez biryara civîna Komeleya nivîskarên kurd li Ermenîstanê raberî we dikim (wergera nivîsên bi zimanê ermenî, ku hûn di wêneyên gotarê da dibînin): 

Jêdera ji protokola hejmara 6an ya sala 1967an ya Komeleya nivîskarên kurdan ya li rex Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê

Evan kesan peyivîn û bawerîyên xwe ser pirtûkê gotin:

a) Erebê Şemo Şamîlov: Nimûneyên folklora me yên here baş, ku Xelîl Mûradov ji gel berev kirine, di hêla perwerdeyê, welatparêzîyê, hûmanîstîyê da xwedî qîmetê pir bilind in. Bi bawerîya min ew hêja ne, ku bêne çapkirin.

b) Casimê Celîl: Ez wisa bawer im, ku Komeleya nivîskarên kurdan gerekê ser pirsa çapkirin an jî çapnekirina nimûneyên folklora me biryarê nede. Ev karê Beşa Kurdzanîyê ya Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanê ye. Em gerekê bi wan berhemên efirandî va gîro bibin û hindava wan da biryarê bidin, ku nivîskaran bi xwe nivîsîne.

c) Karlênê Çaçanî: Hevalê Xelîl Mûradov demeke dirêj e, ku nimûneyên folklorê berev dike. Û îro ewî pirtûka xwe ya bi sernavê ”Gotinên pêşîyan” raberî me kirîye, ku xebateke dagirtî ye û ji bo xwendkarên kurd pir giring e. Ew pirtûk wê bibe xemila edebîyeta me. Belê, ew hêja ye bê çapkirin.

Paşê van kesan xeberdan: Qaçaxê Mirad, Tîtal Mûradov, Sehîdê Îbo, Simoyê Şemo, Elîyê Ebdilrehman û yên mayîn, yên ku gotin, ku ew berhema bi nirx hêjayî çapkirinê ye.

Li ser bingehê van fikiran, civîna Komeleya nivîskaran biryar kir:

-Pêşnîyarî weşanxaneya ”Hayastan” bikin, ku nimûneyên ji folklora kurdan ya Xelîl Mûradov ya bi sernavê ”Gotinên pêşîyan” sala 1968an çap bikin.

Serokê Komeleya nivîskarên kurd (îmze) Karlênê Çaçanî

Sêkrêtar (îmze) Sehîdê Îbo 

Ev pirtûk berî çendekê, piştî hema bêje 50 salan ji alîyê weşanxaneya „Lîs“ê li Diyarbekirê çap bû û gelek deng da.

Ez bi xwe zanim, ku ev pirtûka folklorî ji bo çi di dema xwe da çap nebû. Lê ez dixwezim, ku xwendevanên me jî zanibin.

Dewleta Ermenîstanê destûr dabû kurdan, ku di salê da weke 5-6 pirtûkên şayîr û nivîskarên kurdên Ermenîstanê, herwiha yên komareyên Yekîtîya Sovyet yên din çap bikin. Em binêrin ka me ew firsenda Xwedêdayî çawa bi kar anî.

Hinek kurdên berpirsên van karan (salên dirêj redaktorê pirtûkên kurdî li weşanxaneyê û serokê Komeleya nivîskarên kurd eynî herdu kes bûn) bona pirtûkên xwe û neferên malbeta xwe çap bikin, yên nivîskarên navdar çap ne dikirin. Ji bo gotinên min bê bingeh nîbin, ezê çend nimûneyan bînim:

Du helbestvanên me yên here bi nav û deng Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen bûne. Piranîya berhemên wan di saxîya wan da gerekê çap bibûna, lê di rûyê wan herdu kesan da çap nebûn. Eger ne xanima Fêrîkê Ûsiv – Frîdeya Cewarî bûya, ku van salên dawî hemû berhemên mêrê xwe yê rehmetlêbûyî amade kir û da çapkirinê, gelê me wê tam bi hunurê wî nehesîya. Pirtûkeke Şikoyê Hesen jî piştî mirina wî hate çapkirinê.

Lê çiqas nivîskarên me hene, ku di saxîya wan da pirtûkên wan çap nebûn, piştî mirina wan jî çap nebûn, ji ber ku kesên ew amade bikirana, fînanse bikirana tunebûn. Yek ji wan Etarê Şero ye. Emerîkê Serdar di gotara xwe ya bi sernivîsara ”Ji bo bîranîna Etarê Şeroyê rehmetî” da (http://www.kurdist.ru/index.php?option=com_content&task=view&id=1019 ) dinivîse: ”Berevoka Etarê Şero piştî mirina wî li weşanxaneyê winda bû û ronahî ne dît”.

Eynî tişt hate serê berhemên Ahmedê Mîrazî jî, ku tenê beşeke biçûk jê bi navê „Bîranînêd min“ çap bû.

Em bêjin, ku li weşanxaneyê berpirsê pirtûkên kurdî wê demê Casimê Celîl bûye û hemû pirtûkên kurdî bal wî bûne. Îcar gotina ”winda bû” çiqasî li vê meseleyê tê, ew jî hûn biryarê bidin.

Bal me helbestvanekî din yê bi nav û deng hebû – Qaçaxê Mirad, ku ji sala 1958an bûye cîgirê serokê radyoya Yêrêvanê Xelîlê Çaçan, dû ra jî, heta roja mirina xwe – cîgirê berpirsyarê rojnameya ”Rya teze” Mîroyê Esed. Ew helbestvanê me yê pêşin bû, ku têma ”Kurdistan”ê di nav helbestên xwe da bi kar anî û yek ji helbestvanên me yê herî bi nav û deng bû.

Emerîkê Serdar di gotara xwe ya bi sernivîsara ”Bîranînên derheqa Qaçaxê Mirad da”, ku bi zimanê rûsî çap bûye, dinivîse: ”Di dawîya sala 1959an ez bêjerê radyoya kurdî bûm. Li radyoyê 6 kes kar dikirin. Xelîl Mûradov serekê radyoyê bû, Qaçaxê Mirad cîgirê wî bû, Casimê Celîl berpirsê sazbendîyê bû, Şikoyê Hesen wergervan bû, ez û Eznîva Reşîd jî bêjer bûn”.

Dû ra Emerîkê Serdar û Qaçaxê Mirad gelek salan bi hev ra di rojnameya ”Rya teze” da kar kirin. Di eynî gotarê da Emerîkê Serdar dinivîse: ”Rojekê Qaçaxê Mirad ha gote min: -Emerîk, tu zanî, kurên min bi kurdî nizanin. Ji ber wê jî ez dixwezim dû mirina min ra tu çareserkirina hemû pirsên bi mîrata min ya edebî va girêdayî hildî ser xwe”.

Emerîkê Serdar dû ra dinivîse: ”Min piştî mirina wî hemû berhemên wî yên çapnekirî berev kir, pirtûka wî amade kir, pêşgotina wê nivîsî û sala 1981ê bi navê ”Min çi dît” çap kir. Lê ez dixwezim destnîşan bikim ka bi çi dijwarîyê min ew pirtûk çap kir. Wan deman Casimê Celîl li weşanxaneya ”Sovêtakan grox” da kar dikir û ewî her tişt dikir, ku pirtûka rehmetîyê Qaçaxê Mirad çap nebe. Di navbera min û wî da şerekî rasteqîn derket; dawî bi saya hereketê min û heqîyê, herwiha bi saya helwêsta heq ya serokatîya weşanxaneyê, pirtûka dawî ya Qaçaxê Mirad hate çapkirinê”.

Lema dibêjin: ”Fileyekî xêr ji birayekî bêxêr çêtir e”.

Sebebeke din jî hebû, ku wan pirtûkên li ser wan biryara çapkirinê hatibû dayîn, çap ne dibûn. Hinek berhemên ji wan pirtûkan piştî çend salan, an jî dehsalan bi navê hinek kesên din, bi cûrê xirabkirî, çap dibûn. Wek nimûne, Hecîyê Cindî di pirtûka ”Hecîyê Cindî û malbeta wî” da, ku keça wî – Frîdeya Cewarî amade kirîye û sala 2012an li Yêrêvanê di weşanxaneya ”Asoxîk” da daye çapkirin, di rûpelê 104an da ha dibêje: ”Welle, nava me da tîpên çawa hene!… ernûs, nexwez, diz… Şikyat kim? Na, nikarim! Bira teslîmî Xwedê bin. Hate bîra min, wekî yekî ro nava nîvro ”Kerr û Kulik”ê min kir ser navê xwe. Destana min ya ”Têlî Hemze” jî. Min tercima (wergera) poêmê (destanê) dabû şayîrê ermenî Soxomon Taronsî, wekî tercima wê serrast ke… û çend mehê dinê ”Têlî Hemzê” xwe bi navê eynî kesî dît. Em nava xelqê da dijîn, xerîbîyê da, ez îzinê nadim xwe herim şikyat kim… De bira dîsa teslîmî Xwedê be!”.

Pirtûkên me yên din jî winda bûne. Wek: kurdzana bi nav û deng Margarîta Rûdênkoyê, ku ”Mem û Zîn”a Ahmedê Xanî ji orîgînalê wergerandibû rûsî û bi pirtûkeke cuda dabû çapkirin, eynî berhem transkrîpeyî ser kurdîya kirîlî kiribû, ji Komeleya nivîskarên kurd li Ermenîstanê ra şandibû bona çapkirinê û… ew li weşanxaneyê winda bû.

Ez gotineke pêşîyan jî ji wê pirtûkê raberî we bikim: ”Kurmê darê ne ji darê be, zewala darê wê tunebe”. Em gelek caran ji bo kêmanîyên xwe her kesî rexne dikin, xên ji xwe. Dewleta Ermenîstanê destûra çapkirina pirtûkan dabû, ew kar fînanse dikir, lê ji me hinek kes her tişt dikirin, ku pirtûkên baş çap nebin, yên xirab çap bibin. Û wan kesana di jîyana xwe da gelek pirtûkên helbestan çap kirin, lê di wan da tu helbesteke hêjayî qîmetkirinê tune. Û wana wê şevê dest ji nivîsandina helbestan kişandin, dema Yekîtîya Sovyet hilweşîya, fînansekirina berheman nema û mûsayê helbestnivîsarîyê yê di mejûyê wan da jî di eynî şevê da hilweşîya.

Bextê me lê xist, ku di nav ronakbîrên me da kesên xêrnexwaz û ne welatparêz pir hindik bûn. Bi tevayî, ronakbîrên me karê pêşketina çand û edebîyeta kurdî bi serketî kirin.

Dibe ev gotara min ne bi dilê hinek kesan be û ew nerazîbûna xwe bi gotineke pêşîyan – ”Piştî mirîyan an baş, an tiştek na” dîyar bikin. Lê ew kes bira bizanibin, ku gotineke pêşîyan ya din jî heye: ”Neheqî gerekê li erdê nemîne”.

A here xweş jî ew e, ku dîrok cîyê her kesî kivş dike, wana gorî zanebûn û welatparêzîya wan qîmet dike. Îro ew kesên, ku pirtûkên kesên zane û welatparêz çap nedikirin û dewsa wan yên mirovên xwe, dost û hevalên xwe çap dikirin, ku bi kalîteya xwe va ji yên din pir nimiztir bûn, tu kes bi bîr nayne, ji ber ku bi dû xwe ra berhemên edebî ne hîştine, tiştên hîştine ew bûye, ku navên ”berhem“ û „pirtûk“ lê kirine, lê di esilê xwe da makulatura ne, bi rûpelên wan pirtûkan milet li gundan tendûrên xwe vêdixe. Lê berhemên wan kesên zane û welatparêz, ku çap ne dikirin, îro li welatê wan – Kurdistanê çap dibin, belav dibin, milet ji wan berheman hez dike, dixwîne, qîmet dike, sipasîya xwe ji wan ra dibêje, rehme li gora wan dike, heta diçine ser goristanên wan jî û dibêjin: ”tu nemirî yî”. Ev gotin zêde ji Fêrîkê Ûsiv, Xelîlê Çaçan, Şikoyê Hesen, Simoyê Şemo, Qaçaxê Mirad, Emînê Evdal, Erebê Şemo, Çerkezê Reş û yên din ra têne gotin.

Gelo ev kesên di postê welatparêzîyê da hatine cezakirin? Belê, hatine cezakirin! Milet cezayê herî giran da wan: -Pirtûkên wan hîç nayêne xwendin û li welêt nayêne çapkirin, lê yên pirtûkên wan di wextê da di rûyê neyar û nemaman da çap nebûne, îro milet wana digere, peyda dike, dixwîne, qîmet didê, hez dike…

Ango, cezayê berî 50 salan îro tê dayîn.

P.S. Di van nivîsarên bi zimanê ermenî yên li jêrê çapbûyî da hûn jêdera ji protokola hejmara 6an ya sala 1967an ya Komeleya nivîskarên kurdan ya li rex Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê dibînin, ku me wergera wê a kurdî li jorê raberî we kir.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev