Delîlê Ehlaqî (Moral Argument)

Delîlê Ehlaqî (Moral Argument)

Alî Gurdilî

Nêrîna ku dixwaze hebûna Xwedê bi delîlên ehlaqî bipeyîtine  (moral argument for the existence of god) û hebûna Xwedê, bi hebûna nirxên ehlaqî yên mirovan rave dike. Li gor vê ferasetê, hebûna Xwedê di tecrûbeyên ehlaqî yên mirovan de veşartî ye.

Ev feraset, xwe dispêre çend argumentan:

1- Hebûna wijdana (ûcdan) mirovî, ku bingeha ehlaq û ehlaqdariyê ye, encax bi hebûna Xwedê dikare were ravekirin.

2- Têgehên ehlaqî yên mîna erk (wezîfe), rastî û dirustî û heqaniyet, encax bi hebûna Xwedê dikarin werin ravekirin.

3- Ehlaqdarî hêza xwe ya danekirinê, ji ceza û xelatên Xwedayî werdigre.

4- Di navbera bextewariya şexsî û nirxên ehlaqî de, têkiliyeke xurt heye û ev yek heke wekî daxwazeke aqil were pejirandin, wê demê ji aliyê barbirên (ozne, subject) ehlaqî ve pejirandina hebûna Xwedê, tiştekî maqûl e û aqilane ye.

Feylesofê ku cara yekem vê argumentê bikar aniye, Immanuel Kant (1724-1804) e û Kant delîlê (argumenta) çarem, wekî delîlekî bingehîn bikar aniye. Li gor nêrîna Kant, mirov mecbûr e ku heyîneke ehlaqdar be û nirxê ku mirovan dike hêjayî bextewariyê jî, ehlaqdarî ye. Dîsa Kant dibêje ku di cîhana aqlî de, sîstemeka ku ehlaqdarî û bextewariyê dike yek, heye û ev yek, mafê me ê herî xwezayî ye. Lêbelê ev yek, divê bi tenê di asta ramanî de nemîne, nexwe dê ehlaqdarî tu carî nikaribe xwe bigihîne bextewariyê.

Lewma jî li gor nêrîna Immanuel Kant, yekîtiya ehlaq û bextewariyê, dibe sebebê afirandina başiya (qenciya) herî raser. Ligel vê yekê, temamiya mirovan rabin werin cem hevdu jî, bi serê xwe nikarin wê başiya raser (bilind) biafirînin. Lewre ev yek, ji wan zêdetir e û heta ji  pergal û sazûmana xwezayî jî zêdetir e. Wate, ne mirov ne jî sazûmana xwezayî, dikare wê başiya raser pêk bînin. Ev yek bi tenê, encax bi rêya fikirîna Aqlê Mutleq (Xwedê) dikare pêk were, ku gerdûnê bi rêya qanûnên ehlaqî bi rê ve dibe.

fr: argument moral / tr: ahlaki kanıt  

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Alî Gurdilî

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev