Berhemeke “Folklora kurmancîyê”: Rûdeve

Berhemeke “Folklora kurmancîyê”: Rûdeve

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema heyştêûpêncan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê berhemeke êpîkîyê ya bi sernavê “Rûdeve” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 85

 

Şaxek ji “Rostemê Zal”

Qîzeke Selmîyanî Sindî hebû, ku pelewana pê nikaribû. Ew rojekê çû mêşe, dar çinî, danî ser şirîta xwe. Çiqekî dara li sûretê wê ket. Zef xirab lê ket, sûretê wê qelaşt. Sûretê xwe pêça, darê xwe hilgirt anî malê. Ji şerma du-sê roja rû bi bavê xwe ne ket. Bavê wê pirsî, go:

-Kanê, go, çima qîza min nayê dîwana min?

Go: -Sûretê wê birîndare.

Go: -Gazîkinê, bira bê.

Gazîkirinê, anîn hatin.

Selmîyanî Sindî go: -Hela, go, lawo, te çima sûretê xwe pêçaye?

Go: -Bavo, çûme mêşe, go, çiqekî dara li sûretê min ket, sûretê min qelaşt, ez ji şerma nedihatime cem te!

Go: -Lawo, eva ne şuxulê çiqê darane, go, te çûye destbazî xelqêra kirine.

Eva dîna xwe dayê, ki wa got, qîza wî jê xeyîdî. Deste kincê pelewana wergirt, çû extexanê. Hespek derxist. Gurzê banê xwe hilda, dizîkava berê xwe da kela Zabilê, kela Zalê, çû derkete Zabilê. Meydana pelewana sekinî. Navê Zalê bihîstibû, go: “Ezê herim, go, pelewanekî xurte, go, ezê têkevim, herime meydana wî. Eger destê wî ser destê minra bû, ezê bistînim, herkê ne ser destê minra bû, ezê lêxim bikujim”. Sivê şebeqê li meydanê sekinî, gurzê xwe quloz kir. Pelewanê mala Zalê, pelewanê Zabilê derketin. Dîna xwe danê wê dengê gurza tê. Kesî turuş ne kir xwe bide meydana wê.

Cab dane Zalê, go:

-Pelewan meydanê sekinîye, go, deng ji gurzê wî tê, go, em turuş nakin, go usa deng ji gurzê wê tê, şivêta ewirê nîsanê; herkê tu neçî meydana wî, kes ji me turuş nake.

Pelewana gotine Zalê. Zal rabû, kincê pelewana wergirtin. Li Eşqerîdêmzer siyar bû. Eşqerîdêmzer hespê wî bû. Heyşt pût hesinê samaxor gurzê wî bû. Gurzê xwe hilda, çû meydanê. Bi gurza li hev xistin heta nîvro, yekî yek alt ne kir, Zalê gotê, go:

-Pelewan, go, eva hespê bin meda ew jî xûn û canin. Em peyabin gulaş bigirin.

Sibê heta nîvro hespa peya bûn. Firavîna xwe xwerin, rabûn ketine gulaşê. Heta berî êvarê gulaş girtin, hev birin-anîn. Rûdevê zor dayêda. Ji wê birîna wê navê wê danîne Rûdeve. Zanî, berê navê wê Gêlapirûzîya bû. Heta berîya êvarê şer kirin. Zal dîna xwe dayê zor dayê, wê Zal bavêje. Qewata çil fêrizî li Zal zêde bû. Dest avîte çiçikê wê. Ew ji çiçikê xweda qels bû. Zal ew li erdê xist. Şûr kişand serê wê lêxe.

Go: -Zal, moletê bide, go, ez bişkoşkêd xwe vekim.

Bişkoşk vekirin. Zal dîna xwe dayê cote memikê zer derketin, dîna xwe dayê ku qîze. Zal poşman bû, go:

-Ez Zal bim, rojek heta êvarê min qîzek ancax alt kir?

Go: -Zal, go, qewata çil fêrizî na, ya heyştê fêrizî jî wekî li te zêde bûya, dîsa te nikaribû ez bavîtama. Ancax ez ji bavê xwe xeyîdîm, lema hatim te bistînim, min navê te bihîstibû.

Rabûn siyar bûn û çûne mala Zal. Û Zal sitend. Neh meh, neh roj, neh sehet, neh deqe temam bûn û Rûdeve welidî; kete ber welidandinê û nikaribû biwelidîya. Gazî jinêd jîr kirin. Jinêd jîr gotin:

-Nikare bi edetê jina biwelide.

Jina go: -Lê em çawa bikin?

Go: -Em parxana wê ya rastê biqelêşin.

Anîn parxana wê ya rastê qelişandin. Zara wê derxistin. Derxistin, dîna xwe danê kure. Anîn tafîl kirin, şûştin, kinc lê pêçan. Evî kurî xwe li ba kir. Ew kinc qelaştin.

Go: -Îja em çawa bikin?

Go: -Bînin kulavê yek bora, go bînin têda bipêçin, go, belkî vî kulavîda disekine.

Anîn, go: -Em navê wî daynin çi?

Go: -Navê wî daynin Rostem.

Rostem hinekî givrik bû, sê-çar salî bû. Kalikê wî – Selmîyanî Sindî go: “Çûkekê li mala Zal wê rabe, go, wê qesasê serê min be, ecelê min wê bi destê wî bive, navê wî jî Rosteme”.

Deh salêd Rostem temam bûn, Selmîyanî Sindî rabû, çadir û xêbatêd xwe hildan, go:

-Ezê herim ber bi Zabilê, mala Zalê, herim belkî bikaribim Rostem bikujim, xwe jê xilaz kim.

Selmîyanî Sindî hat kewşenê Zalda çadira xwe vegirt.

Zal rabû, siyar bû, ku here nêçîrê. Dîna xwe dayê çadirek wê di sînorê wîda vegirtîye. Ajote ser. Dîna xwe dayê dêwek têdaye, pelewanek têdaye. Zal ji wî tirsîya, go: “Zirara min wê ji vî hebe. Ew hatîye ser me şêr, ez zanim”. Gurzê xwe destê xweda çê kir, li milê xwe ba kir, gurzek hundurê çadirêda dayêda. Evî dest avîte gurzê wî girt, go:

-Belengaz, eva sînorê Zale, Zal ki li me bihese, wê min jî, te jî bikuje. Go, belengaz, hanê gurzê xwe bive here. Here, laqirdîya neke.

Gurzê wî dayê. Zal ber xwe ket, go: “Ez Zal bim, evê gurzê min girt şivêta topeke desta”. Gurzê xwe hilda, fikirî, ber xwe ket, hinekî ajot û vegerîya. Careke dinê got: “Ez Zal bim, eva yeka bê serê min?”. Gurzê xwe careke dinê destê xweda çê kir û borîya (hêrs), hesp ajote ser, gurzek dayêda. Ewî dest avît, dîsa gurzê wî girt, go:

-Axir, ne ji tera dibêjim, eva sînorê Zale, go, Zal ku pê bihese, wê min jî, te jî bikuje.

Careke dinê gurzê wî dayê û careke dinê lêda çû. Zal fikirî, ber xwe ket û careke dinê vegerîya. Sêsid şêstûşeş tamarê milê xwe rast kirin û gurzekî dinê lê xist, dayêda. Û dest avîtêda, gurzê wî girt, ser pişta hespê hilda, kire ber milê xwe, şivêta belgîya. Bû nele-nela Zal.

-Eman, go, te ez kuştim.

Go: -Wekî ez te berdim, tuyê bêjî Rostemî Zal, Selmîyanî Sindî kalikê te hatîye, meydanê ji te dixweze,- û Zal berda. Zalê te rabû poşman û melûl hate mala xwe. Halê wî tune. Zef ber xwe dikeve. Gazî Rostem kir. Dîna xwe dayê Rostem zaroye. Qêmîş nebû jêra bêje û hat, lê nihêrî, go:

-Bavo, te çima şandîye pey min?

-Qet, go, lawo, qet!

Û Rostem çû. Ewê salê sekinî. Careke dinê gazî Rostem kir. Bû yanzdeh salê Rostem. Rostem hat. Dîna xwe dayê hê Rostem zaroye, sûretê wî hê hevdu ne girtine, go:

-Bavo, te çima şandîye pey min?

Go: -Lawo, ca şekî li sûretê xweda dayne, çika şe di sûretê teda disekine?

Rostem şe anî, li sûretê xwe danî. Şe sûretê wîda nesekinî. Û qêmîş nebû jêra bêje û lêda çû.

Sekinî sala dinê. Bû donzde salî. Lêda hat. Go:

-Lawo, ca were!

Gede hat. Dîna xwe dayê sûretê wî hinekî hev girtîye.

Go: -Bavo, tu çira gazî min dikî? Dibe hineka meydan ji min xwestibe?

Go: -Na, lawo!

Rostem çû. Rojekê çû li ber derê xizna mala bavê xwera derbaz bû. Dîna xwe dayê xelq wêderêye, xeleqek di erdêdaye, gote qerewilê xezinê, go:

-Eva çi xeleqe di erdêda?

Go: -Xeleqa gurzê Nehranê kalikê teye!

Go: -Ezê rakim!

Qerewil go: -Lê koka we qelyayî, koka mala Zalê qelîyayî, go, awqa ji we rabû, kesî ranekir, go, îja tuyê rakî!? Qerfê xwe pê kir: Wexta ku dest avîtêda, go:

-Ya Xwedê,- û rakir. Wexta ku rakir, wa hejand, gote qerewilê xiznê, go: -Kûçikê sanê, lê te digot tu nikarî rakî, go, ha, ha, hate te,- avîtêda, ew ji ber revî. Lê xist, alîkî xizinê xirab kir, çû. Qerewil bezî çû cem Zal. Zal gotê:

-Kuro, li te xêre?

Go: -Min çi xêre, belkî tu xêrekê ji Rostem nebînî, go, gurzê Nehranî bavî te rakir, hilda, go, avîte min, go, ez ji ber revîm. Li alîkî xezinê da û xiravkir, çû.

Zal go: -Kûçikê san, çima mizgînîya xwe naxwezî,- go, kuro, gazî Rostem kin, bira bê.

Rostem hat.

Go: -Lawo!

Go: -Belê!

Go: -Deh salîya teda heta donzde salîya te min sê cara şande pey te. Go, zanî seva çi bû? Go, Selmîyanî Sindî kalikê te, go, meydan ji te dixwest, go, tu zaro bûyî, ez qêmîşî te ne dibûm, go, herkê bi te tê, go, here meydana wî.

Go: -Bavo, ser çevê min!

Û çû deste kincê pelewana ji xwera dane dirûnê. Û çû gurzê Nehranê kalikê xwe, çil pût hesinê Semequr serda zêde kir û karê xwe kir. Eşqerîdêmzer kişand û kar kir ku siyar be.

Cab dane Zalê, go: -Rostem diçe!

Go: -Gazîkinê bira bê. Û lêda hat, go:

-Bavo, çi dibêjî?

Go: -Lawo, tuyê çawa herî?

Go: -Bavo, ezê gurzê xwe hildim, Eşqerîdêmzer siyar bim û herim şerê Selmîyanî Sindî.

Go: -Na, lawo, go, Eşqerîdêmzer xwera nebe, li kêderê tu ketî tengîyê, go, gazî Xwedê û pêxemberake, çi wexta te xwest, wî çaxî Eşqerîdêmzer hazire. Bi peya here.

Go, ew rabû, karê xwe kir, bi rê ket. Bêjeng xwarzîyê wî bû. Bêjeng ji para pey ket, Rostem ser milê xwe nihêrî, go:

-Lawo, tuyê kuda herî?

Go: -Xalo, tu tenêyî, go, ezê jî tera bêm, qulixî te bikim.

Go: -Lawo, veger, tu guneyî, tu zaroyî!

Go: -Welle xalo, ezê jî tera bêm.

Go: -Lawo, têyî – were,- û bi rê ketin, çûn.

Gelekî çûn, hindikî çûn, çûn ser kanîkê sekinîn, dest û rûyê xwe şûştin û hine nan xwarin. Rostem raza. Heft roja raza, hişyar nebû. Heft roja hişyar ma, qet raneza, go:

-Lawo, ezê îdî razêm. -Û Rostem ser kanîyê raza. Bêjengî hişyar bû. Wextekê Bêjeng dîna xwe dayêda dêwê firinde kulfetek di dêstdane, dibe. Go: “Kivşî heye eva kulfeta revandîye, qe dibe, go, em li mala Zal bin, bên ser mera erzê xelqê birevînin, bibin, em jî qe dengê xwe nekin?”. Bêjeng rabû. Ew der mêşe (daristan) bû. Gihîşt, dest avît, hema kêranek ji erdê rakir û destê xwe çiqê wê xistin. Şivêta şivekê avît ser milê xwe. Ji para pey ket, çû. Binîya xweda nihêrî, dîna xwe dayê – gelîye. Evî dêwî eva kulfeta bir û kire mixarekê. Çû li ber derê mixarê sekinî, gazî kirê, go:

-Riyo-riyo, tu xwedîyê xwe û çend serîyanî, go, tu kulfetê xelqê bi zor ser mala Zalra derbaz dikî?

Dêw gazîkirê, go: -Têşkî (çêjik) kurêşîyano, go, îsal heft sale diranê min dêşe, go, ancax tu rastî min hatî, ezê te bavêjime ber koka diranê xwe.

Bêjeng gotê: -Kafirî pîro, go, bixwe – paşê bişêkirîne.

Dêw gurzek hilda, gote Bêjeng, go:

-Dora mine, dora teye?

Go: -Kafirî pîro, go, mala me pêşda derba xwe li kesî naxe, go dora teye. -Bêjeng gotê:

Ewî gurzek da Bêjeng. Bêjeng xwe ji ber da alîkî. Bêjeng darek lê xist, dar jî kêran bû. Mala wî bişewite, ku şewitî; ew cî bi cî hişk bû û milê jinikê girt anî hat, go:

-Dayê, dewsa dê û xûşka minî, go, tu ji kuyî?

Go: -Birayo, ez ji filan gundîme, jina mezinê wî gundî bûm, dêw ez bi zorê anîm hatim.

Bêjeng jinik bir çû cem Rostem. Rostem hişyar bû, go:

-Bêjeng, eva çi kulfete?

Go: -Dêwekî firinde revandibû, dibir, go, ez ji para pey ketim, go, min lê xist gever kir, min jê sitend û anî.

Go: -Lawo, ji kêderêyî?

Go: -Ez ji filan gundîme.

Go: -Lawo, dewsa dê û xûşkê meyî,- û rabû ser çevê xwe şûştin, parî nanê xwe xwerin, dîna xwe danê siyarekî lihevhetî ji wêda tê. Gotine jinikê, go:

-Xweyê, tu vî siyarî nas dikî?

Go: -Rûyê min bin pîyê we, eva mêrê mine.

Mêr hat nêzîkî wan bû, mêr dîna xwe dayê jina wî bi du mêrava wê ser kanîyê rûniştine. Mêr hinekî fikir kirin, tirsîyan. Wana gazî kir, go:

-Lawo, were, metirse, go, lawo, eva jina teye?

Go: -Belê!

Go: -Dêwê firinde dibir, me jê sitend, ku tu xêrekî ji jina xwe bibînî.

Guhê dêw jê kirin, danê, go:

-Bive here, bêje min dêw kuştîye, jina xwe anîye, eva jî guhê dêw.

Ewî jina xwe avîte terkuya xwe, lêda çû. Ewana jî rabûn, peya bûn, xwera hêdî dane ser rê, çûn derketine gundê wî xortî. Çûn nava gund, pirsîn go:

-Mala mezinê vî gundî kîjane?

Mala wî nîşan dan, go:

-Ha, mala hane!

Çûn dîna xwe danê mala wî merivîye. Mala mêrê jinikêye. Eva mêrika çev Rostem û Bêjeng ket, go: “Welle, Xwedê heqe, evê derewa min li dinyayê xin. Min çawa pesin dabû xwe”. Rostem go:

-Xortê delal, qe şayîşa mekişîne, hema me xweyî bike.

Go: -Hûn ser çevê min, bavê minra hatine!

Û ew li wir du roja, sê roja man. Ji wanra hurmet kirin, kincê wan dane şûştinê. Dîna xwe danê eva şehera wê tev diçe-tê, go:

-Xortê delal, eva şehera çima wa tev diçe-tê?

Go: -Mêvanê minî delal, go, eme destê Selmîyanî Sindîdanin (Kûtalî Kafir), go, salê carekê tê xercê xwe ji me distîne, go, qîzekê jî gerekê xwera bibe. Û, go, îsal dora xûşka mine, go, ez karê xûşka xwe dikim, ku xûşka min xwera bibe, go, wê sibê bibe, lema jî, go, em ber xwe dikevin, go, şîne-girîye, lema tev diçin-tên.

Rostem go: -Lawo, lema jî padişane, wê usa jî bikin.

Sibe zelal bû, Rostem gote wî merivî, go:

-Lawo, qewazê wî wê di kîjan rêda herin?

Go: -Riya ew têda diçe, em wê rê naçin. Bira belapêjgarî me nebe. Go, ewê li vê rê herin.

Ewana jî dane ser rê, çûn. Rostem, Bêjeng çûn. Du vêrst erd çûn. Rostem wexta wedê xewa wî hat, raza. Bêjeng rûniştibû, dîna xwe dayêda, qewazê Kûtelî Kafir wê qîz siyar kirine, ketine alaya, lîstikê, dilîzin û tên. Bêjeng rabû pêşîyê, go:

-Gelî xorta, oxirbe ji wera!

Go: -Oxira xêrê be!

Go: -Ew bûke hûn tînin, çîye?

Go: -Bûke!

Go: -Ya kêderêye?

Go: -Ya vî gundîye. Go, eva gunda destê Kûtelî Kafirdaye, go, salê carekê em tên xercê xwe ji vî gundî distînin û qîzekê jî ji Kûtelî Kafirra dibin.

-Ê, go, kuro, hûn padişane, go, heqê we heye hûn xerc bivin, ê, go, ev çi qîze, hûn dibine çi?

-Ê, go, lawo, go, tu çima ne ji vî welatîyî?

Û Bêjeng darê xwe hilda, nav wan ket, serê wana pelixand, yek jî girt, diranêd wî kişandin, di anîyêda kutan, go:

-Lawo, here cabê bide Kûtalî Kafir, bê herkê xurte, bira bê ser me şêr.

Gote qîzikê jî, go, dayê, tu hema vê xercê xwe hilde û vegere here.

Eva keçika çû mala bavê xwe. Gund hat serda hedimî, lome ji birê wê kirin, gotin:

-Tu pêla han çûyî, go, te dêwê firinde kuşt, te jina xwe hilda anî. Îjar tu pey wan mêrika ketî, pey qewazê Kûtalî Kafir ketî. Te him xerc vegerand, him qîzik, go, Kûtalî Kafirê bê, wê koka me bîne.

Ew qewazê Kûtalî Kafir çû. Kûtalî Kafir rabû bi dûrebînê nihêrî, dîna xwe dayê diranêd wî sipî dikin, go: “Xwedê zane, pake, go, qewazê min wê dikene, go îsal xerc zef anîye û niha qîzeke baş jî ji minra anîye”. Eva çû nêzîkî Kûtalî Kafir bû, dîna xwe dayêda, wê diranê wî kişandine û anîyêda kutane.

-Kuro, go, çi li serê te qewimî?

Go: -Me çû xerc anî, go, du merî rastî me hatin, go, yekî raza bû, yek jî hişyar bû, go, li meva ket, go, hevalêd min kuştin, ez jî girtim, diranêd min kişandin, anîya minda xistin û go: “Here, herkê Kûtalî Kafir xurte, bira bê ser me şêr”. Û qîzik jî ji me sitend û verê kir, çû.

Kûtalî Kafir sed esker şandin, go:

-Kuro, herin wan herdu merîya bigirin, bînin werin.

Û çûne ser. Rostem hê razaye. Bêjeng rabû, darê xwe hilda û nav ket; yê pak ew bû, ku ji mala xwe nehatibû; yêd ku revîn, yêd ku hatine kuştin… Û cab dane Kûtalî Kafir, go:

-Xwedê mala te xirab bike, go, ew nayêne zeftê.

Kûtalî Kafir rabû, go: -Kuro, îro dusid meriv herin, go wana bînin werin.

Û sibê dusid meriv çûn, lêdan çûn. Bêjeng darê xwe hilda û nav ket; yê pak ew bû, ku ji mala xwe nehatibû: Kûtalî Kafir dîna xwe dayê, go:

-Welle, evana nayêne zeftê, go, çela bikolin, rûyê çela bigirin, hinekî ji ber hil bin, go, birevin, belkî dikevin çelê, em digirin.

Çûn kolan. Esker hate ser. Bêjeng darê xwe hilda, berbi esker çû. Evana hinekî ji ber revîn û Bêjeng kete çelê. Şewke (kebend) avîtinê, girtin û birin, birine cem Kûtalî Kafir.

Nebîya Kûtalî Kafir cab da, go:

Ewî bişînin cem min, go, ezê wî çîtî-çîtî bikim, rojê deremekî ji goştê wî jêkim.

Birin dane nebîyê û dilê nebîyê ketêda. Şande himamê û kişande sera xwe.

Ewî gundî dîna xwe dayêda, merîk girtin birin, merîk jî wê kuştîye:

-Kuro, go, yek birin, yek jî kuştin! De em herin yê kuştî jî veşêrin, guneye,- û rabûn çûn. Merê xwe, tevirê xwe hildan û çûn. Dîna xwe danê Rostem wê velezîyaye, wan tirê kuştîye. Birayê xwera bêjim, ewana hema li kêleka Rostem tirba wî vedan û go:

-Hema welgerînin tirbê û wedê xewa wî jî temam bûye. Rostem gotê, go:

-Kuro, hûn hema min saxe-sax dikine çel, çawane?

Go: -Lê Xwedê mala te xiravkirî, go, me qey got tuyî kuştîyî, go, Kûtalî Kafir (Selmîyanî Sindî) hevalê te girt bir, çû, go me jî tirê tu kuştîyî, em hatin te çelkin û hevalê te jî girtin, birin.

Go: -Lawo, zirar nake, vegerine malêd xwe,- go, riya şeherê Selmîyanî Sindî kîjane?

-A, go, riya hane, here,- û derkete nêzîkaya şeherê Selmîyanî Sindî û gazî Xwedê kir. Eşqerîdêmzer hespê wî bû û gurzê wî li ser piştê girêdayî bû, çû çevê Eşqerîdêmzer ramûsa û ling kire zengûyê, lê siyar bû û derkete meydana pelewana û gurzê xwe avît, dengê gurzê wî şivêta ewirê nîsanê bû. Meydan ji Selmîyanî Sindî xwest û Selmîyanî Sindî rabû, siyar bû çû meydana Rostem.

Li gurza rastserî hevdu hatin. Ewê rojê heta êvarê li ser pişta hespa li hevdu dan, tu çare bi hevdu nekirin. Selmîyanî Sindî gazî kir, go:

-Lawo, go, me hesp qir kirin, îşev, go, tu mêvanê minî.

Sibê siyar bûn, derketine meydana pelewana û li hev xistin heta nêzîkaya nîvro. Selmîyanî Sindî gotê:

-Lawo, van hespana, ew jî xûn û goştin, go, bin meda peritîn, go, emê îjar gulaş bigirin,- û rahiştine hevdu, gulaş girtin. Dewsa lingê wan şivêta xeta kotana erd qelişî. Berê Rostem kete berbi sera nebîya Selmîyanî Sindî. Rostem dîna xwe dayê Bêjeng û nebîya Selmîyanî Sindî destê xwe situyê hevra birine û bi hev şa dibin. Rostem gote Selmîyanî Sindî, go:

-Kaliko, tuyê bêjî nebîyê min zor da min, çiqasî bêbext bû, qe nehişt li xan û manê xwe binihêrim,- û Selmîyanî Sindî carekê li xan û manê xwe, li nebîya xwe nihêrî. Dîna xwe dayêda nebîya wî û Bêjeng wê li hevdu şa dibin. Qewata çil pelewanî ji Selmîyanî Sindî kêm bû û qewata çil pelewanî li Rostem zêde bû. Rostem Selmîyanî Sindî li erdê xist. Lê xist serê Selmîyanî Sindî firand û nava şeher ket, teslîmî xwe kir. Û şand ew xortê birê qîzê, mêrê jinikê anî kire mezinê wî şeherî. Nebîya Selmîyanî Sindî jî Bêjengra hilda û derket çû mala xwe.

Got: Hesoyê Keleş Mamoyan, 70 salî, ji gundê Sorîkê, li ser nehîya Talînê, Li Ermenîstanê, nexwendî. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev