Siyaseta Îranê û Îraqê ya hemberî Kurda

Siyaseta Îranê û Îraqê ya hemberî Kurda

Wergera ji Îngilizî: Welat Agirî

Aliyê siyasetê û çandê ve, adaptasyona Kurdên Îranê her dem ji ya Kurdên Îraqê û Tirkiyê çêtir bû. Kurd bi piranî Sunnî ne ku Kurdên Îranê jî di nav vê piraniyê de nin û ev sunnîbûn, Kurda ji Şiîyên Îranê cihê dike. Herweha li Başûrê Kurdistanê Kurdên Şiî jî hene.

Li Îranê, Tevgerên Kurd bitenê ji Kurdên Sunnî destekeke girîng wergirtin. Kurdên Şiî ji netewperwerên Kurda zêdetir, xwe nêzîkê Îranê dîtin; ji bo Hukumata Îslamî serferberiya Kurdên Şiî ya dijberî miletperestên Kurd hêsan bû. Berevajî cînarên xwe, Îranê hemberî Kurda, bergirî û tedbîrên zorker û tehdekarî hilnebijart. Ji bo îfade û jiyîna çand û kulturê azadîke bisînor dan Kurdan, lêbelê tu car nehîştin dengê otonomîxwaza bilind be. Îranê bi awayekî serketî, bi kuştina serokên Kurda ve, tevgera Kurd marjînalîze kir.

Ji van dewletan Îraq tek dewlet e, ku her dem hebûna Kurda qebûl kiriye, Kurd di nav nifûsa xwe de wek miletekî cuda dîtiye û di makeqanûna xwe de jî behsa yek weten û du miletan kiriye. Piraniya Kurdên Îraqê li parêzgeha Osmanî ya berê, Mûsilê, dijîn ku Mûsil pey Şerê Cîhanê ê Yekemîn, di navbera gelan de wek warê mucadelê ma. Tirkiyê û Îraq, herduyan jî li ser Mûsilê heq îdîa dikirin ku ji bo çareseriyê, hin karbidestên Brîtanyayê dixwestin ku nav van herdu dewletan de Dewleteke Kurd a Otonom ava bikin.

Eyaleta Mûsilê tenê di sala 1926an de bû perçekî Qralgeha Îraqê. Di wê demê çarîkek nifûsa Îraqê ji Kurda dihat pê. Dîroka Îraqê a bi pirsgirêkan ve tijî, ji bilî Kurda tesîreke xirab li ser nifûsa Cihû û Erebên Şiî hîştibe jî, dîsa em dikarin bêjin ku îro jî Kurd xwediyê sedî bîst û pênc nifûsa Îraqê ne.

Texmînên cuda cuda ên derbarî nifûsa Kurda hene, ku sedem ne bi tenê ji çênebûna serjimarê ye. Sedemeke din jî; ne mimkûne meriv bi hawayekî qethî bêje ev Kurd e, ev ne Kurd e. Em dikarin bêjin ku Misilamanên Sunnî, yên zimanê wan ê yekem Kurdî ye, Kurd in, lêbelê ji sedemên asîmîlasyon û zewaca bi gelên din re, îro hin Kurd hene, xwasma Kurdên Tirkiyê, Tirkî bûye zimanê dayikê yanî zimanê wan ê yekem. Di salên 1960î de gelek ciwanên Kurd xwe wek Tirka didîtin, lê van salên dawî vegeriyan ser eslê xwe û beriya her tiştî xwe Kurd dihesibînin.

Digel vê, gelek Kurd jî hene ku koçî bajarên din dikin û heta destê wan were Kurdîtiya xwe vedişêrin ku bi awayekî asan di civakê de bên qebûlkirin. Di encamê de, li Kurdistanê ji aliyê ol û ziman ve gelek grûpên kêmjimar hene ku xwe Kurd dihesibînin (Zazaaxêv û Elewîyên Tirkiyê, Kakaî û Ezdîyên Îraqê). Û tiştekî din jî heye ku Tirk, Zaza û Kurda ji hev cuda dibînin, li gor wan Zaza jî, Kurd jî nijadên Tirka ne.

Rejîma Îraqê Kakaî û Êzdîya wek Qewmê Ereb dinasîne, qebûl dike. Feqet Êzdîyên Îraqê vê unvan û pênasê red dikin ku wisa xuyaye ev polîtîkaya Îraqê maka hemî pirsgirêkan e.

Werger ji: Diversity and Division Among the Kurds, Martin van Bruiness

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev