Koroxlî û Eybaz Balî

Koroxlî û Eybaz Balî

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema ji rêzenivîsa me a heyştêûşeşan ya bi sernavê  ”Koroxlî û Eybaz Balî” me ji pirtûka “Varîyantên kurdî yên destana “Koroxlî” hildaye, ku sala 1953an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berevkar û amadekarê vê berhemê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 86

Çil delû hevalên Koroxlî hebûn. Îcar eger ji xwe ra pak bûya, diçûn, eger xirab bûya, diçûn. Koroxlî gotê, got:

– Canim, go, qet di nava me da xwendîyek tune. Em ber bi şuxulekî diçin, ya gûca me diçê jî, em xwe tê didin, ya gûca me nagihîjê, em xwe tê didin, lazim e di nav me da xwenedeyek hebe, gilîyên pak nîşanî me bide.

Delî Hesen delîyê wî bû, mêrekî zor bû, got:

– Ê, go, Koroxlî, em merîyê wisa ji ku bînin?

Yekî got:

– Merivek li şeherê Tewrêzê heye, go navê wî Eybaz e, kurê Qesab Elî ye, bavê wî qesab e, bi xwe jî çardeh salî ye, zefî bedew e, zef jî bi aqil û xwendî ye, go, lazim e em herin wî bînin û ji xwe ra têkine heval.

Delî Hesen got:

– Em çawa bînin?

Got: -Emê sibê nêzîkaya semerek pez bi xwe ra bibin şeherê Tewrêzê. Emê pêz li kêleka şeher bihêlin, go, delî, ez û tu emê ji xwe ra herin nava şeher. Emê şivên di nav pêz da bihêlin, emê temîyê bidine şivên, ku me Qesab Elî xwe ra anî, Bavê Eybaz, bira derbekê panzdeh pezan bidê, bêje: “Qesab Elî, eva pêşkêşî te”. Qîmetê pezê jî bira arzan bêje. Qesab Elî merîkî tima ye, wê zef şa bibe.

Rabûn semerek pezê xwe hildan û Koroxlî, Delî Hesen li hespan siyar bûn, şivan dane pêşîya wî pezî, ajotin ber bi şeherê Tewrêzê. Pez birin çûn kêleka şeherê Tewrêzê. Pez kêleka şeherê Tewrêzê dane sekinandin û temî dane şivên. Sibê şebeqê ajotin, çûne şeherê Tewrêzê. Dîna xwe danê Qesab Elî Eybaz bi destan girtîye û ber bi dikana xwe tê. Koroxlî silavek lê kir, ewî silava wî vegirt. Li Eybaz nihêrî: “Eybaz çi kurekî delalî bedew e!”. Koroxlî gote Qesab Elî, got:

– Pez te lazim e?

Got: -Lê çawa? Pêşeyê min pezsitendin e, ez qesab im.

Got: -Min pezên baş anîne.

Got: -Pezê te li ku ye?

Got: -Li perrê şeher e, go, de keremke em herin pêz bibînin.

Qesab Elî da pey wana û Eybaz jî pê ra çû. Çûne nava pêz, ”bereketî” dane şivên, ji şivan ra gotin:

– Bereket be!

Şivan panzdeh pez veqetandin, got:

– Qesab, eva panzdeh pez pêşkêşî te, bê pere.

Got: -Zef razî me, go, de pezên dinê bazar bike.

Eger pezek bi deh manatî hêja bû, ewî bi pênc manata got. Eybaz fikirî, got: “Canim, evî çi ra panzdeh pezên xwe pêşkêş kirin û pezên dinê jî arzan dan, nîv qîmet gotin?”. Eybaz hilda got:

– Ey babam, go, eva çawdar nînin, gilîyan tevî hevdu neke, derbekê ra çima panzdeh pezan pêşkêşî te bike, çima malê xwe jî wisa arzan bêje, go, eva qesasê serê min in, go, xûna min e anîne bidine te, go, tu bigerî, min nabînî.

Koroxlî got:

– Qesab Elî, go, pez temam pêşkêşî te, eva peza min anîye, em didin xûna kurê te, emê kurê te bibin.

Eybaz gotê, go:

– Bavo, evana çawdar (çoder) nînin, go, eva yolkeser in, şivêta ba û bagerê anîne ser me kirine ba û bager, go eva Koroxlî, Delî Hesen in.

Koroxlî gote Delî Hesen go:

– Dest bavêje Eyvaz (Eybaz), go bavêje terkuya xwe.

Bavê Eybaz metel ma, Koroxlî gotê, go:

– Me kurê te badilhewa nebirîye, me xûna wî daye. Ez Koroxlî me, ezê kurê te bibim cîkî diha rind, mefikire.

Gava Eybaz navê Koroxlî bihîst, hêsa bû, got:

– Bavo, hergê evana nehatana, ez nebirama, ezê bi xwe biçûma cem wana, mefikire, merivne heyf in, ezê cem Koroxlî diha pak bim.

Koroxlî got, go:

– Eferim Eybaz. Ez Koroxlî me, ez derketime Mêşeyê Reş, ez ji çavkanîyan avê vedixum, ez ne ji began ditirsim, ne ji padişan. Eybaz, dibe tu ber xwe kevî, go, ez Qaç Koroxlî me, qet şayîşan mekişîne, ez derketime çiyayê bilind. Eybaz, tuyê bibî hevalê min, ronaya çavên me.

Bi wî teherî Qesab Elî hêsa bû. Eybaz xatirê xwe ji bavê xwe xwest û tevî Koroxlî û Delî Hesen diçe ber bi Çardaxlî Çamlibelê. Dibe kurê Koroxlî û tevî Koroxlî alî îgîtan dike, ku şuxulê qenc û temiz bikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev