Epîgrafek ji romana FENDO û ZEYNO

Epîgrafek ji romana FENDO û ZEYNO

H.Kovan Baqî

Rastî, dereweke abadîn. Ji serî we’li’dî-n. Xwedaperestan em dîn. Em dîn. Wele’da’li-a’min. Cezayê min û te û me dojeha rebêalemîn. Jiyan dojeha gewretirîn, destekî ecêbtirîn, tirîn tirîn tirîrîn. Em li ser destekî kir tillîka şeşemîn û paşê em jê kir û avêt nava vê xeleka derewîn. Çimkî ji destekî re zêde ye tillîka şeşemîn. Ti nêta me nîn e go em tiştekî li jiyanê zêde bikin. Û nêta jiyanê jî nîn e go bi çûyîna me re tiştekî ji xwe kêm bike. Ev ba’hr çima carekê nade rê û naçe Mêrdînê? Dewlet gişk ‘ehmeq in. ‘Ehmek gişk çavnebar in. Çimkî gava ‘erdnîgar û hewanîgar bi sînoran parî-parî kirin, nizanîbûn go ba û deng bi sînoran zeft nabin. Ez niha extepotekê ji vê ba’hrê derxim û bibim Mêrdînê, ew ê berzûrî PozêÎdon bibe-w bêje, Kanî ba’hra min jî bîne vê derê. Ma qey extapot jî bawermend in? Dîktator dizanin, girse ji hêza dîyar û ewkên nediyar bawer dikin; loma cihê qûna xwe xweş dikin. Şahînşah dikarin bi tillîkekê sînorên welatên nû bixêzînin, lê qet nizanin bê ez çiawa bi tillîkekê dikarim tirba wan gişkan di zikê vê valahiyê de çêbikim. Lewra hemû ji vî serî û vê qullika min çêbûne. Kerên sûka Mêrdînê jî zanin ew ê piştî barkêşanê mistek ceh bixwin, lê nizanin go gava dizirrin sewta wan sewteke gerdûnî ye. Bi milyonan sal e go Nîagara diherike, lê hê jî nû ye. Ji qozmogonîyê û vir ve ew Wîkîngên Skandinavî qeşayê dişkînin, masiyan digrin û dijîn. Lewma li wê derkê sînor di navbera arkaîzm û nûjîzmê de nîn e. Bes refikên mis’hefxaneyan tijî romanên kevin in û roman jî mişt gotinên mirî ne. Ez li pişt xwe dinêrim, jineke Kurd dibînim. Wa’y zarokeke bi navê Ez diwelidîne. Tevî go kincin kevin niha li min in jî, zaroka nûwelidî tazî ye. Hêna bi Fendo re pevşanebûne. Na, berî go zanibin pevşabûn çi ye, pevşadibûn. Te dî seba go malzarok zimanê herî kevnar e, û ji nûbûnê nûtir e. Herkes bi vî zimanî perwerdehiya ensestiyê dibînin, loma ti kesê neensest nîn e! Fendo, ma çima saeta te nizane go ev rêwîtî wê me bigihêne ku; lengergeha Alsancakê welew ya Mêrdînê? Na na, Mêrdînê lengergeheke bi qasî şaristaniyê kevnar e, lê qet ti keştiyên go ji derve tê venahewîne – tim keştiyên mişt rêwî ji xwe bi rê dixe-w dişîne ber bi derya û cîgehên nediyar ve. Naxwe yan Keştîya Nûh e yan jî Çiyayê Kurdmênc. Hih, binêr qaqlîbaza belek xwe li nava ba’hrê danî û dinya veguhêzî. Klan’O’pat’Ra jî weke Ramses û ewkên berî xwe û evên piştî xwe nizanîbû go veguherîna ‘esil bi çavan nayê dîtin. Te jî dî Fendo? Ji xwe min zanîbû tu bi çavên xwe naxapî. Lê-w belê hestiyên dê û bavê min tirbên xwe neguherîn, tirban cih neguherîn, cih Mêrdînê neguherî. Hêna kurmikên zanînê û zanîna kurmikan ji min re negotine bê ka çima hestiyên mirîyan welatên xwe naterikînin. Na welleh ne ji rastiya gotinan bawer dikim û ne ji hebûna bawerkirinê. Tenê zanim go zeman miqîm mirinê fêrî zindiyan dike. Lê tevî go ez û qewmê xwe bi hev re welidîne jî, qewmê min ji roja ewil de fêrî mirinê bûye, bes hê zemên mirin fêrî min û Fendo nekiriye. Ez û FenûDo hêna jî nizanin bê ka em diçin ku, û em ê ji ku biçin ku. Te go çi Şero? Hiii, erê, ez jî zanim em diçin Lengergeha Alsancakê. Lê Lengergeha Alsancakê ne destpêk û dawîya rêwîtiya me ye Fendo. Ji ber’g banqnotek me nîn e go em biçin qedemgeheke umûmî, belkî em j’xwe’r li Lengergeha Alsancakê quncikek sape bibînin û pîstika mîza xwe li wê vala bikin. Wekî din? Nizanim, herhal em ê wê jî weke ewkên din ji bîr bikin. Te go Fendo kî ye? Helbet him ca min e û him yarê min. Na, ne bavê min e. Çimkî li Mêrdînê bav giştik AndroNêro ne û dê maderMê ne. Erê, te gotinên min çewt nebihîst. Xirrê Fendo derfeta hemû KaMaSûtRaYên nejiyayî bexşî me dike û em miqîm jimara KaMaSûtRaYên jiyayî zêde dikin. Helbet ez rast dibêjim Şero. Dilê Fendo him dil û him pêsîra dê ye; min xwedî dike û paşê min fêrî xwedîkirinê dike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Hkovan Baki

Piştî xwendinê, karê wî yê sereke nivîskarî û weşangerî ye. Berpirsê weşanxaneya NA ye. Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê kurdî derketine.

Qeydên dişibine hev