Şakiro û di dengbêjiya wî de vegotina jinane -1

Şakiro û di dengbêjiya wî de vegotina jinane -1

Fermo, gotareke delal derheqa şahê dengbêjîyê da ji qelema zanayê hunermendya kurdî a stiranê. Em îro beşa wê a pêşin didin, beşa din emê sibê çap bikin.

Şehmus Ceylan

1.1.Jiyana Wî

Şakiro di sala 1936an de Eleşgirta Agiriyê hatiyê dinê û pirraniya jiyana xwe di koçberiyê de borandiye. Malbata Şakiro ji gundê Eleşgirtê diçe gundê Cemalverdî ya Dûtaxê bi cih dibe û Şakiro jî li vî gundê ku bi cih bûne zarokatiya xwe borandiye.’’Di wan deman de li gundê Cemalverdiyê bi navê Bedihê Kor (Bedihê Hemîd) dengbêjekî binavûdeng hebûye. Bedîh hem şagirtê Evdalê Zeynikê hem jî dengbêjê Evdilmecît Begê (bavê Xalis Ozturk ê ku di serhildana Agiriyê de cih girtiye û serokê eşîra Sipkiya ye) bû. Şakiro jî di temeneke pûçik de dibe şagirtê Bedîh û ji wî dengbêjiyê hîn dibe.”[1] Piştre malbata wî –di sala 1950î de -ji wir jî koç dikin berê xwe didin ber bi Qereyaziyê ve. Piştî 9 salan bavê Şakiro ji Qereyazê sirgûnî (mişextî) Edeneyê dikin li wir jî derdorê 7 salan dimînin û di sala 1966an de vedigerine Mûşê û di heman salê de berê xwe didine Qereyaziya Erzeromê.

Şakiro di jiyana xwe de qet neçûye dibistanê. Di zarokatiya xwe de dest bi kilamgotinê dike. Di xortaniya xwe de Dengbêjên Serhedê yên wek Reso û Ferzê nas dike. Bi wan re di nav civatan de kilaman dibêje. ‘’Birayê Şakiro Said Deniz hevnasbûna Şakiro û Ferzê wiha tîne ziman: Şakir di dawetekê de bi dengbêj Ferzê re kilaman dibêje. Lê Şakir nizane ku ew dengbêj Ferzê ye. Piştî Ferzê li Şakir guhdar dike û jê re dibêje ku ez dengbêj Ferzê me heta niha tu kesî nikarîbû bi min re stranan bibêje. Heger tu miqayetê xwe bî tu dê bibî dengbêjekî baş.’’[2] Şakiro hêj di zarokatiya xwe de bi dengbêjiyê re hevnas dibe û di nav zevîya dengbêjiyê de tovekî binecih direşîne. Bi reşandina vî tovî re her ku diçe di nav gel de binavûdeng dibe. Bandora xwe heta niha jî domandiye, di her malekî Kurdan de kêm zêde kasedên wî hene. Ew bi dengê xwe, bi zanista xwe, bi hişê xwe yê kollektîf bûye berdevkê civata xwe. Di her kilameke wî de Dîroka Kurda, Civata Kurda, Bîr û Baweriyên Kurda, Kevneşopiyên Kurda û Jiyana Kurda xwe diparêze. Şakiro ji ber dengxweşî û awazê xwe yê xweş û bilind, di nav gel de çend navên ku bi dengê wî re têkildar in ji wî re hatiye gotin. Ji ber ku demekê li Qereyaziya Erzeromê jiyana xwe borandiye jê re ’Şakirê Qereyazî’ hatiye gotin her wiha pirr kes wî wek kesekî ji Qereyazîyê dinase. Naveke din ê ku di nav gel de lêhatiye kirin jî ‘Şahê Dengbêjan’ e ji ber payebilindiya deng û xweşawazîyê. ‘’Li hêla din ji ber xweşikbûna dengê wî û hostatiya wî ya di xulxulandinê de wek Kewê Ribat hatiye binavkirin. Kewê Ribat ew kew e ku nêr e û dema di nav refa xwe de qebeqebê dike, dengê wî bi ser ên dinê dikeve. Ew kewê ribat, weke ku ji bona rabirdû û dahatûya sitran û kilamên kurdan de xwediyê dewlemendiyeke kûr û bihêz bû, di hunera kurdan a klasîk de jî berekî bingehîn ê nexşîn bû.’’[3]

Şahê Dengbêjan di sala 1988an berê xwe û malbata xwe dide xerîbistanê. Vê carê ji xaka Kurdan bi tevahî dûr dikeve û bi malbat ve diçin rojavayê Tirkiyê.

Şakiro êdî ji Kurdistana xwe ji dûr ketiye û çûye welatekî din. Heta dawiya temenê xwe li wir borandiye. Wek hemû dengbêjên me wî jî jiyana xwe di nav xizanî, êş, keser ‘ezab û xwedîlênederketinê de borandiye. Di sala 1996an li Izmîrê koça dawîn dike. Dibe ku ev jî yek ji taybetmendiya Kurdan be ku xwedîderketina nirx û gencîneyên xwe dûr in. Wî ev yek bi xwe dîtiye û loma jî ji Kurdan gilî kiriye ku li wî xwedî derneketine.

1.2.Dengê Wî

Dema mirov sitraneke Şakiro guhdar dike di serî de dengê wî yê bilind li ber guhên mirov dikeve. Ew ji ber ku ji Welatê Serhedê ye wek hemû dengbêjên Serhedê dengê wî xurt û bilind e. Dema Şakiro dest bi sitraneke xwe dike, bi pirranî bi sê meqaman sitrana xwe didomîne. Di serî de dengê wî bilind e û li gor vê sewtê dengê xwe yê tîz ê mêran eyar dike. Destpêk bi pirranî’’Looo loo, Were loy Were loy, Axx, Ay Dil, Wayê û h.w.d’’ didome. Anku bi baneşanê dest pê dike. Dema ku dersbasî di nav sitrana xwe an jî di nav çîroka xwe dibe hingê dengê xwe piçekê dadixîne û dikeve di nav çîrokê de. Dema çîrok ber bi xilasbûnê ve diçe êdî dengê wî hêdî hêdî dikeve, sist dibe û bi vî awayî diqedîne. Dengê Şakiro dengekî tîz e yanî dengê wî dengekî tenor ê mêran e. Ew bi qêrîna xwe dengê xwe bilind dike û tu caran jî detone nabe. Di her sitraneke wî de ev taybetmendî xuya ye. ‘’Şakiro wek mînak di kilama ‘Wey Dil’ de sê ton bi kar anîne. Li Ewropayê hunermendên profesyonel di hin sitranan de vê yekê pêk tînin lê ji ber ku dengê wan têrê nake tenê 2 tonan bi kar tînin. Lê ev yek di sitranên Şakiro de li gor çîrokê diguhere, destpêka çîrokê bi dengekî pes e, her diçe dengê xwe bilind dike û dema çîrok tê asta herî tevgerdar tona dengê Şakiro dibe tona herî bilind û tîztir. Ew her kilamê cuda û li gor naverok û awayê çîrokê dibêje’’.[4] Her wiha Şakiro di kîjan terzê de dest bi kilama xwe kiribe heman wisa wê kilamê didomîne û li gor wê rîtmê jî kilama xwe diqedîne. Yanî di kilama xwe ya ‘Wey Dil’ de bi vê gotinê dest pê dike, bi vê gotinê çîroka/kilama xwe didomîne û bi heman rengî jî vê kilamê bi vê gotinê diqedîne. Şakiro dest bi kîjan kilamê bike yanî bi kîjan gotinê dest pê bike destpêk, berdewam û dawî jî wek hev diqede.

Şakiro bi kilamên wek ‘’Gulê Dêran’’, ’’Şerê Mala Nasir’’, ”Eliyê Purto”, ”Nêçîrvano”, ”Geliyê Zîlan”, ”Esmer”, ”Sebrê” û “Wey Dil” navdar e[5]. Şahê dengbêjan an bi navê xwe yê din Kewê Ribat bi van kilaman di nav civatê de û di nav Kurdistanê de êdî hêdî hêdî navê xwe û cihê xwe dîyar dike. Navdariya wî her ku diçe di nav xelkê de belav dibe, ew êdî di nav civatê de cihê xwe digre. Bêguman di nav hemû Dengbêjên Kurdan de cihê wî diyar e ji ber ku hem bandor li ser dengbêjên piştî xwe dike hem jî di hemû malan de kasedeke wî cihê xwe girtiye.

Dema mirov kilamên Şakiro bi baldarî guhdar dike –ku ev yek di hemû sitranan de jî berçav e- mirov dîbîne ku Şakiro tu caran di kilameke xwe de amûrekî mûzîkê bi kar neaniye. Wî dengê xwe yê bilind û zelal ji xwe re wek amûrekê bi kar aniye. Ev taybetmendî xweşdengîya Şakiro careke din dipeytîne. Her wiha cihê ku ew sitranên xwe distrê jî xuya ye ku ew der cihekî xwezayî ye yanî dibe ku li xaniyekê, li avahiyekê yan jî li nav hewşekê de be. Şakiro dema di kilamekî xwe de bêhna xwe vedide yan jî radiweste di wê navberê de xuya ye ku hin kes li cem wî ne û bi gotinên wek ‘’Can birê min can can’’, ”Ha ho ha ho”, Ha hîî hîîî” ji wî re dibêjin. Xuya ye ku yên li cem wî hem sitranên wî tomar dikin hem jî wî motîve dikin û bi çend gotinan destek didin wî.

1.3.Di Kilamên Şakiro De Vegotina Jinane

Şakiro bi dengê xwe yê xweş û tenor hem li ser dengbêjan bûye xwedîbandor hem jî di nav gel de cihê xwe girtiye û bûye berdevkê gel. Bi riya ‘teyîban (recorder) dengê wî hatiye tomarkirin û gihiştiye, heya niha, li ber destê me. Her wiha tê zanîn ku Şakiro pirraniya sitranên xwe bi devê mêrêkê vedibêje û ev aliyê wî her ber bi çav e. Em dê di vê xebatê de balê bikşînin li ser aliyê wî yê ku bi devê Şakiro jin çawa hatiye teswîrkirin, di kilamên wî de jin çawa bi devê wî tên bilêvkirin an jî vegotina jinane, bi devê Şakiro jin di nav çend mijarên bingehîn de -evîn, erotîzm û şer- xwe çawa îfade dikin, em dê li ser van babetan rawestin û em ê hewla tehlîla sitranên ku hatine deşîfrekirin, bidin.

1.3.1.Di Kilamên Wî De Teswîra Jinan

Teswîrkirin, di nav kilaman de tişta herî giring e ji ber ku teswîr wênekirina peyvan e. Divê dengbêj di kilamên xwe de awayê vegotina xwe û teswîra xwe wesa bîne li ber çavan ku dema guhdêr wê kilamê guhdar dike çêj jê wergire. Çawa di nav romanekê de dema nivîskar qala bûyerekê dike wê bûyerê bi awayeke zindî, zelal û xweş bi peyvan saz dike û bûyerê tîne li ber çavan, heman wisa ev tabetmendî divê li ba dengbêj jî hebe. Dengbêj di nav kilama ku vedibêje de çi qas teswîrên lihevhatî û xweş bike nirxê wî dengbêjî û kilamên wî ew qas payebilind e. Teswîr bi du awayan tê kirin an jî du cure teswîr hene: yek teswîra ravekirinê ye, didu teswîra çavdêrî ye. Di teswîra ravekirinê de dengbêj -jixwe di navê wê de jî xuya ye- dema ku teswîra tiştekî/ê dikin wê/wî tiştê/î di çarçova teswîrê de rave dikin anku li ser agahiyan didin. Di teswîra çavdêrî de mebest jê tenê ew e ku wî/wê tiştî/ê teswîr bikin û bêyî agahî vê yekê pêk bînin. Di her kilameke Şakiro de ev yek liberçav e. Dema ew qala yekî/ê dike, wî/wê dûr û dirêj teswîr dike û teswîrên wî xurt in.

“…

Esmer yek e

Bejn zirav e

Çav bi kil e

Bisk û têl e

Çepil dirêj e

Por kej e

Nav qendîl e

Xwîn şêrîn e

Gerden zer e

Hey gidîno gerden zer e

Reng esmer e”[6]

Di vê kilama Şakiro ya bi navê “Esmera Şukrî” de teswîreke ravekirinê li ser jinê heye. Li vir de qala bedena wê bi awayeke têkûz dike. Di vê kilamê de du tişt balê dikşîne li ser xwe: yek di kilamê de pêşî qala wê û bedena wê dike ka ew qîzeke çawa ye ji aliyê bedenî (anatomî) ve. Di xala diduyan de jî bi peyvên “xwînşêrîn” û ”nav qendîl” pesnê yara xwe an jî pesnê jinê dide. Di kilamê de yek bi yek li ser taybetmendiyên jinikê radiweste wê bi awayekî wênekirî tîne li ber çavan an jî gotinên xwe awayekî wênekirî radixe li ber çavên me.

“…

Emro sibê ye qîz û bûkê gundê me meşiyane avê

Delal, bejn ziravan çepil dirêjan, por kejan nav qendîlan

Xwe dane pêşiyê

Kinan û miskînan û dêkotiyan

Xwe dane dawiyê”

Di kilama ‘’Emro” de Şakiro vê cara hem ji aliyê teswîra ravekirî û hem jî ji aliyê teswîra çavdêrî ve jin teswîr kirine. Di nav kilamê de bi awayekî çavdêrî li jinan dinêre û paşê bi gotinan wan teswîr dike. Li vir de li ser jinekê tenê ranaweste li ser çend jinan radiweste. Li vir de çend xalên giring hene ku yek ji wan ev e: di gundan de bi pirranî keç û bûkên malê diçine ava kaniyê. Wek tiştekî rojane ev kar ji aliyê wan ve tê kirin. Şakiro jî ev kar -karê çûyîna li ser avê/kanîyê- xisteye li stûyê keç û bûkan. Xaleke din a giring jî, Şakiro keçik û bûk li gor delaliya wan a fîzîkî ew rêz kirine, mesele pêşiyê qala yên ”delal, bejnzirav, çepildirêj, porkej û nav qendîlan” dike û wan dixe pêşiya keç û bûkên “kin, miskîn” û dêkotiyan”. Di her kilameke wî de dema ev yek tê teswîrkirin yanî dema qala jinan dike pêşiyê qala yên ji aliyê fîzîkî ve delal paşê jî qala yên ji aliyê fîzîkê ve ne delal dike.

“…

Ez Xezal im, Xezala Egîd im

Gerdena min zer e, çepilê min dirêj e, porê min kej e

Nava min qendîl e, zenda min bazin e, tiliya min gustîl e

Lêva min tenik e, pozê min qerenfîl e

Sî û sê gulî ser bejna min de tenik û zirav ne çît e”

Di kilama “Nêçîrvano” de Şakiro careke din bi teswîreke xweş peyvan li hev tîne. Ciyawazîyek li gor kilamên ku me li jorê tehlîl kirin di vê kilamê de heye. Li gor kilamên me yên tehlîlkirî –yên li jorê- jin bi devê zilamekî hatine vegotin lê di vê kilamê de bi devê Şakiro jinê xwe t’erîf (pênase) û teswîr kiriye ankû vegotineke jinane heye. Ew (jin) bi xwe li ser bedena xwe teswîra xwe dide û xwe bi lêv dike. Li vir tiştê herî liberçav ew e ku jin pêşiyê teswîra xwe dike û piştre jî derbasî pesndayîna xwe dibe. Di her du rêzêkên/hevokên kilamê yên dawî de jixwe ev taybetmendîya jinê ya pesndayînê xuya ye.

1.3.2.Evîn

Evîn tişteke pênasedayîn nîne, tişteke pesndayîn e. Evîn ji destpêkê heta niha di nav welat, civat, jiyan û dilan de her tim cihê xwe yê taybet girtiye. Evîn peyveke pirrhêl e. Carna evîn dibe welatek, carna evîn dibe Xweda, carna evîn dibe xwandin, carna evîn dibe keçeke ciwan (cindî), carna evîn dibe zimanek û h.w.d. Evîn carna di helbestên Melayê Cizîrî de rengê xwe yê bi hunerî tê pêşberî me û dibe yarek (hebandî-hezkirî):

“Dênedîrê bo ‘ebîrê xemrî û gîsû herîrê

Sîne kir amacê tîrê dil ji min bir dil ji min

Surşirînê nazenînê kuştim û nakit yeqînê

Wê bi çengala evînê dil ji min bir dil ji min “[7]

Evîn carna di mesnewîya Ehmedê Xanî de dibe evîneke tessewufî û hizrên netewî. Helbestkar jî evînê ji bo gihiştina mebestên xwe bi kar tîne:

“Sazê dilê kul bi zîr û bem bit

Sazendeyê ‘eşqê Zîn û Mem bit

Şerha xemê dil bikem fesane

Zînê û Memê bikem behane”[8]

Carna ji bo wê takekes tên kuştin, carna jî ji bo wê welat têne wêrankirin. Evîn her tim ji bo nivîskar, hunermend û dengbêjan bûye îlhamek. Evînê cihê xwe yê taybet di nav dengbêjiya Kurdan de jî girtiye û mohra xwe li ser mijarên dengbêjan jî daye. Di dengbêjiya Şakiro de jî mînakên vêya pirr in. Şakiro di kilama xwe ya bi navê ‘Wey Dil‘ de giringiya xwe û ramanên xwe yên li ser evînê wiha bi lêv dike:

“Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil
Lo rebîyo xwedê xirab bike dilê bê dil,
Fenanî gakî bê werisî bê cil
Fenanî kirasî qolî bê mil,
Fena dara bê şalûl û bilbil,
Fenanî xasbexçekî rûtî bê gul
Bila dilê rezîl bi dil be,
Tûrê parsê li mil be,
Parsa meriv ne li vir be,
Nava dazdeh duvalê ecnebî,
Ûrisan li mala Emerîkanê gawir be
Parsa meriv birije,
Tûrê meriva ê qûl be,
Meriv li ber dîwarê evda be,
Meriv xwedî kerî nanê garis û cê di gilgil be
Ber seryê meriv kevir be,
Malxirabo serrexa meriv gunî be,
Binrexa meriv postê jûjî be,

Ber seriya meriv bi kevir be…
Tek bila di dêrisê gundan de,
Dilê rezîl bi dil be ax dilo hey dil”

Nirxdayîna Şakiro di vê kilamê de -her çi qas piçekî mûbalaxa di tê de hebe jî- li ser evînê xuya dike. Li gor wî û ya ku em di vê kilamê derdixin ew e ku nirxê evînê wekî nirxê mirovan e yanî her du wek hev nirxdar in. Divê evîn her tim hebe heke li cem yekî/ê evîn tune be wî/wê bi rexneyên tûj û derasayî rexne dike.

Di kilamên wî yên ku bi vegotinên jinan an jî kilamên wî yên ku bi devê wî jin xwe çawa bi lêv dike em ê derbasî wan bin û li ser çend kilamên wî tehlîlan bikin.

“…

De lo lo lawiko, mi ji te ra negot

Dîn nebe, dîn dîn nebe

Tu caran yaniş(xelet)nebe, poşmaniya te tê da hebe,

Ji te ra sond bixwim, bi sonda qesemê, binavê Qur’anê.

Dayika diwazdeh lawa bim sibengê diwazdeh qîza bim,

Heya dinya xweş û ava be vê sibengê,

Hes û nîzam li me ranabe, ez ji te ra sond bixwim

Heya soniya(dawiya)dinya derevîn li me bê,

Dîsa ji me rojek ji rojê Xaliqê Alemê Rebbê jorê

Taxima sing û bera min nesîbê nefsa te be”[9]

Di vê kilama Şakiro ya bi navê ‘’Lo lo lawiko”de xuya ye ku evînek heye û ev evîn negihiştiye mebesta xwe. Jixwe em dizanin civata Kurdan civakekî zêde bavsalar (ataerkil) e. Li gor vê yekê em biçin em dikarin bibêjin ku belkî ji aliyê malbatî ve keç nebidil hatibe zewicandin û wê jî ev yek di nav kilamê de vegotibe. Li vir de her çi qas evîndar negihiştin hev jî careke din hêvîyeke wan heye ku ew ê rojekê bigihijin hevdu. Jinik li vir de, di nav kilamê de jî, xuya dike ku wê tu tişt nebe ji evîna wan re astengî. Hêviya wê heye ku ew ê rojekê bigihijin êkdu (hevdu). Di nav kilamê de gotinên erotîk jî diborin. Her wiha di kilamê de tişteke din a liberçav jî ew e ku jinik ji ber ku evîna xwe bawer e dixwaze bi sondan jî evîndarê xwe bide pêbawerkirin ku dê tu caran evîna wê -her çi qas astengî hebin û derkevin jî- dawî nebe û dê evîna wê berdewam be. Dilsozî ji evîndaran re giring e û li vir de jî giringiya xwe tîne li ber çavan.

“…

Heft salî de dil tê de hebû

Berxê vê sibengê rûyê min nagire, ez ji te ra bibêjim

Ez ji ‘eşqa dilê rezîl, derîsê gundan de ker û gêj im

Ez ji te ra sond bixwim, heft salîya xwe de

Her çi gotinê ji derdê dilan re min gotiye

Yeqîn bizanibe, temamî ji ‘eşqê dilê xwe û te re tev dibêjim”[10]

(dûmayîka vê gotarê sibê bixwînin)

Riataza

[1]Ahmet Aras,’’Şahê Dengbêjan Şakiro Vefat kir’’,Ronahî,j.58,29 Xezîran-5 Tîrmeh 1996,r.8

[2] Serdar Öztürk,’’Hevpeyvîn : Said Deniz’’,9.08.2012

[3] Serdar Öztürk,Di Tradîsyona Dengbêjiya Kurdî de Şakiro,Teza Lîsansa Bilind a Mêrdîn Artukluyê,Enstituya Zimanên Zindî ,                             Teza Lîsansa Bilind ya Çapnebûyî, Mardin 2014 r.48

[4] Serdar Öztürk,’’Hevpeyvîn: Alaadin Aykoç’’,20.09.2012.Strenbol

[5] Antolojiya Dengbêjan, Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê, c.1,r.28.

[6] h.b.b

[7] Amedekirin Selman Dilovan, Dîwan-Melayê Cizîrî, r.170,Weşanên Nubihar,2012

[8] Amedekar Huseyn Şemrexî, Mem û Zîn-Ehmedê Xanî,r.50, Weşanên Nubihar,2011

[9] Serhedê, Mîrê Zirav, Çağdaş Müzik,İstanbul(Deşifrekirin:Zeki Gürür)

[10] Mehmet Bayrak, Mûzîk,Dans û Şarqiyên Kurdî,c2,r.818

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. zozan

    Nivîsek gelek xweş bû, Mamoste Şêxmûs saet xweş te dengbêj Şakiro cardin di dilê me de vejand.

Şirovekirin hatine girtin.