
Kovara lêkolînên akademîk a bihakem û navnetewî Nûbihar Akademî bi jimara xwe ya şeşem dîsa li ber xwendevan û lêkolîneran e. Nûbihar Akademî bi vê jimara xwe ya dawî dîsa gotar, werger û dokumentên zanistî ên derbareyê Kurdzaniyê de ne pêşkêşî lêkolîneran dike û bi xwendevanên xwe re nêrîn û agahiyên balkêş parve dike. Di jimara şeşem de pênc gotarên akademîk, wergerek û dokumantek cih digirin ku ew bi Kurdiya Kurmancî û bi zimanê Îngilîzî derheq edebiyata Kurdî ya klasîk û ya modern û rojnamegeriya Kurdî de hatine nivîsîn.
Nivîskar û nivîsên wan ên ku di vê jimara dawî de cih digirin ev in:
Remezan Çeçen: “Di nav Modernîzasyonên Der-Ewrûpî de Tecrûbeya Kurdan”
Seîd Veroj: “Rojnamevanek Siyasetmedar-Rojnameyeke Muxalif: Mewlanazade Rifat û Rojnameya Serbestî”
Zahir Ertekin: “Mela Ebdulfettahê Hezroyî û Qesîdetu’l-Qelama Wî”
Selim Temo Ergül: “Erdelanî Di Çavkaniyên Bakûrî de”
Mustafa Dehqan: “A Kurdish Poem by Sayyid Ya‘qūb Māydashtī”
N. MacKenzie: “Melayê Cizîrî û Feqî Teyran” (werger ji Îngilizî: Abdullah İncekan)
Yekem Kovara Zarokan a Kurdî “Girr û Gallî Mindallanî Kurd” (Dokument: Kenan Subaşı)
Nûbihar Akademî
Büyük Reşitpaşa Cad. Yümni İş Merkezi No: 22/29
Vezneciler – Fatih / İSTANBUL
Tel & Faks: 0212 519 00 09
www.nubiharakademi.com | email: [email protected]
Riataza