Piştgirî bo serxwebunê

Piştgirî bo serxwebunê

Aslîka Qadir: rojhilatzan, hunermend

Hêjayîyeke here paqij, here rasteqîn Welat e.
Tenê Welat dikare yekîtya milet ava bike.
Ya ku mirov bilind dike, dîsa Welat e. 

Eger ji min bipirsin gelo Xwedê heye…? Ezê bê navber bêjim- Erê! Xwedê nêzîkbûna germ û ji dil hatî, ya her mêrîkî ye himber Welatê xwe, himber ziman, çand û kultura xwe, himber wê xezînê, ku milet bi qurnan afrandiye. Xwedê bawarîke kûr û pîroz e himber vê dewlemendîyê.

Em, kurdên Sovêta berê, me Kurdistan nedîtibu, lê ew tim di dilê me da bu. Xewna her yekî ji me ew bû, ku kurd jî bibin dewlet, wek miletên din, lê em ser erdê xwe derbider, bê par û bê heq bûn.

Bi sedan salan em nava xûnê, talan û tunekirinê da jîyane. Dijminên me, bi yek dengî, tu tişt nema anîn û heta naha jî tînîn serê me… Û ev gişt bar çevê dunya mezin, lê belê, dunya kor.

Gelek cara taqet me da nemaye, em şewişîne, tewyane, lê em neketine, em mane ser piyan û hatin û gihîştin hetanî rojên îroyîn. Îro em bêjin ”sipas” bo ruhê netewatîya me, ya berz, bo zargotina meye bêhempa û bo ewledên qehreman û cangorî, yên miletê kurd. Sed salên din jî ser me ra derbas bûna, emê dîsa bimana wek xwe, ber ku em cuda ne, emê nikarbûna bibin turk, ereb û ecem, ber ku, ça min got, em kurd in. Parastina ruhê miletîye gelek girîng e… Hiromîya dunya girtibû destê xwe, lê gava ruhê netewaya xwe unda kirin Hirom jî unda bu.

Berxwedana me avê da neçû… Li Başûrê Kurdistanê, ser rêbaza M. M. Barzanî, qehremanê lêgêndar, yê miletê kurd, hêlînek kurdan ra çê bûye, li kîderê em bi hêsanî hewa azadîyê dikişînin. Ev hêlîn gelek nazik û hesas e, lê ew rê xwe ra paqij dike berbi serxwebunê. Li vê hewildana qederî da, piştgirîya her kurdekî bi xîret û dilsoz, zor pêwîst e.

Hema ser vî esasî şandeya Kongrêya Komeleyên Kurd berê xwe da Kurdistanê.
Roja yekê em ji alîyê serokê herêma Kurdistanê, birêz Mesud Barzanî va hatin pêşwazîkirin. Serkêşê şandê, birêz profêsor Kinyazê Îbrahîm em yeko-yeko bi serok dan naskirin û bi axaftineke pir bi naverok xastekên kurdên Sovêta berê ser rêferenduma serxwebûnêe anî ziman. Hevdîtina bi serok ra xewnek bû bo min û naha min ew nêzîk va didît û dibihîst.

Şabûna ketibûm heyecanê, nigê min erd nedigirt. Dawîyê da birêz Barzanî axifî, axaftina wî serxwe, bêlez, lê bi biryar bû, dengê wî jî wek mêlodî dihate guhê min. Min xwe hazir dikir herim cem wî, dilê min xweşik lê dida, ez bi gavên nerm nêzîkî wî bûm û min tembûreke biçûk, ya bı dest çêkirî, wek sûvênîr dîyarî serok kir û got: -Kek Mesud, bira jîyana kurda ji vir pêra tembûr be. Serxwebûna Kurdistanê ragihîne û ez jî sitirana ”Welatê me Kurdistane”, ku min berî 52 salan di radîoya Yêrêvanê da sitiraye, wek nîşana serketinê, carek din bistirêm. Kêfa wî gelek hat, bi awirekî naz û bi şabûneke ji dil min nihêrî û got- Enşallah… Belê, ew sitiran heta îro jî aktuel e…

Bira xwendevan min biborin, lê cem min ew hest çê bu, te qey tirê em endamê malbatekê bûn, lê me salên dirêj hevdu unda kiribu û me nişkêva hevdu dit… Ezê tu car vê hevdîtina me bîr nekim.

Rojtira din em çûn serdana ziyareta êzdîyan, Lalişa Nûranî, dêlêgasîon bi temamî çû nava ziyaretê û heyteholê da cî girt. Em çûn ziyareta pêşmergên kurdên êzdî, ew gelek bi me ra şa dibûn û min sitiranek pêşkêşî wan kir, gişta sitiran min vedigerandin û gelek bi moral bûn. Lê gava mê Baba Şêx dît gişt zendegirtî man gava şêxê misilman, ku endamê dêlêgasîonê bû, Şêx Remezan çû destê Baba Şêx. Ev bo gişta bû tiştek sênsasîonêl, lê usa jî tiştek pir bi rêz û hurmet.

Heman rojê em çûn serdana sengera pêşmergên ”Pilingê Reş”. Me nêzîk va karê wan, yên pîroz şopand û min hîs dikir em çûne dunyake din. Gênêral Sîrwan Barzanî û pêşmerga em bi dilgermî qebûl kirin. Ji şabûna dilê min dihat ji cî derkeve û ez difikirîm, hey hewar, gelo ev rastî ye, yan xeyal… Berê da meremeke min hebû, ku konserta pêşkêşî pêşmergan bikim, lê mecal min ra saz nedikirin. Gotinek heyê divê: -Xwedê merîya ji kirinên wan kesan biparêze, kê ku xwe wek ”qiralekî mezin” dibîne, ne ku qiral bi xwe ye…

Naha îdî dem hetibû, ku xasteka dilê xwe bînim cî, min bi dengekî hêz dest bi sitirana ”Welatê me Kurdistan e” kir. We gerekê bidîta çevên wan ça dibiriqîn, çawa kêfxweş dibûn, te tirê dunya dane wan, gişta, nav wan da jî gênêral Sîrwan Barzanî, hewil didan bi min ra tevayî bistirên û sitiranê li min vegerînin. Gava sitiran qedîya, me dît pêşmergekî kohn digirî û hêsir ji çevan têne xwarê. Wê demê min xwast herim cem wî, destê wî bigirim, maç bikim û daynim ser serê xwe, ber ku ew dest min û welatê min diparêzin ji dijminên nemam û dirinde, ber ku ew garanta serxwebunê ne.

Gerekê bêjim, wekî çûyîna me li Kurdistanê rojên herî bi qîmet, bextewar û rojên pir bi şabûn û hestên xweş bûn di jîyana min da.

Sipasîya xwe didim kek Abdulselam Zibarî, Danar û Narînê, ku her tişt kirin bo me, xwe me ra westandin, wekî em xwe xerîb nebînin.

Her bijî mala kurdan ya bi navê KURDISTAN.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev