Arêşeya –iy û –îy-yê

Arêşeya –iy û –îy-yê

Gotareke jêhînbûnê ya zimanzan Lezgîn Çalî, ku yek ji endamên Koma KURMANCÎ ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê ye, doktorekî têra xwe zane ye.

Lezgînê Çalî

Yek ji arêşeyên rênivîsa kurdîyê guhartineka nepêdivî ya tîpa “î”yê bo “i”yê ye. Wekî dîyar gelek ji vewijêr anko edîtorên kovar û weşanxaneyan û gelek ji zimanzanan jî daye ser şopa Kovara Hawarê û li her derê tîpeka “î”yê bibînin ko li pişt wê tîpeka “y”yê hebe, yekser wê “î”yê dikin “i”. Kesên ko êdî vê rêbazê şaş dibînin ne hindik in, û kesên ko li ser vê mijarê jî nivîsîne ne hindik in. Ji mifadêrtirîn babetên ko li ser vê mijarê hatine nivîsîn dikarim pesnên nivîsara seydayê hêja Kek Baranê Rizgar bidim (https://sites.google.com/a/baranriz…). Lewma dibe ko ev nivîsara min wekî tiştekê zêde û nepêdivî bihêt dîtin. Lê dîsa ez dibînim ko ruhnkirina babetî çi zîyanê nagehîne, ji ber ko nihêrrîna ji simt û alîyekê dî hergav dikare mifayekê bigehîne.

Berî her tiştî baştir e ko bi bîr biînîn Mîr Celadetê rehmetî jî li destpêkê ev kar nedikir. Çawa ko Baranê Rizgar jî di nivîsara xwe da wîneyên rûpelên kovara Hawarê diweşîne ko di wan da ji bo mînakê li şûna “piraniya kurdan” nivîsîye “piranîya kurdan” an li şûna “Delaliya Zarowan” nivîsîye “Delalîya Zarowan”.

Lê her çi be, paşê Mîr Celadetî birryara xwe guhartîye û êdî gotîye wê bikin ya niha pirranîya nivîskarên me dikin. Giring e ko mirov sedemên wê birryara wî bizane. Wê demê mirov baştir dikare gengeşeya şaşîtî û rastîya wê bike.

Bi dîtina min ji çend alîyan ve mirov dikare li meseleyê binihêrre: dengzanist (fonolojo), dengnazî (fonetîks), kelwaşzanist (morfolojî), rênivîs, ….

Ji herdu alîyên pêşîn ve, anko dengzanist û dengnasîyê ve, Seydayê Baran gelek bi berfirehî behs kirîye û cihê wê nehêlaye ko ez tiştekê gelek mezintir li ser wê zêde bikim. Ji bo kesên ko dixwazin li wî alîyê meseleyê agehdar bibin bila ji kerema xwe nivîsara wî ya ko min dûvik anko lînka wê li jorê danîye bixwînin.

Lê çima Mîr Celadetî ew birryar da? Ez bawer dikim ko sedema herî mezin ew e ko Mîr Celadet jî wekî min hemî jîyana xwe digel tîpên erebî û elîfbêtka erebî mezin bûbû. Ji ber ko bil ji wê ko Mîrî erebî jî dizanî, elîfbêtka kurdîyê û tirkîya osmanî jî li wê demê her elîfbêtka erebî bû.

Eîfbêtka erebîyê elîfbêtkeka ebcedî ye anko ne elîfbêtkeka dengnasîk e. Di elîfbêtkên ebcedî da pirranîya caran tenê tîpên dengdar dihên nivîsîn û tîpên dengdêr an her nînin an ko hebin jî pirr hindek dihên nivîsîn. Ji bo mînakê, li şûna binivîsin “Kurdistan” dinivîsin “Krdstan”, li şûna binivîsin “neteweperwerî” dinivîsin “ntwprwry”. Hûn dibînin ko çend ecêb e, ne? Lê ji bo kesên ko bi wê alfabeyê mezin dibin nivîsîn û hizirîna wekî me ecêb dihêt. Hûn dikarin mişe li ser ekrana televizyonên Başûrê Kurdistanê an di nivîsîna latînîya navê kesên Başûrî da bibînin ko li şûna binivîsin “Hogir” dinivîsin “Hogr” û gelek şaşîyên dî yên ji vî rengî.

Lewma kesên wekî Mîr Celadetê Rehmetî û kesên mîna Hisênê Mehmedî (Husein Muhammed) jî (ji bo mînakê li vê nivîsara wî binihêrrin https://zimannas.wordpress.com/2017…) rênivîsa zimanê erebî wekî bingehê birryara xwe hilbijartîye, bila wesa nebêjin jî. Mînakeka Seydayê Hisên behs dike awayê nivîsîna peyvên mîna “sîyaset”ê di zimanê erebî da ye. Di erebîyê da peyva “sîyaset”ê her ji ber wê ko elîfbêtka erebî elîfbêtkeka ebcedî ye wekî “syast” (سیاسة) dihêt nivîsîn. Lewma birryara çawayî ya nivîsîna peyvan di zimanê kurdî da bi sepandina binema û qayîdeyên zimanekê bîyanî yê wekî erebîyê karekê sed li sedê şaş e. Ev kar ne li goreyê awayê bilêvkirina peyvê di zimanê kurdî (û erebîyê) da ye, ne jî li goreyê rastnivîsîn anko rênivîsa kurdîyekê ye ko birryar daye elîfbêtkeka dengnasîk anko fonetîkî ji xwe ra hilbibêjêre. Çi kurdek nikare peyva “sîyaset”ê wekî “siyaset” bilêv bike û kes jî di rastîyê da wê weha bilêv nake. Di dema ji hev veqetandina kîte anko birrgeyên peyva “sîyaset”ê da bi eşkirayî dengê “î”yê heye lê qet mirov dengê “i”yê nabihîse: sî-ya-set. Hûn jî bicerribînin ka hûn dê bikaribin bibêjin si-ya-set? Hûn dikarin vî karî ji bo peyvên xwerû kurdî yên mîna “çîya”yê jî bicerribînin. Binihêrrin ka hûn dibêjin çî-ya an çi-ya?

Ev birryara Mîr Celadetî ko ji gelek kesan ve wekî ayetek ji ayetên Qur-ana Pîroz dihêt dîtin li ser çi bingehekê zanistî hatîye dan? Ew ne li goreyê bilêvkirina peyvan di zimanê kurdî da ye. Ew ne li goreyê awayê zanistî yê avakirina rênivîseka rêzimanî-dengnasîk (gramatîk-fonetîk) e jî. Di elîfbêtkeka dengnasîk da bizav dihêt kirin ko şikl û awayê nivîsîna peyvan nêzîkî awayê bilêvkirina wan di wî zimanî da be. Ev birryara guhartina “î”yê bo “i”yê bi zelalî dijberî meyldarîya axiftinkerên kurd di bilêvkirina wan peyvan da ye.

Li alîyekê dî, di rênivîsa zimanê nivîskî da yek ji bizavan parastina awayê bingehîn yê peyvan e. Ji bo mînak pirranîya kurdan di dema axivtina da, bi taybetî di dema axivtineka nefermî da, gelek ji dengan bilêv nakin an dengên peyvan tevlihev dikin, lê di zimanê nivîsînê da bizav ew e ko kêm-zêde awayê bingehîn yên peyvan bihêt parastin. Ji bo mînakê, pirranîya Mêrdînî û koçeran dibêjin “Ma mişterrnego?” lê dema ew gotin dihêt nivîsîn dibe “Ma min ji te ra negot?”. Yek ji qencîyên vê birryarê, anko parastina awayê bingehîn yê peyvan asankirina xwandinê û nivîsînê ye. Ji ber ko di dema xwandinê da çi qas şiklê nivîsîna peyvan û hevokan yekdest û parastî be ew qas xwandinê rehettir dibe. Ev ji bo otomatîk anko xwekarkirina nivîsînê bi makîneyan jî baştir e. Ji bo mînakê karê derxistina şaşîyên rênivîsê di dema nivîsîna bi bernameyeka wekî Wordê a kompanyaya Maykrosoftê (Microsoft) hêsantir dibe.

Bil ji van sideman, di zanistên nûdem anko modern da qayîde anko binemayek bi navê “sadeyî”yê heye. Anko, qanûna herî baş ew e ya ko ji hemîyan sadetir be. Ji bo mînakê, dema di fîzîkê da bixwazin dîyarok anko pedîtareka (dîyardeyeka) fîzîkî bi teorî anko qanûneka fîzîkê şirrove bikin, ew qanûn û teorî ya ko sadetir e dihêt pejirandin. Ev dikare ji bo rêziman û rênivîsa zimanê kurdî jî rast be. Ji bo mînakê, em kesên bîyanî û zaroyên ko nû fêrî zimanê kurdî dibin fêr dikîn ko alav anko nîşana palivdan anko eleqedarîyê di zimanê kurdî da ji bo zayenda nêr “ê” û ji bo zayenda mê jî “a” ye (Keça min, babê te). Lê me ev binema piçekê aloztir kirîye û em niha dibêjîn, dema ko peyvek bi tîpeka dengdêr biqede, wê demê nîşana palivdanê ji bo zayenda nêr dibe “yê” û ji bo zayenda mê dibe “ya” (Reşoyê zirav, kitêbxaneya mezin). Ji xwe me dikarî ev her negotiba jî, me dikarî gotiba ko tenê “ê” û “a” hene û me nivîsîba “Reşoê zirav” û “kitêbxanea mezin”, ji ber ko kurd bi xwe di dema bilêvkirina wan gotinan da dibêjin “Reşoyê zirav” û “kitêbxaneya mezin”. Lê em bi vê jî razî nebûn. Niha em dibêjin, herdema ko peyvek bi “î”yê biqede û li paş wê nîşanên “yê” û “ya”yê bihên, wê demê dibê hûn tîpa “î” bikin “i”, bi ser wê ra ko em dizanin çi kurdek jî wan peyvan weha bilêv nake jî. Me çi kir? Çima em parîyê nanî li dora sere xwe dizivirrînîn?

Ne ji alîyê bilêvkirinê ve, ne ji alîyê rêzimanê ve, ne ji alîyê rênivîsê ve, ne ji alîyê aborî ve, ne ji alîyê mentiqî ve çi sedemek nîne ko em ji xelkê ra bibêjin li şûna “kurdîya şirîn” binivîsin “kurdiya şirîn”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev