Kongreya komelên Kurdan dest bi kampanîya bona piştgirîkirina rêfêrêndûma derheqa serxwebûna Kurdistanê da dike

Kongreya komelên Kurdan dest bi kampanîya bona piştgirîkirina rêfêrêndûma derheqa serxwebûna Kurdistanê da dike

Piştgirîkirina Serxwebûna Kurdistanê

Îro vîdêokonfêransa bi sirê ya Şêwra Tewrebilind ya Kongreya komelên Kurdan (KKK) hate derbazkirin, ku li wir bi pirsên din ra tevayî pirsa derheqa amadekarîyên bona piştgirîkirina rêfêrêndûma derheqa serxwebûna Kurdistana Başûr da hate minaqeşekirinê, ya ku bi gotina serekên herêmê, gerekê di sala 2017an da bê derbazkirin.

Piştî minaqeşekirina vê pirsê biryar hate qebûlkirinê ku planê amade bikin û dest bi pêkanîna wê bikin bona li welatên Sovyeta berê bi cûrê înformasyonê piştgirîya rêfêrêndûmê bikin.

Di plana piştgirîkirina înformasyon da wê ev xal hebin:

-Amadekirina prês-konfêransan li welatên ku beşên KKKê lê hene û li wir rewşa li herêmê û amadekarîya bo rêfêrêndûmê bidine ronîkirin.

-Şandina komên rojnamevanan ji welatên Hevalbendîya Dewletên Serbixwe bo Kurdistanê bona ronîkirina amadekarîya rêfêrêndûma li Kurdistanê.

-Derbazkirina maseyên gilover û sêmînaran, ku derheqa rêfêrêndûma zûtirekê ya bo serxwebûna Kurdistana Başûr da bin.

-Rasthatinên bi parlamêntaran, bi karmendên sîyasî û civakî yên welatên Sovyeta berê ra bona wana wana hayadar bikin ku em bi dil hewil didin gelê kurd dewleta xwe ya miletîyê damezirîne.

-Berçavgirtina kemala dîrokî ya rêfêrêndûma zûtirekê bona qedera teveya gelê kurde pirmîlyonê, û herwiha:

-Ji femdarîya wê yekê, ku ragihandina înformasyon xwedî kemala bêhempa ye di cihana nûdemê da û

-Berçavgirtina rewşa sert û tevlihev ya leşkerî-sîyasî li Rohilata Nêzîk

-KKK berê xwe dide hemû rêxistinên kurdan yên diyasporêye pirmîlyonê, hemû dostên gelê kurd û ji wan hîvî dike li welatên xwe piştgirî bidine vê înîsîyatîvê û bi wê yekê va piştgirîya gelê kurd bikin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev