Çend nimûneyên zargotina me ji pirtûka “Cewahirên kurdî”

Çend nimûneyên zargotina me ji pirtûka “Cewahirên kurdî”

Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 87an e. Ev nimûneyên zargotinê yên helbestkî me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Cewahirên kurdî” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye. Nivîskar nimûneyên folklora me veçêkirîye, bi helbestkî nivîsîye û raberî me dike.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 87

 

Mala bê cînar

Li gundekî, pala çiyê,

Malek hebû ber kanîyê.

Hin kevanî, hin malxwê

Bê xeyset bûn, bê nan-xwê.

Ku yek wana dibû mêvan,

Didane ber bes parî nan.

Paşê her gav û her car

Ew nan lê dikirin qar.

Dikirin şer, dew û doz,

Gund anîbûn serê poz.

Jin, mêr notila kapê beş

Gund kiribûn qaqa reş.

Lê wan tirê li wî gundî

Tenê ew in merd-cindî…

Hemû pismam û cînar

Ji wana xwestin nan u ar.

Mêr rabû nav jinê da,

Nebînin rûçkê evda,

Ji dest pismam û cînar

Ji gund barkin koç û bar…

Jin û mêr rabûn şev-nîşev,

Gund kiribûn destê xew,

Koç bar kirin û revîn,

Qe para jî nenihêrîn.

Çûn derketin çolekê,

Danîn devê golekê,

Ku rûyê evd û i’nsan

Tu car li wir ne diket.

Derbaz nebû hê muxdar,

Xilaz dibe li wan ar,

Dimînin birçî, bê çar,

Li ser tendûr-kuçkê sar.

Û teveke sibêye xweş

Malxwê kar kir here aş.

Û boy dirûna çewêl

Dixweze şûjin û têl.

Divê: -Keçê, malava,

Zû bike, ro çû ava,

Çi te birye his û denge,

Zû bike, min derenge.

Jinê go: -Bi wê qûşê

Mêro, tu naçî Mûşê.

Çi sor bûyî mîna sêlê,

Ne şûjin e, ne jî têl e.

Te daye nav zinara,

Em qetyan ji cînara,

Ji zinarê vê şûnê,

Bixwez şûjin, aşûnê.

Jina wîye ziman bed,

Mîna du neyarên hev

Gotin, dan i’yarê hev.

Kê hiz nake der-cînar,

Dimîne tim stuxar.

Û ew mîna kevirê çiya

Karê nade tu merîya.

 

Axirîya bêkarîyê

Kes nizane ka çi hênê

Qewimîye ev tiştê hanê,

Werin ji min ra bibne guhdar,

Çi tê serê merîyê bê kar.

Li gundekî, quntara çiyê

Nebîk dima tev pîredîyê.

Herdû hev ra ketine înkê,

Danexarin yek ber yekê.

Çawa vandol û selexan,

Her tişt îdî ji dest berdan,

Dest navêtin çop-zilikê,

Mal gendê da hat qirikê.

Herdu vandol neçûn avê

Û nepetin, xwarin û nane

Û pîrê dibê van xeberane:

Çi min şuxul û kirinê,

Îdî wextê min-mirinê,

Li ber dêrî mirina har,

Roj min kirine gûza jimar.

Ez vir hada nakim şuxul,

Şuxul ê te, tuyî cahil.

Û nebî ji wê hindavê

Dide pîrê vê bersîvê:

-Bixebitim û tu bixwî,

Û ser da jî te’na min xî?

Ez şivêta gul-rihanê,

Girê nedim şe’r-kitanê,

Kil nedim ez çevê xwe reş,

Wernegirim xemla xwe rewş,

Ez nemeşim kubar-kubar

Û mişterîya xwe nekim kar?

Ezê va herme mêra,

Çî min şuxul û emela,

Pîrê, tu çi bûyî bela,

Eva mala teye tenê,

Bese bêjî gilîyê te’nê,

Şuxulê malê qîra salê,

Tu bi xwe bike karê malê.

Herdû çeva çi digirî,

Kanê hela tu nemirî.

Pîrê dibê: “Canîreşê,

Şuxul bike, were paşê

Tu girêde xeml û rewşê.

Dara bextê te bişkê,

Nehejînî tu bêşîkê”.

Wan rojên xweş, rojên cinet,

Wana hev kir te’n û minet,

Dest navêtin ço-zilikê,

Mal gendêda hat qirikê.

Û ne dîtin dirlik, debir,

Çev nedane der-cînara,

Ne çûne ardû, ne çûne dara.

Zivistanê, der payîzê,

Nebî dibê, -mêr kim ezê,

Mal ne ya min, kê biçerçir,

Ezê herme maleke hazir.

Pîrê rûdinê, dinivêje

Û ew xwe ra ha dibêje:

– Îdî çi şuxul-emel,

Li min hatye roj û ecel.

Tev buhurîn bihar, havîn,

Berfê wan girt, sur-serma dîn.

Derî wan girt ba-bagerê,

Kes nikare ji mal derê.

Wê salê ne pîredê mir,

Ne jî nebîyê mêr kir.

Pîr û nebîya bê dar-ardû

Man ser tendûra sar û kartû.

Wan xilaz bû arvan û nan,

Pîr û nebî jî birçî man.

Rojên çetin, rojên hasê,

Herda dane tûrê parsê.

Kê direve ji xebatê,

Serê wana timê ha tê.

Kê xebitî tim bihara,

Nabe hewcê der-cînara,

Şuxul-emel tenê kar e,

Bêxebatî ha zirar e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev