
Prof Maruf Xeznedar: ”Dîroka Edebiyata Kurdî”
Kurmancîya wê: Zîya Avci -Elîşêr
Di serdema jiyana Baba Tahir de (sedsala 4-5k/10-11z) hereketê sofîzma Îslamê hê di dewra teorîya klasîk de bû, mebest ji vê teorîyê ew e ku hêj bi temamî rengê xwe nedabû edebîyatê. Lê wekî îdeolojîyek gelek liq û şax jê derketibûn, her wiha ev dewr destpêka vê edebîyata bilind bû, ku ji nevaroka sofîzmê hilbilqî bû û piştre navê wê kirin “Edebîyata Îrfanê”. Edebîyata sofîzmê pena ber bi awayê “remz”ê bir, ji ber ku weşawetirîn awayê ji bo danexuyakirina hestê hindurî yê li ba pîrên sofîzmê bû.
Bêguman sofîzm hereket û guhertin bû, nûkirin bû, neteweyên ne ereb hemîyan nûtîyê werdigirtin, ji ber ku ji ber sebebê Îslamîyetê bi kevnên xwe hatibûn pêçandin, hemî amade bûn tiştên nû werbigirin.
Ji destpêka Îslamîyetê heta derûdora jiyana Baba Tahir sofîzma Îslamî ji bilî şiirên erebî yên tewcîhê Mensûrê Helac (309k/922z mirîye) tên kirin, tiştekî wisan dewrê me nake ku bibin nimûneyên baş di edebîyata sofîzmê de. Ji ber wê yekê em dikarin Baba Tahir yek ji serekê nûkirina şiir û lihevanîna şiira sofîzmê bizanin, ew jî ne tenê di edebîyata kurdî de, belko di kitêbên sofîzma Îslamê û gerdûna wê de jî.
Li gel ku dubeytên Baba Tahir dikevin nav sofîzma Îslamîyetê, lê bêguman cewherên dînên kevin û bi taybetî dînê Yarsanê pêve diyar e, bêguman dînê Yarsanê jî gelek ji Îslamîyetê kevintir tê hesêbkirin, di dawîyê de em dikarin bêjin, dubeyt dibin remz û gotinên pîroz li ba hemî sofîyek ji çi netewe û dînê be.
Ji bilî vê, dubeyt ji bo mebestên din jî tên bikaranîn, wekî evînîya romantîkî ya di navbera nêr û mê de, bi vî awayî hestê meya asmanî û serxweşîya meya meyxaneya ser rûyê dinê bi sirûd ji nava dil û hinavê ji awazên agirîn tên ji derve û sipehîtî di “hebûn”ê de belav dikin.
Yagîm durr dî henî derye nebud yar
Yagîm xwerdîd gihan peyda nebud yar
Min ej an rû be damanî te zed dest
De gerdûnit per û payî nebud yar
Manaya wê:
“Ew ciyê min ji dûr ve dît hêj derya nebû ey yar
Ew ciyê min roj tê de dît hêj cîhan nebû ey yar
Ew roja destê min gihîşte paqijîya te
Di gerdûna te de hêj per û bask nebû ey yar”.
Di van dubeytan de Baba Tahir behsa “giyan”ê yarê dike, ev gelek berîya avakirina gerdûnê ye. Li gor “Serencam”ê (kitêba pîroz a dînê Yarsanê -Z. Avci) di pêşî de hîç hebû, cîhan derya bû, du rê bi ser deryayê re derbas dibûn. Xwedê vê durêyê xera kir, di netîceyê de du kelih bilind bûn û asman dirust kirin. Vêca stêrkan bilind kirin, piştre hejmara wan “yaran” diyar kir ku di dawîyê de jiyana xwe bidomînin. Vêca ji ronahîya xwe hevy, şev û roj dirust kir.
Şair di van herdu beytan de bi timî “mutleq”ê radixe ber çav, ku “giyan/ruh” hebû hêj “madde” tunebû, ku “cewher”, “roj” û “yar” hebûn hêj gerdûn ava nebûbû.
Bi vê şiirê Baba Tahir şiireka din tîne bîra me ku nêzîkî 200 sal piştî wê hatîye gotin, ew şiira Ibnûl Farîz e (1181-1235z) ku dibêje:
Şerebna ‘alî zikir el-hebîb medamet
Sekerna beha min qebl en yuxlequ l-keremu
Yanî:
“Me şerabek ji yadkirina yarê vexwar
Em pê serxweş bûn berîya ku rez dirust bibe”
Şair wê dide xuyakirin ku “serxweş” yanî “giyan” berîya “mey û meyxane”yê yanî “madde”yê peyda bûye.
Elif kej kaf û nûneş ser be ber kerd
Hemeş haman gihan ew lacîwer kerd
Ankîş ew afîrî gerdûnî gerdan
Anîş edsat û men endace erkerd
Manaya wê:
“Ku kaf û non got gerdûn ava kir
Gerdûnê bi rengê laciwerd da ber çavan
Ew kesê gerdûna gerdan dizivirîne
Her ew e jî karekterê me darêjtîye”
Di vê dubeytê de Baba Tahir bîr û raya bawerîya Yarsanê di warê Afirîner û avakirina gerdûnê de dide xuyakirin. Bêguman ev li gel bîr û raya dînê semawî yên din re jî digunce, bi taybetî Îslamê re. Ji ber ku wî “kaf” û “non”ê ji Qur’anê wergirtîye.
Bişem b´ Elwend damanî munîşanum
Damen ej herdu gîtî hawîşanum
Nîşanem tû le wumûyem be zarî
Bîkî bilbil henî wehîl nîşanum
Manaya wê:
“Ez ê biçim damenê çiyayê Elwendê û li wir rûnim
Ez ê xwe ji herdu cîhanan rizgar bikim
Rûdinim û porê xwe diveçirim û waweyla dikim
Bila bilbil û gul beşdarê vê rûniştinê bibin
Ez an esbîde bazum Hemedanî
Be tenhayî kerûm neçîrwanî
Heme be min wîdîrend çirx û şahîn
Be namî min kerend neçîrwanî
Manaya wê:
“Ez ew bazê spî yê Hemedanî me
Bi tenê nêçîrê dikim
Hemî di saya min de xwedîyê çirg û şahînê ne
Li ser navê min nêçîrê dikin”
Ev dubeyta han hinek bîr û raya dînê Yarsanê jî vedike û radixe ber çav: Baba Tahir ku xwe bazê spî dihesibîne, teqlîda pêşewa û pîrên Yarsanê û sofîzma Îslamê dike, ew hemî xwe bazê spî dihesibînin, Afirîner jî Şahbaz e, yanî Şahê Bazan e. Di Serencamê de baz arifê temam ê di sevîya pîr de ye. Şahbaz rengdana “yekîtîya hebûn”ê ye, hemî bazên din ji bo wî diçin û di nav hevûdu de dihelin. Ji ber wê dibêjin, yek ji leqebên Şêx Ebdulqadirê Geylanî (1164z koça dawîyê kirîye), “Bazê Spî” ye (el-Baz el-Eşheb).
Gihiştina bi dilberê daxwaza herî zêde ya Baba Tahir e, eger gihiştina bi hevûdu, raste rast jî nebe, bila neraste rast be:
Xûrem anan ki her şaman te wînun
Suxun wate kirûn wate nişînun
Eger destum newî kayum te wînun
Bişum anûn biwînum ki te wînun
Manaya wê:
“Bextîyarî ji bo wan e ku bi şevan te dibînin
Bi te re diaxivin û bi te re rûdinin
Eger ji bo min negunce te bibînim
Diçim wan kesan dibînim ku te dibînin”
Li vir ew yar yara hemî kesekî ye, maşûqa hemî aşiqan e, ji ber wê Baba Tahir wan kesan bextîyar dizane ku gihiştine dîtina maşûqan, diyar e bi xwe di rê de ye û hêj negihiştiye nazenînê, eger tu jî ji wan kesan bibî ku bi maşûqa xwe şad bûyî, dê ew bextiyar bibe, ji ber ku bêhna maşûqan ji wan aşiqan tê.
Di xezela rojhilatê de ji bo wê sipehîya hemî kesek hez jê dike şer, qirên û pêşbirka qiwetê çêdibe, gelo di dawîyê de dibe ya kî?! Lê Baba Tahir wê ciwanê ji gerdûna laş derdixe û dike senem, dema ku bû senem, dibe dîn, êdî ew kes bi perestin (îbadet) dikarin bigihine “dîtinê”, dibin rêberê yên di rê de ne. Bi vî awayî Baba Tahir dêmeneka romantîk ava dike, dildarîyeka wisan radixe ber çav, bi kêrî erd û asman jî bê.
Bîrlêkirina li maşûqê zikra şev û roj a şair e, bûye sebebê hevêna xeyalî û dahênana wêneya sipehîtî ku tu wextê li pêş wê negotîye. Canan dûr e û nêzîk e jî, herr çend gihiştin nimûneya maddî ye, lê di rastîyê de xeyalî ye, şanoya gihiştinê li ser baregeha xeyala giyanê ye, ji ber wê şair dibêje:
Nesîmî kez bunî an kakul ayû
Mera xoştir zi boyî sunbul ayû
Be şew gîrem xeyalleş ra der axûş
Seher ez besterem boyî gul ayû
Manaya wê:
“Ew şinebayê/bayê sivik ji nav kakûlê te tê
Ji bo min ji bêhna sunbulê xweştir e
Bi şev dest li milê heybera xeyala te dikim
Beyanê bêhna gulê ji nivînê min difure”
Serdestê şairên kurd Baba Tahirê Hemedanî bi nimûneya vegotina bilind a dubeytên xwe, rûpelên zêrînî di dîroka edebîyata kurdî ya klasîk de ji me re amade kirîye. Baba Tahir bi kurdî jiyaye û bi kurdî fikirîye, bawerîya wî bi dînê Yarsanê hebûye, zimanê kurdî zimanê lahûtî û pîroz ê wî dînî bûye. Sirûdên Baba Tahir bi şêwe û bîçim bi zimanê kurdî ne, lê bi naverok rengdana hest û ruhê hemî insanîyetê ne û di qalibê sofîzma gerdûnî de xwe didin diyarkirin.
Not: Beşa bê -III: Şiir û Edebîyata Dînê Yarsanê
Riataza