Di Felsefeya Marksîst de Bandûra Felsefeya Xwezayê ya Hegel

Di Felsefeya Marksîst de Bandûra Felsefeya Xwezayê ya Hegel

Ali Gurdilî 

Di ramanên Hegel de xweza, îdeyek e (heyîna teqez e) ku ji xwe der çûye û cihêreng bûye. Têgeha îdeyê ku têgehek razber (nedîtbar, soyut) û cihêreng e, yeko yeko vediguhere heyînan, ango dibe heyîn û bi vî awayî jî dibe heyînek, dibe heyînek ji derveyê xwe.

 

Ji ber vê çendê jî yekîtiya îdeyê, di xwezayê de bi awayekî eşkere xwiya nabe, xwe vedişêre û nûxamtî ye, lewma jî em di xwezayê de piraniyê dibînin. Herweha heyînên yeko yeko yên ku di xwezayê de hene; hebûna xwe ji xwe wernagirin, ji îdeyê werdigirin û bi îdeyê re jî bi temamî ne guncan in, di navbera wan de lihevhatinek berbiçav jî tune. Jiber vê yekê jî, di xwezayê de herdem dibetiyek li ser kar e.

 

Derketina derêxwe ya îdeyê ku dibe bîyaniyê xwe, di xwezayê de tê dîtin. Heyîna teqez (heyîna mitleq) ji bilî xwe, li derveyê xwe dibe heyînek û dibe biyaniyê xwe. Di ramanên Hegel de bingeha ramana bîyanîbûnê, ku piştra di felsefeya Marksîst de bûye xwediyê cîhekî girîng, ji vê niqteyê tê.

 

Serê binî yê xwezayê ew îde ye ku bi temamî bûye biyaniyê xwe û wisa jî, xwe daye der. Serê jor (raser) jî nîjada mirov e ku xwedîaqil e û têdigihêje hişmendiya xwe. Nijada mirovî jî; di xwezayê de dertê holê, û di xwezayê de dibe heyîn. Lê nîjada mirovî hêdî hêdî xwe ji xwezayê dûr dike, digihêje bîra (hişê) xwe, ber bi îdeyê ve ve diqeside, têdigihêjê û bi vî awayî, ew bîyanîbûn û xwe xerîbdîtin, ji holê radibe. Careke din, digihêje yekîtiyê.

 

Ango yekîtiya teqez; di ramanên mirovî de carekê din tê têgihiştin, ji nû ve tê raxistin. Bi vegotineke din xweza, kedeka mezin e û dixwaze ku bigihêje bîra xwe û koka xwe binase. Herweha armanca felsefeya xwezayê jî, şirovekirin û destnîşankirina vê berfirehbûnê ye ku gav bi gav pêk tê.

Ji malpera Felsefevan 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev