Operasyona Tirkiyeyê li Şengalê û Xeteriya PKKê li Başûrê Kurdistanê

Operasyona Tirkiyeyê li Şengalê û Xeteriya PKKê li Başûrê Kurdistanê

Îbrahîm GUÇLI, sîyasetmedar

Dewleta Tirk, di 25ê Nîsanê de li Şengalê û li Rojavayê Kurdistanê operasyoneke hewayî pêk anî. Vê operasyonê bi awayekî gelek xwezayî bi xwe re gelek şirove û niqaşe anîn. Ev niqaşeyên di derbarê vê operasyonê de hîn dom dikin. Diyar e ku dê hîn wextekî dirêj jî ev operasyona Dewleta Tirk dê di rojeva me de be.

Lewra operasyonên Dewleta Tirk neseqinîne. Berpirsiyarên dewletê û serokkomarê Tirkiyeyê bi xwe jî diyar dikin ku ev operasyonan dê bidomînin.

Min jî piştî operasyonê, di telewîzyona Rûdawê û TRT KURDÎ de di derbarê operasyonê de bîrûreyên xwe anîn ser zimên.

Min nivîsand jî.

Lê di derbarê operasyonê de çent rastî tên tevlihev kirin.

Ez carek din dixwazim binî çend rastiyan qalind xet bikim.

1-Gelek kes û bi taybetî PKK dixwaze ku vê operasyonê li dijî Dewleta Federe ya Kurdistanê û tevayî kurdan nîşan bide.

PKKê ji bona ku xeteriya xwe ya li Şengalê veşerîne û pirsa esasî ji çavan birevîne, vê yekê dike.

Ev ne rast e.

Ev operasyona li Şengalê li dijî PKKê bû. Mirina pêşmergeyan jî tesadufî bû. Rayadarên Dewleta Tirk, serokwezîr û seokkomarê Tirkiyeyê jî ev rastiya gelek vekirî anîn ser zimên. Ji bona pêşmergeyan jî ser saxî ji berpirsiyar û serokê Kurdistanê; bi telêfonê û bi riya çapemenî vekirî xwestin.

Serokkomar di hevdîtina xwe ya dawî de jî,  ji Serokwezîrê Kurdistanê re carek din ev mijara anî ser zimên.

2-Hîç şik tune ye ku sedem çi dibe bila bibe, operasyonên Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê îxlala serweriya Dewleta Federe ya Kurdistanê û miletê kurd û Dewleta Federal ya Iraqê ye.

Di hamendem de rûmetşikestina desthilatdarî û berpirsiyariyên Dewleta Federe ya Kurdistanê ye jî.

Ev operasyon û bombabarandin, li dijî hiqûqa navneteweyı ye. Li dijî hiqûqa cîrantiyê.

Li dijî hiqûqa federal e.

Li dijî mafên milî yên kurdan e.

Lê divê desthilatdarî û reyadarên Dewleta Federe ya Kurdistanê sedemên van operasyon û bombabarandina Dewleta Tirk jî, ji holê rakin.

Hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê ku PKKê rêxistinek terorîst e û li dinyayê jî wûsa te pejirandin, ji bona operasyon û bombarandina Dewleta Tirk rewabûneke bi dizî çê dike.

3-Di kurdan de qenaateke wûsa heye ku Dewleta Tirk cara yekemîn e ku li Başûrê Kurdistanê operasyonan pêk tîne.

Ev nerîna ne rast e.

Dewleta Tirk piştî ku PKKê li Başûrê Kurdistanê bi cî bû, bi dewleta Iraq, Îran û Sûriyeyê ve pêwendiyên xwe xûrt kir, ji Başûrê Kurdistanê êriş anî, li hemberî helwesta wan û rewşa wan, dewleta Tirk her dem operasyonên hewayî û reşayî pêk anîne.

Hêjmara operasyonaên reşayî û hewayî ji aliyê kurdan bi xwe ve jî nayê zanîn. Sedan caran Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê PKKê bombabaran kiriye.

Piştî Operasyona Şengalê jî vê bombabaraniyê dom kir.

Duho jî û pêr jî operasyon pêk hatin…

Divê em hemû kurd bizanin ku sedama bombabarankirina dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, PKKê ye.

4-Loma jî esil pirtsgirêk ya me kurdan û Dewleta Federe Ya kurdistanê ye. Divê ku em çareser bikin.

Divê ku Dewleta Federa ya Kurdistanê vê pirsê careser bike.

Dagirkeriya PKKê li Şengalê û li deverên din yên Başûrê Kurdistanê dawî bîne.

Berpirsiyar û rayaderên Dewleta Federe ya Kurdistanê bi xwe jî diyar û îtiraf dikin ku PKKê li Başûrê Kurdistanê 570 gund îşgal kiriye.

Heger li Başûré Kurdistanê pirsgirêkê PKKê çareser nebe, ev ji bona Dewleta Tirk her dem dibe sedema operasyon û bambarandinê.

Ev yekê di hemandem de rumeta desthilatdariya Dewleta Federe ya Kurdistanê jî dişikîne. Desthilatdarî bê rûmet û bê hêz diyar dike.

Ev bêrûmetiya nayê domandin.

Desthilatdariyeke rûmetşikestî nikare dewleta serbixwe jî ava bike.

PKKê esil ji bona dewleta serbixwe ya Kurdistanê xeter e.

PKKê, vê xeteriya xwe jî bi hemû kar û xebatên xwe, bi daxuyaniyên xwe diyar dike.

5-PKKê her demê xwestiyê ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ji dost û hevkarên xwe xwe dûr bikeve provakasyon kiriye.

PKKê nûh li Şengalê jî hêzêke xeter û provakatîv e.

 

Xeteriya PKKê li Başûrê Kurdistanê bi Şengalê dest pê nake. Xeteriya PKKê piştî salên 80yî dest pê kir…

 

*Wek tê zanîn piştî salên 80yî yanî piştî Darbeya Leşkerî ya 12 Îlona 1980yî, di sala 1982an de, PDK Iraqê bi PKKê re îtifaq pêk anî ku ew li herêma Behdînanê bi cî bibe.

 PKKê ev projeya baş bi kar anî. Dema ku li Behdînanê bi cî bû xebatên gelek xeter meşand.

*Li Herêma  Behdînanê ku PDK li wir hêzeke girîng bû û desthilatdar bû, PDKê tasfiye bike. Ji bona vê xebatek gelek veşartî meşand. Plan kir ku berpirsiyarê wê herêmê yên PDKê bikûje.Wê demê li Behdînanê berpirsiyarê Liqa Yekemîn Dr. Cercîs bû. Dixwestin ku tasfiya PDKê bi kûştina Dr. Cercîs dest pê bike.

Ji Komîteya Navendî ya PKKê kurdperwerek derket û ew xeteriya dît. Ji bona vê jî, ji PKKê reviya û çû cem PDKê û ev plana PKKê aşkere kir. PDKê pêşiya vê xeteriyê girt.

*PKKê bi rejîma Seddam û Baasê re danûstandin kir. Ew danûstandinên PKKê bi Dewleta Iraqê re, beriya Şere Kendavê (Korfeê) encam da. PKKê li elek gundê Kurdistanê bi cîwar bû. Dema ku Kurdistan azad bû, PKKê ji wan gundan derneket. Got ku “ev gundan ji aliyê Dewleta îraqê û rejîma baaasê de dane me.”

Heta nûha jî ji wan gundan derneketine. Ji wan gundan bi topên obisî yên Îranê êrişî YNKê kir.

* Di sala 1984an de şerê çekdarî ji Başûrê Kurdistanê  destpêkirin, li hemberî PDKê provokesyonek bû. Dixwest ku Dewleta Tirk êrişî herêma azad ya PDKê bike. Wûsa jî bû. Dewleta Tirk çend caran êriş bir ser Başûrê Kurdistanê.

* Piştî şerê Korfezê, Kurdistan azad bû. Li beşekî Kurdistanê bi rêya PDK û YNKê desthilatfariya Miletê kurd ava bû.

Encama vê desthilatdariyê: Meclîsa Kurdistanê ava bû. Hilbijartinê giştî bi awayekî demokrat çêbûn, ji bona ku mebûsên Kurdistanê û serokê herêmê tespît bibin.

Piştî hilbijartinê Meclîsê dest bi xebata xwe kir. Hikûmet ava kir.

Pêşî partiyan û pişt re jî Meclîsa Kurdistanê biryara federalî ji bona îraqê û federebûn ji bona Kurdistanê dan.

PKKê wê demê bi rejîma baasê re aşkere kar kir û li Qendîlê bi cî bû û dijminitiya desthilatdariya Kurdistanê û Herêma Federe ya Kurdistanê kir.

PKKê desthilatdariya Kurdistanê nas nekir û rewa nedît.

Wê demê derfeta Dewleta Iraqê tune bû ku êrişî Kurdistanê bike. Wê demê PKKê bi çend provokasyonê bû sedem ku Dewleta Tirk êriş bîne ser Başûrê Kurdistanê.

Ew du provokasyonên mezin: Pêşî li “Cizîrê û Behdînanê Hikûmet” îlan kirin bû.

Provokasyona duyemîn jî: Îlankirina “Komara Zapê” bû.

Piştî ew provokasyonên PKKê, dewleta Tirk êrişên mezin anîn ser Kurdistanê û zerarê mezin dan Kurdistanê.

 *PKKê, desthilatdariya Kurdistanê rewa nedît û nas nekir, bi YNKê re, PDKê, bi hikûmeta Kurdistanê re şer kir. Bû sebep ku deh hezar pêşmerge û kurd bên kûştin.

* PKKê ji bona ku li Başûrê Kurdistanê desthilatdar be û hikûmeta Kurdistanê xerab bike, êriş û kar kir. Ji bona vê li Başûrê Kurdistanê partî ava kir.

Ev xebata wan ya dûrûdirêj di vê merheleyê de jî encam da. Bi Goran û beşekî YNKê û beşekî îslamî û Partiya Komunîst te îtifaqên gelek xeter û qirêj pêk anî.

* PKKê jî li dijî dewletbûna Başûrê Kurdistanê bi muttefîqên xwe ve kar dikin. Ji bona vê jî, ji dewleta Îranê û Iraqê û hêzên din yên qirêj yê navneteweyî jî piştgirî digre.

Gorî baweriya min ku min gelek caran jî nivîsand, gor hiqûqa milî û hiqûqa navneteweyî PKKê li Başûrê Kurdistanê dagir ker e.

PKKê, rêxistina kurd û Kurdistanê nîne. Ew bi destê kolonyalîstan ava bûye. Ji aliyê îdeolojîk de jî dibêje ku “ez partiyek kurd nînim. Ez partiyeke gelan im.” Loma jî PKKê xwediyê maf nîne ku li Başûrê Kurdistanê û li Şengalê û li Beşên din yên Kurdistanê li ser navê kurdan bibe desthilat.

Loma divê PKKê ji Şengalê û li Başûrê Kurdistanê derkeve.

*Heger PKKê ji Şengalê dernekeve û li Şengalê desthilatdar be û xûrt be ku hikûmeta navendî ya Iraqê û Dewleta Îranê û kevnedeaşî û gelek hêzên din yên navneteweyî piştgiriya wan dikin, PKKê dê li Başûrê Kurdistanê bibe xeteriyek mezin û dewletên kolonyalîst dê planên xwe yên qirêj li dijî Kurdistanê bi destê PKKê pêk bînin.

PKKê wê demê gelek bi rehetî dikare bi beşek hêzên Başurê Kurdistanê re îtifaq çêkin, piştgiriya dewletên kolonyalîst jî bigrin, pêşiya serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê bigrin.

Dewletên kolonyalîst nûha li ser Suleymaniyê û Kerkûkê jî plan çê dikin ku ji Kurdistanê veqetînin. PKKê dibêje ku divê li wan bajaran jî kanton ava bibin. Bi hikûmeta navendî ya Ereban/Iraqê bê girêdayin.

Lewna PKKê bes li Şengalê ne, divê ji Başûerê Kurdistanê jî derkeve. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev