
ÇEVÊ TE GOLA VÊ WANÊ.
Çevê te gola vê Wanê
Kesk in, sût in, werq dikevinê
Lê tu dûrî delalê min
Ka dest bide tu destê min.
Halê me her xerîbîye
Dijminê me ji çar alîye
Dixwazin ku me tunekin
Dibên eslê xwe bîr bikin.
Em ji bîr nakin eslê xwe
Em dimînin ser koka xwe
Dewrana re em şer dikin
Serê mêrxas hevraz dikin.
Were were delalê min
Ka dest bide tu destê min
Bejna bilind lawikê êzdî
Çi kubarî, tu çi rindî.
Eva hêza min û te ye
Azadîya gel pêşiya me ye
Bi huba dila û bi hezkirinê
Em ê dermankin vê birînê.
Çevê te gola vê Wanê
Kesk in, sût in, werq dikevinê
Em in ewledê Kurdistanê
Bi xem û xeyalê vê cihanê.
KEÇIK, EZÊ TE BIREVÎNIM
Keçik ezê te birevînim,
Delal ezê te birevînim,
Bûkê dayîka xwe re bînim,
Lêlê ezê te birevînim.
Keçik mala me ne dûr e,
Birîna dilêm gelek kûr e,
Destê minda mertal û şûr e,
Keçik ezê te birevînim.
Mala me gundê cînare
Her ro were, her ro here
Çend sal dilêm te digere,
Keçik ezê te birevînim.
Kaniya malê me pir nê ze,
Der û doran belghewêz e.
Berê xwe ji min neguhêze,
Keçik ezê te birevînim.
Kanî dikişe bi şev û ro,
Ber bi sibêh heya nîvro,
Em bilîzin peşkeguro,
Keçik ezê te birevînim.
Keçik ezê te birevînim,
Delal ezê te birevînim,
Çiya û baniya bigerînim,
Ça bûk dayîka xwe re bînim.
ODA XEWÊ…
Oda min e xewê terî,
Şewqa heyvê lê çiraye,
Paldayî çevê min li derî,
Ev e bêyî, va ye, va ye.
Şûşa derî mîna hergav
Diteyise bi şewqa heyvê,
Ser zarê min tu yî bê nav,
Hişiyar im şev nîvê şevê.
Ser kêleka dizivirim,
Kewkî dikim belgî hêrsa,
Qesta stêrka dijmêrim,
Giva xew ra herim usa.
Geş dibe stêrka sibêh,
Berbang mecalam dibire,
Êvar de dilê kesîrî bi hubê,
Evîntîye ketiye kire …
Riataza