Prof Maruf Xeznedar: ”Dîroka Edebiyata Kurdî”

Prof Maruf Xeznedar: ”Dîroka Edebiyata Kurdî”

Kurmancîya wê: Zîya Avci -Elîşêr

ŞIIR Û EDEBÎYATA DÎNÊ YARSANÊ (901k-1600z)

Di sedsala 10an a zayînî de bi dubeytên Baba Tahir re -ku ew jî bi awakî din edebîyata Yarsanê tên hesêbkirin- edebîyata dînê Yarsanê kevirê bingehê temaşegeha/turbîna edebîyata rengîn a kurdî tê hesêbkirin. Ew edebîyat ji xizmeta bîr û bawerîyeka gelek kevin hat meydanê, wê bîr û bawerîyê awayekî sofîzmê wergirtibû, mijûlê “yekîtîya hebûn”ê bû. Bi giştî sofîzma îslamê beşek ji sofîzma gerdûnî bû ku wê serdemê rû dabû. Bîr û bawerîya Yarsanê tenê ewqas awayê Îslamê wergirtibû, ji ber ku qîmetekî taybetî bi Elîyê kurê ebû Talib dida, li gor wê ew yek ji Xwedayê mezin bû, li gor dunadunê bi laş insan û bi ruh Xwedê bû.

Li gor bîr û bawerîya Yarsanan di serdema nû de, yanî dewra piştî Îslamîyetê, Xwedê heft car xwe kiriye şiklê insên, her carê jî wekî di tabloya xwarê de tê nîşandan “çar melek” yan pênc ferîşte bûye:

Di warê Yarsanê de rastî ew e ku bîr û bawerîya xwe ji felsefeya dînên herî kevin ên Rojhilatê Mîtrayîzm, Zerdeştî û Hindoyî wergirtiye. Teqlîda dînê Xiristiyanê ya “jidayîkbûna Îsa” kirine, ew jî di wê bawerîyê de ne ku Şa Xoşîn û Sultan Sehaq ji du keçên bê mêrek nêzîkî wan bibin ji dayîk bûne, peywendîya wan bi awayê dayîkê de wekî Îsa û Meryem e. Gelek ûrf û adetên wan bi taybetî berhevbûna ji bo xwarin vexwarinê li cemxaneyê (niyazxaneyê/daxwazxaneyê) wekî “xwarin û vexwarina” Îsa bi yaranên xwe re ye.

Hejmarek zêde ji neteweyê kurd li ser vî dînî bû, zimanê resmî yê dîn kurdî bû, ji ber wê wekî hemî neteweyek xwedîyê zimanekî xwe yê eslî bû û dînekî wî yê taybetî yê edebîyata dînî yê bi zimanê wî yê neteweyî peyda bûbû.
Navên pêşewayên dînê Yarsanê kurdî bûn (Lorî, Goranî û Kurmancî), heft wêneyê Xwedayê wan, Elî ne tê de, kurdî, Kurdistan û Loristan bûn.

RENGDANA FELSEFEYA YARSANÊ DI ŞIIRÊ DE

Bîr û bawerîya dînê Yarsanê ku li ser bingehê dunadunê ava bûye, dide diyarkirin ku Xwedê heft car tê li ser rûyê dinê û xwe wekî insan dide nîşan, her carê jî çar firîşte (yaranê çar melek) pê re ne. Xwedê bi ferîşteyan re di nav yekîtîyeka temam û bê kil û kêmasî de ye. Di kitêba wan a pîroz Tîreyê de “Deftera Tîreya Heyas” ev bi şiir derbas bûye:

Cibreyîl dana

Pîr Binyamîn, Cibreyîl dana

Duwem Îsrafîl, Dawud wana
Sêyem Mîkayîl, Mûsa nemana

Çarem ‘Îzrayîl, Mistefaş zana
Pêncem Xuril’eyn, remzen we me’na

Şeşem Şentayîl, malik kiyana
Heftem Îsma’îl, Eyût birwana

Manaya wê:

“Cebraîl zana ye
Pîr Binyamîn, Cebraîl zana ne

Duyem Îsrafîl e ev Dawud e
Sêyem Mîkayîl e wekî Mûsa xwe dide nîşan

Çarem ‘Ezraîl e bi Mistefa tê nasîn
Pêncem Xurul’eyn e, remz e di nav van de

Şeşem Şentayîl di şiklê melek de hatîye şandin
Heftem Îsmaîl e bi navê Eyût hatîye”

Bi vî awayî li ba Yarsanan hêza avaker “ruh” li asman e û “laş” li ser rûyê dinê ye. Li ba wan Xwedê di bingeh de ruhek e, lê ji bo diçe nav laşên awa awa de xwe di qalibên cihê de nîşan dide, li gor vê bi hindur jî wekî laş zêde dibe, wekî nimûne di “Deftera Pirdîwerê” de Sultan Sehak di şiirekê de ji devê Binyamîn (Cebraîl) wiha dibêje:

Dawud rehberen, we şûn û şesa
Xwacam “Qudret” bî, xulam sermesa

Yaran beyanî, şahêd û geda
Yadîm we dergay, xwacay “Şentiya”

Ewsa padişam, ne dewun “Ya” bî
Ne erz ne sema, ne sureyya bî

Ne zat ne beşer, ne şert ne qerar
Ne lewh ne qelem, ne deng ne dîyar

Manaya wê:

“Dawud rêber e û nazil bûye (hatîye şandin)
Xocem (mûrşidê min) Qudret e, ez ê xulamê (mirîdê) wî mest bûm

Yaran belge û şahidî didin
Li dergahê xoceyê Şentiya (Dawud)

Wî wextî padişahê min (dunadun) “Ya” bû
Ne erd, ne asman, ne stêrk hebûn

Ne zat, ne beşer, ne erd ne qerar
Ne lewh ne qelem ne deng ne xelk hebû”

Li vir navên Qudret, Şentiya û Ya di dînê Yarsanê de navê Xwedê ne.

Minorsky li ser “Ya” ku navê Afirîner e, di wê bawerîyê de ye ku bêjeya Binyamîn bi manaya “kurê Yayê emîn derbas bûye”, etîmîlojîya wê bi vî awayî dide diyarkirin: “Binyamîn = bin (bi manaya kur) + Ya + emîn = kurê Yayê emîn”.
Piştî afirandina hefteya kar (ku ruhê Xwedê ne), çil mexlûqên din afirand, bi awa, bîçim û sîma wekî hefteyê ne, Şêx Emîr di vî warî de wiha dibêje:

Çil şem’i, çil çira, çil dane fener
Çil gul, çil gewher, çil camî cewher

Her çil yekî bî, yekî her çil bî
Sermayey esleş, şay berzemil bî

Manaya wê:

“Çil mum, çil çira, çil lib nefer
Çil gul, çil cewher, çil camî lewlewû mirarî

Hemî çil yek in, yek jî hemî çil in
Reh û bingehê wan jî şahê gerdenkeş û serbilind e”

Dînê Yarsanê di “hebûn”ê de tenê mijûlê hêza çakîyê nebûye, ew jî wekî hemî dînên din di warê hêza xerabîyê de xwedîyê bîr û raya taybetî bûye.

Bi vî awayî ew jî xwedîyê tiştekî wekî Şeytanê misilmanan, Ehrîmendê Zerdeştîyan û Iblîsê dînên din e, lê bîr û raya wan li hemberê vê hêzê bi bîr û raya dînên din ne wekî hev e. Ew di wê bawerîyê de ne ku “Melekê Tawus” kesekî xêrxwaz û baş e, ji ber ku yên fermana Xwedê bi cih naynin û kesên xerab in, wan didin destê Melekê Tawus ku li wan tenbîh bike û ceza bike. Bi vê kirinê bi xeraban re dibe şer, wî wextî li milekî din wêneya diruşma xêr û çakîyê nîşan dide.

Di vî warî de şairê wan wiha dibêje:

Naweş Nawus bî
Zatî Şa Xoşîn, naweş Nawus bî

Elîy Murteza, hem Keykawus bî
Xwace Eladîn, “Melek Tawus” bî

Manaya wê:

“Navê wî Nawus e
Zatî Şa Xoşîn navê wî Nawus e

´Elîyê Murteza, hem Keykawus e
Xwace Eladîn Melek Tawus e”

KITÊBA SERENCAMÊ

Şiira dînê Yarsanê wekî hemî edebîyatên dînî di nav zeman de dirust bûye û piştre hatine berhev kirin, gelek car xwedîyê van şiiran nayên nasîn. Lê bi xwe şiiran tewcîhê Afirîner dikin, firîşte û kesên qenc dikin. Li gor vê di her navçekê de komek şiir peyda bûne, yan komek şiirên şairekî hatine berhev kirin, êdî bi navê navçe, yan zeman û yan navê xwedîyên wan ketine meydanê. Bi destnivîsên koma şiiran re dibêjin defter, ji şiiran bi xwe re “kelam” dibêjin, hinek car jî bi navê qonaxa (dewr) Afirîner yan firîşteyê tên bi nav kirin. Wekî “Dewra Şa Xoşên” yanî ew şiirên di zemanê jiyana Şa Xoşên de hatine nivîsandin, ji alîyê wî yan yaranên wî ve.

Ji vê ev derdikeve ku Yarsan xwedîyê yek kitêba pîroz nebûye, belko hemî hoz, beş, tayîfe û binemalek xwedîyê kitêba xwe ya taybetî bûye. Hinek car di naveroka kitêbên wan de cihêtî û girê û asteng tên dîtin.

Kitêba Serencamê yek ji kitêbên giring ên dînê Yarsanê ye, Minorsky di sala 1902an a di dema geşta xwe ya li Îranê û Kurdistanê de destnivîsa rast ya vê kitêbê peyda kirîye, ev destnivîs di sala 1259k/1843an de hatîye nivîsandin. Ev kitêba han a giring ji dîroka dînê Yarsanê pêk hatîye. Piştre Minorsky vê destnivîsê weşandîye, piranîya wê bi zimanê farisî bûye, hinek pexşan û şiirên bi Diyalektê Goranî yê zimanê kurdî jî tê de bûye, ew hemî wergerandine ser zimanê rûsî û di sala 1913an de weşandîye.

Maşella Sûrî navê kitêba Serencamê kirîye “Sirûda Dînê Yarsanê”, kitêb komek sirûd û stranên dînî ne. Serencam navê defterek bi nav û deng ji defterên Yarsanê ye. Ev kitêb bi pexşan dest pê dike û bi şiir dawî lê tê, bi Diyalektê Goranî yê zimanê kurdî hatîye nivîsandin. Yarsanî Serencamê berhema Sultan Sehak dihesibînin, di wê bawerîyê de ne ku xelkê sade ne xwedîyê wê imkanêye manaya wan fehim bikin. Weşangerê wê di dawîya kitêbê de dibêje: dema ku min ji bo alîkarîya nivîsandina kitêbê xwest ez sipasê Seyîd Ferux Ateş Zerkeyê bikim, wî ji min re got: kes nikare van kelaman fehim bike, ev mucîzeyên Sultan Sehenk in.

Kitêba Serencamê ya sirûdên dînî yên Yarsanê ji du beşan pêk hatîye, destpêka pexşanê bi dirustbûna “hebûn=gerdûn”ê dest pê dike, ûrf û adet, resm û adetên yarsanîyan radixe ber çav. Herçî sirûdên şiirî ne jî ji deh perçeyan pêk hatîye, wekî xwarê ne:

Sirûda Yekem: “Xan Elmas Wesfê Dirustkirina Hebûnê Dike”
Sirûda Duyem: “Alî Qelender Wesfê Guherîna Hindurê Xwe Dike”.
Sirûda Sêyem: “Gotûbêja Sultan Sehak Bi Rêber Mikayîl re”.
Sirûda Çarem: “Di Warê Giringiya Xwedanasî û Efûyê de”.
Sirûda Pêncem: “Di Warê Resm û Îşaretên Qurbanê de”.
Sirûda Şeşem: “Di Warê Methê Dawud de”.
Sirûda Heftem: “Di Warê Methê Maşûq Elî de”.
Sirûda Heştem: “Di Warê Methê Xwedê de”.
Sirûda Nehem: “Di Warê Methê Cemşîd de”.
Sirûda Dehem: “Ji Bo Telqîna Kesê Mirî ye”.

Not: di fotoyê da Aramgeha Baba Tahirê Uryan Hemedanî (li Hemedanê)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev