Rostemê Zal û Feremezê kurê wî -2

Rostemê Zal û Feremezê kurê wî -2

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema heyştênehan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa pêşin a berhema bi sernavê Rostemê Zal û Feremezê kurê wî” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 89

(destpêka vê berhemê a pêşin me berî heftêyekê çap kiribû)

Êvarê, gava ku Canpolat hat, maşoqê pişta xwe pêda kir. Dêwê Canpolat got, go:

-Ha, go, maşoqa min, çi hesabê teye, te pişta xwe minda kir?

Maşoqê jêra got, go: -Kafiro, tu wekî maşoqê minî, tu çima qe gilîyê xwe ji minra navêjî?

Dêwê Canpolat got: -Gilîyê çi tera bikim, dilê teda bûye xem?

Maşoqê gotê, go: -Wekî ez maşoqa teme, tu çima pirsa xwe rast ji minra navêjî?

Dêwê Canpolat got: -Çi pirsek ez ji tera bêjim?

Go: -Wekî tu aqasî serê şêr, pilinga, perwanda jêdikî, çima tu salixê xwe jî minra nabêjî.

Canpolat got: -Wekî usane, qewata min, ruhê min sê cûcikin, wê di nava qutîke pola, nava gurzê mindane. Ez wekî têkevim şera, dehwa, dareke serê milê mine: ez dar davêm wî, yê ku bi minra şer dike. Min kê gava gurzê xwe avît, ew li ser bisekine, gurzekî orta gurzê min xîne, qutîkê ji orta gurzê mindane: sê cûcikê têda ruhê minin, di orta qutîyêdane. Ewê ku minra şer bike, here ewê qutîyê derxe, serê wan cûcika jêke, paşê ezê ji dinê xilaz bim, ezê îja bimrim, ew ki ji tera rast divêjim, ser her milekî min beraşekî aşa têdane. Ez beraşê xwe bavêjim, yê ku minra têkeve dehwê, beraşê min wekî kuta bûn, paşê qutîya min da derxistinê, ezê bimirim. Eva ji tera divêjim diha.

Feremez xwera guhdarî dikir. Sekinî hetanî subhê. Subhê Canpolat rabû, çû nêçîra xwe. Feremez maşoqêra got:

-Gilîyê te qe çi bûn?

Maşoqê got: -Feremez, qurbana tebim, çima tuyî neyî hişyar bûyî, min pirs ji Canpolat kir, hal û hewal, Canpolat ev gilî gotibûn.

Feremez got: -Maşoqa dêwê Canpolat, kergedanê min derxe ji derva. -Lingê xwe kire zengûya sehetê: “Ya ellah ometê”. Feremez go maşoqa dêwê Canpolat, got:

-Canpolat sibê kê rê diçe, êvarê kê rê tê?

-Feremez, go, ez qurbana tebim, go, heyfa te, tu cahilî, çevê te min û bedewîya min ketîye.

Feremez go: -Maşoqa dêwê Canpolat, serîke ew oxire.

Feremez çû pêşîya dêwê Canpolat. Dêwê Canpolat bala xwe dayêda, hew nihêrî têşkekî kurêşîya têra derket, go:

-Wey têşkê kurêşîya, berxê hemlikê, ne beranê qird, îsal bû heft sal, ez li ezmana digeryam, diranê min diêşîya, ezê ancax te, têşkê kurêşîya têxime nav diranê xwe: ne ji minra dive şîv, ne dive teştê. Ez li ezmana digeryam, diranê min îsal heft sale diêşîya, ez belkî heve goştê wî têxim nav diranê xwe.

Feremez go: -Kafiro, dinya dore, yan bi zore?

Canpolat jêra got: -Dinya bi dore.

Feremez go: -Canpolat, dora teye.

Canpolat darek avîte Feremez, Feremez zengu avîte kergedanê xwe. Sivik bû, ji ber revî. Dar jê negirt, Canpolat got:

-Benî ademê axa axê, min lêxist bû ax, toprax, goştê wî têra diranê min nema.

Feremez ajot li ser: -Canpolat, dinya dore, yan bi zore?

Canpolat go: -Dinya dore.

Feremez şûrê xwe lêxist, revî çû dera hana, jê dûr ket. Canpolat beraşê aşa milê xwe deranî, avît Feremez. Beraşê aşa jê negirt. Beraşê din jî – ew jî avît, dîsa jê negirt. Feremez ajote li ser dêwê Canpolat, şûrek li qafê wî xist, sêsid şêstûşeş tamarê anîya dêwê Canpolat tevî hev bûn – çawa têşkê kurêşîya minra têkeve dehwê. Destê xwe avîte gurzê xwe, gurzek avîte Feremez. Gurzê wî çû, gelekî jê dûr ket. Feremez ajote ser gurzê Canpolat. Li ser gurzê wî peya bû. Gurzek Feremez orta gurzê wî xist. Bala xwe dayê – qutîk ji orta gurzê wî derket. Derê qutîyê vekir, bala xwe dayê – sê cûcik qutîyêdanin. Feremez serê cûcikê jêkir.

Dêwê Canpolat go: -Têşkê kurêşîya, tu birê minî mezinî, heyfa min, serê cûcikê dinê jê meke, min ji dinyayê xilaz meke.

Feremez serê cûcikê duda jêkir. Ruhê Canpolat hate qefesê, go:

-Feremez, ji boy xwedêye, min ji dinyayê xilaz meke, tu birê minî mezinî, – ruhê wî hate qefesê, go: -Feremez, tu qurbana şîretkara xwebî, heft serî ser serê te hebûya, tu ji destê min xilaz nedibûyî.

Feremez serê wê cûcika mayîn jî jêkir. Li ser serê wî peya bû, herdu guhê wî jêkir, hanî li ber maşoqa Canpolat danî.

Sekinî, maşoqê rabû sêsid şêstûşeş şax ji xwe dane berdanê, ji gaz û gerdena, çev-birû-bijanga, dev-lêvê di şekirî, ji xwe da berdanê. Sekinî heta êvarê, yataxa xwe û Feremez tev danî. Feremez nav yataxada danî. Maşoqê, ewê jî kincê xwe ji xwe şiqitand, orxan hilda, bin orxanê paşla Feremezda danî.

Feremez şûr tezîkir, orta xwe û wêda danî. Maşoqê go:

-Feremez, go, qurbana tevim, gelo te çi qisûr canê minî nazik-nermikda dî, te şûr tezîkir, orta xwe û minda danî?

Feremez jêra, maşoqa dêwê Canpolatra got:

-Ez adkarim, ez heme Feremezim, kurê Rostemê Zalim, ez pey qaçaxa bavê xwe ketime. Hetanî ez neçim, bavê xwe nebînim, şuxulê usa ji minra herame.

-Ha, go, Feremez, ez qurbana teme, dêwê Perwande îsal bû heft sal ewî û Rostemva şer kir; yek yekî alt nekir. Hema îsal bû heft roj Perwande bavê te alt kir, usane, ada behrêdane. Perwande ji qafî seqete, ew şivanê nêrîyane, here dûr bisekin, xwe bavê li ber kevira, dengekî lê têxe gazî, bêje: “Perwande, maşoqa dêwê Canpolat gotîye, bira nêrîyê kever, nêrîyê reş ji minra bişîne, bê”. Perwandeyê rave ser xwe, kêleka xwe binhêre – kes tune. Perwande ji qafî seqete, wê bighîje nêrîya, ji nava pêz veqetîne, wê pêz devê behrêda bikişîne. Gava ku pez bir, here nêrîya ji minra bîne were.

Feremez çû nêrî hanîn, maşoqa dêwê Canpolat go:

-Feremez, serê nêrîya jêke, ji minra eyarke.

Feremez nêrî hanîn, serê nêrîya jêkir, postê wana eyar kir. Maşoqê wêderê îsmekî xwend:

-Feremez, ha ji tera postê nêrîya tulixke: îsmekî min xwend, evê şiva min bive here li devê behrê, herdu postê nêrîya siyarbe, şivekê lêxe: “Postno, min derxin ada behrê”.

Feremez post birin ada behrê, li ser posta siyar bû, şivek lêxist, îsmekî serê xwend. Posta Feremez ada behrêda derxist. Çû li ber koçka dêwê Perwande, lênihêrî xortekî delal têra derket. Qîrîn ji maşoqa dêwê Perwande hat:

-Han, go, gelo tu xwayê çend serîyayî, eva koçika dêwê Perwandeye: ez nizanim milyaketa tu ji ezmana kirî xar, nizam cêr-îcata ji erdê tu derketî?

Go: -Maşoqa dêwê Perwande, hazir bibîne.

Go: -Çawa, yekî nola Rostemê Zal, wekî dikire qîrîn – kûsî, mesîya ji qîrînîya Rostemê Zal serê xwe ji behra derdixist, teyamîş neda ber Perwande, niha tuyê teyax bidî?

Feremez jêra go: -Maşoqa dêwê Perwande, ez heme, ez kurê Rostemim, Rostemê Zalim. Ez pey qaçaxa bavê xwe ketime.

Maşoqê go: -Feremez, ez qurbana teme, îro bû heft roj, Perwande Rostem alt kirîye, hema mixenetî nekuştîye. Erd hanîye kolaye, Rostem piştostan kirîye erdê: îro şeş rojê wîye, heft qat bez li ser zikê Rostemin. Were ez dermana bidime te, tu bive here ber pozê Rostem. Agir li ser zikê Rostem bide alîkî. Te agir da alîkî, agir vênase. Dêwê Perwande kêderê heve wê dûyê agirê Rostem pêva bixwênbe, ah ji tera vî dermanî, bide ber pozê Rostem. Rostem wekî saxbe, dermanê bihele, bikeve pozê wî. Derman kete pozê wî – were cabê bide min.

Feremez derman da ber pozê Rostem. Derman helîya, kete pozê Rostem, nalîn ji wî hat. Feremez devê xwe kire guhê Rostem, dengekî “bavo” kir. Rostem dengê Feremez nas kir. Ew neket heyra xwe, birînê xwe, kete heyra Feremez. Feremez rabû çû cab da maşoqa Perwande. Feremez go:

-Maşoqa dêwê Perwande, mizgîna min ji tera, Rostem silamete.

Maşoqê go: -Feremez, de were evê karpêta-cila hana, were em bivin, Rostem daynine ser, bînin.

Çûn Rostem hildan, danîn ser karpêtê, maşoqê go:

-Feremez, xwedê min qurbana teke. Wexteke zef xweşe, hema lemak xweşe – çil şevî Perwande nayê koçka xwe. Here devê behrê, xizna Perwande li wêye, li ber bisekin, heq navê xwedê hilde, gurzekî hilde, li derê xiznêxe. Derê xiznê veke, were cem min. Ezê jî çil şevî Rostem têda xwey bikim.

Feremez rabû, çû ber derê xiznê. Derê xiznê vekir, hate cem maşoqa Perwande.

-Mizgînîya min ji tera, min derê xiznê vekir.

Maşoqê rabû, ewê û Feremez Rostem hildan birin cîyê wî di xiznêda danîn. Bîstûneh roj temam bûn. Rostem birînên wî gelekî sax bûn. Sîûneh rojê wî temam bûn, maşoqê got:

-Feremez, ez qurbana tebim, dilê te nemîne, îro Perwande wê bê. Gava ku hat, tu here derê xiznê, Rostem destê wî bigre bîne meydana Dehwê.

Gurzê Rostem bavêje milê wî. Gavek te gurzê wî avîte milê wî, were. Dêwê Perwande wê bê koçka xwe. Gava ku ew hat, tu bisekin meydana Dehwê, dengekî lê têxe gazî, bê: “Kafir, derkeve, dehwa min tera dehwe”. Perwande ji dengbihîstinê, wê ji hêbeta rabe ser xwe, alîkî koçkê wê serê xwera welgerîne. Gavak hate dehwa te, wêderê tu û Perwande gurza hûnê li hevxin, hema Rostemê li we temaşeke, hema tu tapa Perwande naynî. Rostemê bala xwe bidê ku tu tapa Perwande naynî, Rostemê dengekî lê têxe qîrîn. Perwande wê ser situyê xwe vegere. Perwandeyê hilanîye, wê xwe pêra bighîne, qedemê Perwande wê ji qudûm bikevin, destê teda wê qudûm bikeve. Wî çaxî tu çok bide ser dilê wî, bêje:

-Perwande, ez te nakujim, te çawa mixenetî bavê min nekuşt, ez jî te nakujim, hema gilîkî min tera heye, tê min, bavê min, me bivî wî alîyê avê. Ezê textebana te ser serê te bidime girêdanê: tu min, bavê min ji behrê derbazkî, reşê wê daynî.

Feremez usa jî kir, paşê destê wî piş piştêva girêda, çû textebana Perwande anî û serê wî danî. Rostem li ser serê textebanê wîda rûnişt. Maşoqa dêwê Perwande ew jî textebanêda rûnişt.

Feremez got: -Perwande, rabe min û bavê min bive qeredanîyê dayne.

Perwande rabû li ser xwe, da nava behrê. Behrê avîte fêza çoka. Perwande duşurmîş bû, go: “Gelekî min zor, cefa min daye Rostem, ancax Feremez gihîşt bavê xwe, wekî heft serî ser serê min bin, ez ji destê Rostem, Feremez xilaz nabim”.

Perwande milê xwe ba dide, milê xwe vedike, destê xwe davê textebanê, orta behrêda ser destê xwe textebanê davêje qerdanîyê. Perwande şûnda behrêda vedigere. Feremez lê dike gazî:

-Perwande, go, wekî min xizna te bir, maşoqa te bir, hergê tu qoçaxî, were dehwê bibîn.

Perwande go: -Ez ancax ji destê te û Rostem xilaz bûme. Ezê subê herim maşoqeke dinê bînim xwera.

Feremez, maşoqa Perwande, Rostem diçin. Maşoqa Canpolat ji xwera lêdinhêre, bala xwe dayê – Feremez wê hat, maşoqa Perwande hanî, Rostem jî xwera hanî.

Maşoqa Canpolat çû pêşîyê, hanî li koçka xweda danî. Wê şevê wêderê bûne mêvan. Sekinî hetanî subê. Subê Rostem, Feremez, Guhderdî Pîr, Tûzî Nezer ji koçka Canpolat hatin koçka dêwê Sipî. Wê şevê koçka dêwê Sipî bûne mêvan. Roja mayîn – maşoqa dêwê Sipî hildan çûne mêvanê maşoqa dêwê Sor. Rabûn, subê maşoqa dêwê Canpolat, maşoqa dêwê Perwande, maşoqa dêwê Sipî, maşoqa dêwê Sor hildan – berê xwe dane şeherê Zalê.

Mizgîn birin dane Zalê. Zalê, Gerdenkêşan, Xewserî Şêr, Cegerman, Bedîhcemal, ew jî hatine pêşîyê.

Maşoqa dêwê Sor dane Guhderdî Pîr. Maşoqa dêwê Sipî dane Tûzî Nezer, maşoqa dêwê Canpolat dane Feremez, maşoqa dêwê Perwande dane Bedîhcemal.

Teze def û dewatê xwe kirin. Ew çûn mirazê xwe şa bûn.

Sê sêv derketin cinetê: yek para hostayê min, sêvek para hikyatbêj, sêvek jî para cimetê. Kêmasîk jî hergê hebe, ew jî gerekê bibaxşînin. Mirazê te jî zarê te bivin.

-Ez jî gelekî razîme.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev