Şikoyê Hesen: Mîrê helbesta kurdî

Dibên bê hub e’mir melûle,
Bendê bê heval e’mir da qûle
K’a seda bilbil bê gul k’enge tê,
T’ek bîna bilbil bi gulê dertê”…

Şikoyê Hesen (1928- 1976) yek ji wan şaîrane ku di dema xwe de û piştî mirina xwe jî bi saya bêhempayiya û girîngiyên şêweya helbestên xwe hatîye hez kirin û têgihîştin. Ew bi hizr û hestên xwe ve, îro jî li pêşiya demê dimeşê û bêgilî di dîroka wêjaya kurdî de cîkî giring digire.

Şikoyê Hesen her çiqas kedek mezin li ser zimanê kurdî dabe û gellek berhem li dû xwe hiştibe jî, ji alîye kurdan ve û bi taybetî jî ji alîye kurdên welat ve kêm hatiye nasîn û mixabin hê jî nayê nasîn. li ser jiyan û berhemên wî tu lêkolînên berfireh nehatine kirin, di derbarê wî de pir kêm agahiyan dizanin. Hostehiya helbestkariya wî sûd û bandoreke mezin li ser xwendevana dike. Mirov dikare bêje Şikoyê Hesen bi raman û efrandinên xwe di rêza li gel berhemên klasîk ên hosteyên wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran, Cegerxwîn cihê xweye layîq girtîye.
Şikoyê Hesen yek ji grîngtirîn helbestkarê sedsala 20î, her çiqas jîyana xwe di nav xizanîyê de, di rewşeke zor û bêderfet de derbas kiriye, êş û azara dilê xwe, hestên nazik û şewat bi kurmancîyeke xweş û zelal di berhemên xwe de vedibêje. Şaîr di helbesta kurdî de pêleke nû u rengekî cûda peyda kir. Tê gotin ku Şikoyê Hesen ji ber xizanî û kesibiyê, ji bêçarî gellek helbestên xwe frotiye da ku pê ebura xwe bike. Ji alî din ve, tê gotin ku hin kesan, bêyî destûrstendina wî, hine helbestên Şikoyê Hesen bi îmzeya xwe çap kirine û ew helbestên wî weke yên xwe nîşan dane. Hine hunermendan helbestên wî bi naveke nu û di albûmên xwe de bicih kirine. Sed heyf, Şikoyê Hesen kesekî xwedîyê sidiqê qenc û paqij, wî berbi astengî, nerastî û qelpya jîyane teyax nekir û sala 1976an li temenê 48 saliya xwe de bi destê xwe bi dawî li jiyana xwe anî.

Guhdaren heja, îro me xwest, em hinekî qala vî helbestkarê trajîk û xwediyê kiryamet û fireseta şaîrtîye mezin , besa Şikoyê Hesen bikin.

Fermo, guhdarya bernameya radyoya Ria taza derheqa jîyan û hizra helbestvanê gewre ji Kurdên Kafkasyayê, şaîr û evîndarê zimanê kurdî nemir Şikoyê Hesen û cend berhemên wî bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. bekir yalçın

    mitıla zéré bın axe zehf zanyareme , jı birdıbın yekjı wanaji ŞIKOYé HESEN E EZ wayı bı birtinımbsérı lı ber xardıkım u dıwem ruhe wı şad be gorbı huştbe.

Şirovekirin hatine girtin.