
Lêkolîner Ziya Avci ev nimûneya edebîyeta me a taybet ji bo malpera me amade kirîye û em bi dilxweşî wê çap dikin.
Profêsor Maruf Xeznedar, dîroka Edebîyeta kurdî, cild 6
Tîpguhêzî: Ziya Avci-Elîşêr
Şair di parastina gotina bi vî awayî şiiran de, bi jîrî wê rastiyê dide xuyakirin ku sipehîtîya di berhema edebî û hunerî de ew e ku behsa bûyerekê bike di jiyanê de rû dabe, berhemên vî awayî layîqê mayînê ne. Peywendîya raketina mêr û jinê bi hev re bûyereka timî ya di jiyanê de ye, eger têkeve qalibeka hunerî wekî Ehmed dibêje, ji bo giyanê insên dibe dewlemendî û şadî, ew şiir bi qîmet e nîmet e, ji ber ku bi zimanê millet hatîye gotin û jê re dibe samanê hunerê.
-1-
Ehmed di şiireka di vê mijarê de wiha dibêje:
Duhî sipêdê wekî mi di vî quzî na
Ewê kiçikê gelek keyfa xo îna
Herroj min carekê bigê ey feqê baş
Li min derman bike êş û birîna
Me gotê bêxe derpê xo û razê
Hema raza û lingê xwe hilîna
Wisa kîrê xu min dakir quzê wê
Ku bû term û laş û ma li nav nivîna
Ez û ew wek pezî pêkeve di mexel çuyn
Ku her şev ez du ca ra rabûm şevîna
Wekî min daye bi hinka ewî got
Rehet hêdî te hîlaka mi îna
Te ez kuştim bi vî kîrê req û reş
Ku quz nahête derman kewîna
-2-
Di şiireka din de dibêje:
Min kiçek can dît me zanî muşirke
Ez quzî çend bigêm ya bê şike
Quz ê birîndar e mela
Ka were her şev du car derman bike
Çendî hes key hazirim tu di min binî
Ev quze malê te bêkerb û rike
Min li wa ji vê ‘alemî kîrê te xast
Çî dema wî dît quzê min ê liçike
Min riha xo dîtna zatê te ye
Meqseda min ya muhîm her binzik e
Ew quzê spî lêv tenik çimkî xezal
Her wekî belgê gulê ê nazik e
Ê mudewwer şubhî hingustîrekê
Her bu ser kîrî şekal û kalik e
Ya di van du belgeyan de nû be û bi giştî di şiirên din ên şairên di vê mijarê de dahênana hunerî bin ew e, ku ew karê raketina mêr û jinê yê bi hev re ku wêneya wê dikêşe, keçikê yan jinikê jî beşdar dike. Li gor ûrf û adetê kevin ê klasîk rola jinê tune, wekî bê gotin, ew kar tenê ji bo mêrî hatibe çêkirin, ev exlaqek e ku di civata Rojhilata Navîn de bi piranî ji dîn hatiye, bi taybetî jî di nav deştnişînan û navçeyên ziraetê de.
Riataza