Kinyazê Hemîd îsal civîna pêşin a Parlamentoya Ermenîstanê vedike

Kinyazê Hemîd îsal civîna pêşin a Parlamentoya Ermenîstanê vedike

Bêcirman Bêcirmanî

2ê nîsana îsalin li seranserê Ermenistanê hilbijartina parlamentoyê pêk hatibû. Li gorî encamên fermî yê hilbijartinan, rîspî û pêşekzanê gel, Serokê Yekitiya Kurdên Ermenistanê Kinyazê Hemîdê Fetî ji partiya desthilatdar Sêrj Sargsyan bibû parlamenter û ketibû Parlamentoya Neteweyî ya Ermenistanê.

Di hilbijartinan de Partiya Komarger ya Ermenistanê ya Serj Sargsyan bi ser ketibû û piraniya dengan bidest xistibû. Li gorî encamên fermî partiya Sargsyan ji sedî 50.43 deng anîbû û careke din bibû desthilatdar.

Eşkere bû ku wê îsal, 18ê gulanê bi awayeke fermî Parlamentoya Ermenîstanê bi destê Kinyazê Hemîdê Fetî were vekirin. Sedema vê yekê jî ew e ku di nav 101 parlamenterên parlamentoya neteweyî de kesê ji aliyê temenê xwe herî mezin Kinyazê Hemîd (Hasanov) e.

Cara yekemîn e ku piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê kurdek dikeve parlamentoya Ermenistanê. Di serdema Sovyetê de çend kurd bibûn parlamenter û ketibûn meclîsê. Lê ev 25 sal in ku di Komara Ermenistana Nû de kurdek dibe parlamenter.

Kinyazê Hemîd ji sala 2007-ê ve Serokatiya Civaka kurdên Ermenîstanê dike. Ew 71 salî ye û li seranserê Ermenistanê kurdekî navdar e.

Kinyazê Hemîd 17-ê Çileya sala 1945-ê li gundekî kurdan ê bi navê ‘Devexerabeyê’ hatiye dinyayê. Gund bi ser nehiyeya Abovyanê ye ku dikeve kêleka Yêrêvana paytexta Ermenistanê. Bav û kalên wî piştî Serhildana Şêx Seîd, sala 1926-ê, piştî Şerê Şêx Seîd, ji Wanê tevî 4000 malbatên kurdan derbasî wî alî Çemê Erezê bûne û li ser xaka Ermenistana îroyîn cih û war bûne.

Kinyazê Hemîd sala 1952-ên li nehiyeya Abovyanê bi medalyaya zêrîn dibistana navîn kuta kiriye. Sala 1962-ê dest bi kar û xebatê kiriye. Bûye dersdarê zimanê ermenkî ji bo komên jêrîn, paşê bûye serwêrê dibistanê. Sala 1964-ê dikeve Zankoya Ermenîstanê ya  Dewletê ya Malhebûna Gundîtîyê, Beşêa Aboriyê. Ji bo xwendin û karê baş, dibe Serokê Rêxistina Komsomola Zankoyê. Di Zankoyê de spîpendîûma dereceya bilind a li ser navê Lênîn distîne. Sala 1978-ên zankoyê bi serfirazî temam dike.

Ew sala 1965-ê qebûlî Înstîtûta Marksîzim-Lênînîzimê dibe û sala 1967-ê temam dike. Her ku diçe nav û dengê wî li derdora Abovyanê bilind dibe. Sala 1969-ê dikeve Zankoya Yerevanê ya Dewletê û sala 1974-ê temam dike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev