Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kurdên Bakur û “Kurdiya Akademîk”

Kurdên Bakur û “Kurdiya Akademîk”

Welat Agirî

Heke meriv li ser peyva bindestiyê bisekine, dê were dîtin ku gelek taybetmendiyên gelên bindest hene. Ji bo bindestan ya baş ew e ku zûtirkî kapê koletî û hêsîriyê ji stûyê xwe derxin û ji xwe re jiyaneke azad ava bikin. Heke ev dema bindestiyê dirêj bikişîne, wê destxistina jiyaneke azad dijwar be. Bi dirêjbûna demê re fikr, raman, axaftin, çûyin-hatin, rabûn-rûniştin, hezkirin, kîn, nefret û heta xewnên şevan jî dişibin ên desthilata. Ma em dikarin bêjin em ne vê rewşê de nin? Êdî xewnên me jî bi Tirkî ne…

Di vê dem û dewranê de, Kurdên Bakur gelek tişt ji civata Tirkan wergirtin ku wek me jorê got; ev tiştekî normal e, şibandina serdestan xwezayî ye. Em jî wek wan difikirin û di nav xûy û xisletê me de ferqeke mezin nemaye. Wexta mirov nivîs û parvekirinên Kurda dimêzîne, tê dîtin ku ev Kurdên me di hin war û babetan de û xwasma derbarî ziman de, dixwazin sîstema Tirkiyê ava bikin.

Di Tirkiyê de zimanekî fermî heye ku xwendin û nivîsandina Tirka bi vî zimanî ye. Ji vî zimanî re –Devoka Stenbolê- dibêjin. Eger em bi hevokeke din bînin ziman; Tirka zimanê xwe ê fermî ku Kurmancên me jê re dibêjin zimanê akademîk, ser hemî devokên xwe ên din re girtine ku di warê nivîsê de ji bilî devoka Stenbolê, devok nayên bi kar anîn. Di dibistan, zanîngeh, pirtûk, daîrên fermî û radyo û televîzyonên wan de Îstanbûl Tûrkçesî heye.

Ger em di babeta ziman de, li sîstemê binhêrin dê were dîtin ku ji serî heya binî çewt e. Ji bo civatê ji ziman dewlemendtir çi heye? Lêbelê bi vê sîstemê ziyaneke mezin didin devokên din û belkî jî gelek peyv û kelîme tên ji bîr kirin û dikevin rêya mirinê.

Wek me di serî de behs kir, em gelek di bin vê mantelîta Tirka de mane û xûyaye mêjî jî azadiya xwe winda kiriye. Di van salên dawî de, bi pêşketina teknolojiyê ve rewşa zimanê me jî kêm an zêde diha baş dibe. Bi vê pêşketina ziman ve, hin kes ji Bakuriyan dixwazin wê sîstema ziman a Tirka li ser Kurdî jî biceribînin. Bi raya min, bi vê ceribandinê ve dê ser û guhê zimên bişkînin û birînên xedar vekin.

Di nav Kurda de, ev desthilatiya devokekê nikare bikeve praktîkê ku çend sedemên vê jî hene;

  • Devok û peyvên curbecur dewlemendî ne û tu zirarê jî nadin ziman.
  • Zimanzanên heqîqî piştgiriyê nadin vê sîstemê ku zanin fêda wê ji civatê re nîn e.
  • Tu kes an jî tu herêm raseriya devokeke din qebûl nakin. Wek em peyva –minminîk- mînak bidin;

Li Serhedê dibêjin minminîk, perperok

Li Botan dibêjin belbelitonk

Li Wêranşarê dibêjin pinpinîk

Li Amedê pelîtank

Li Başûr pepûle

Niha em ê kîjanê hilbijêrin û dema yek hat bijartin û kete zimanê nivîsê, aqûbeta yên dinê dê çawa be?

Bi kurt û kurtasî Kurdî nabe, nikare bibe akademîk (yek, tek ziman), lêbelê Kurd dikarin bibin Kurdên akademîk. Ev akademîkbûna Kurda bi xwendin, danûstandin, çûyîn û hatinê ve girêdayî ye. Yanî divê beriya hertiştî Kurd pirtûkên bi zimanê xwe bixwînin ku xwendin zêde be, wê ferq û cudahiyên navbera herêma kêm be.

Danûstandinên navbera Kurda dê tesîreke baş li ser ziman jî bihêle. Bi çûyin-hatinê re, wê mesafeyên di navbera dil û mêjiyên Kurda de bên rakirin. Mixabin Kurd ji hev dûr ketine û baş hev nas nakin. Bi hevnasînê re, xêncî peyv û gotinan herêmî; em ê hal û rewş, şîn û şayî, fikr û raman û bi kurtasî jîn û jîyanên hev nas bikin. Û bi van têkiliyan navbera Kurda de tu pirs û problem jî li ser ziman namîne.

Ji alîyê redaksyona malpera RIATAZA da:

Yek ji pirsên bi vê mijara birêz Welat Agirî va girêdayî ew e, ku bo çi di sernivîsa nivîsa wî da (herwiha hemû nivîsevanên ji Kurdistana Bakur) hemû gotin bi herfên gir destpê dibin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev