Jêhatiya duristkirina hêvîşikestinê li Kurdistanê

Jêhatiya duristkirina hêvîşikestinê li Kurdistanê

Em ne ji hêvîşikestinê hezdikin, ne jî ji axaftina li ser wê û ne jî ji duristkirina sernivîsên wisa ku hêrzana hêvîşikestinê didin mirov. Lê belê ev demeke ku vê mijarê em dane ber xwe û bela xwe ji min venake. Sedem jî ewe ku dema bingeha faşîzmên neteweperest û olperest li Rojhilata Navîn ji bingehê da hejiya, me bawer kir ku fersend û delîve kete gelê me daku stûyê xwe ji pença dagîrkeriyê rizgar bike û dewleta xwe KURDISTAN avabike.

Me ev bûyerên han wek mizgîniyekê pêşwazîkirin û me zincîra “deh pend ji bo siyasetmedarên Kurd” belav kir. Me di pey ra sîh gotar jî bi navê zincîra “lêkolîn li ramana neteweyî kurdistanî” weşandin. Helbet, armanca me ew bû ku em bi erka xwe beramber gelê xwe rabin bi qaserî ku em dizanin û dikarin, em di alîkariya siyasetmedarên gelê xwe da ji bo zelalkirina dîtineka strategî û peydakirina projeyeka rizgarîxwazî kurdistanî beşdar bibin.

Evin kozikên metirsiyê!

Me, bi arezûya hezkirinê, ji siyasetmedarên gelê xwe ra metirsiya van tiştan da ber çavan:

Xeşîmbûn û jixwe-xafilbûna siyasî, û bilindkirina armancên partîtî li ser hesabê yên kurdistanî, û wisa ku em têkevin xefik û rekehên dagîrkeran. Metirsî ewe ku em têkevin rola”Ebo Riẍal أبو رِغال”-ê kurdî, yan jî em ji bo Faris, Turk û evên erebbûyî têkevên rola “Hespê Tiroya” di hundirê keleha kurdistanî da û em li cihê projeya rizgariyê projeya “hemwelatiyê di dewletên dagîrker da” bidin pêş; em wisa bibin pêwan û parêzvanên sînorên destkird yên dewletên dagîrker û nexweşiya faşîzmên wan li canê me jî bigere û em bidin ser şopa Harpakî-Ehrîmanî.

Evin Tiştên pêwîst!

Me bal pir kişand ser girîngiya avakirina kesayetiya kurdistanî resen û avakirina maka bingehînî kurdistanî, avakirina sindoqa kurdistanî, avakirina hêza kurdistanî gelemper û têkoşer û vejandina şopa rêveberî kurdistanî hevbeş, ya dûr ji dîktatorî û kesperestiyê. Me girîngiya bikaranîna hêza rewşenbîrên Kurd di projeya rizgariyê da şîrove kir, me bi xurtî û tundî li def û zengilan da û bal kişand ser metirsiyên heyî û yên li pêş me; me li cihê fetisandinê di nav deryaya berjewendiyên kesperestî û partîtî da bal kişand ser avakirina dîrokeka ronak û serberz.

Helbet, ne tenha em bûn ku me zinhar kir û bal kişand. Gelek rewşenbîrên din jî ev xebat kirin û heya ji wan hat ew jî bi erkên xwe yên neteweyî rabûn. Me ev kar kir tevî ku me dizanî ev siyasetmedarên me pir kêm li peyvên me guhdar dikin û ew ketine rewşeka wisa ku tenha li xwe û li mirûd û keysperestên xwe guhdar dikin, ewên ku yan bi nezanî yan bi kelkperestî pesna wan din. Me got belkî ev rewşa nû vê şopa wan a xerab bişikîne; bi baweriya wê yekê ku rewşenbîrên Kurd ne peyvên vala dikin; dilsoziya wan ji neteweya Kurd ra wan ber bi rexnekirin, balkişandin û gazîkirina zinharê va têvedide.

Va ye paleya ku me çinî!

Werin em “serkeftinên” siyasetmedarên xwe bi dîtineka kurdistanî binirxînin:

  1. Di nêzîkkirina partiyên xwe di hundirê eniyeka kurdistanî da bi ser neketin.
  2. Di nivîsandina projeyeka kurdistanî gelemper da ku mimkin be pêkwere bi ser neketin.
  3. Herdem berjewendiyên kesayetî û partîtî dan pêş yên kurdistanî.
  4. Civaka kurdî herku çû beşbeş kirin û bi dijberiyên hundirîn xerîk kirin.
  5. Siyaseta wan a partîtî bû sedem ku pir Kurd aware bibin û Kurdistan vala bibe.
  6. Pal û pişta neteweya Kurd ji bo dewletên dagîrker servekirî kirin.
  7. Hesteka wisa ji bo cîhanê peyda kirin ku Kurd beşbeşî ne û ne neteweyeka yekkirtî ye.

Gelo em çi navî li van “serkeftinên” partîtî bikin?

Gelo em bi çi awayî siyasetmedarên Kurd û partiyên wan yên ku herdem mîna dîkan li hember hev rawestiyane bidin naskirin?

Ma ew ne hêjayî wê yekê ne ku em wan wek “Jêhatên avakirina hêvîşikestina neteweyî” bi nav bikin?.

Gelo li ba kîjan kurdê dilsoz û aqilmend, ji dest kiryarên siyasetmedarên me, hesta hêvîşikestinê peyda nabe?

Gelo çawa dê neteweyeka şerpeze, bela-bela, dijbihev û hêvîşikestî bikaribe li hember metirsiayan raweste?

Gelo emê çawa bi vê rewş û pergala bela-bela û şerpeze bikaribin li hember dek û dubareyên dagîrkeran û hovîtiya wan rawestin?

Gelo ma ne ji mafê mirovê Kurde – di rewşeka wisa da – di koşka xwe da bêje:

Bihna bayekî genî tê!

Bihna bayekî genî tê!

Va ye bobelatek nêzî min dibe!

 

Û çi diba bila bibe, divêt Kurdistan her rizgar bibe!

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

 

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev