
Ji Weşanên Lîsê derket!
Xwendina Bi Lez bi rêbazên taybet ên cur bi cur me hînî xwendina bi lez dike. Ev rêbaz hem li cîhanê û hem jî ji alîyê nivîskara pirtûkê ve hatine bikaranîn û encamên gelekî baş hatine bidestxistin.
Wekî ku hûn ê di pêşgotina pirtûkê de bixwînin, nivîskara Xwendina Bi Lez jî di serî de xwe bi xwe bi rêbazên mîna van rêbazan hînî xwendina bi lez bûye û paşê jî perwerdeyî mamostetîya xwendina bi lez bûye.
Lê bila kes wekî pirtûkeke bi efsûn ku me di demeke kurt de û bi carekê hînî xwendina bi lez dike, ranehêle vê berhemê. Wekî her karî ji bo leza xwendina me zêde bibe, divê em hinekî serê xwe biêşînin û carinan ducar sêcar li xebatan vegerin.
Meriv bi xebateke bi rêk û pêk encameke karîger bi dest dixe û hînî xwendina bi lez dibe.
Xwendina Bilez, Leylana Sidîq, Ziman, 156 rûpel, Weşanên Lîs 2017, Amed
ISBN:978-605-9295-74-1
Riataza