GEŞEMENDIYA ZIMANÊ NIJADÎ KARÊ REWŞENBÎRAN E

GEŞEMENDIYA ZIMANÊ NIJADÎ KARÊ REWŞENBÎRAN E

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Bêguman li dinyayê tiştê herî pîroz û giranbiha, zimanê meriv ê nijadî ye. Lewra eger ziman nebe, meriv jî nizane ku meriv teba ye.

Ev giringiya zimên li hemû welatên dinyayê û di nava hemû miletên li jiyanê de, her eynî tişt e. Lê divê Kurd zêdetir li ser zimanê xwe rawestin û zêdetir girîngî bidinê, da ku zindî bête girtin.

Divê rewşenbîrên Kurd ji bo bipêşxistina Ziman û Çanda Kurdî bi şev û roj kar bikin.

Dema ji Konfuçyusê Çînî re gotine ku eger ew ji bo desthelatiya dewletê were vexwendin, wê karê pêşî çi bike, weha bersiv daye:

“Bêguman bi destpêka kar re, min ê ziman di ber çavan re derbas bikira. Lewra eger di zimên de kêmasî hebe, peyv jî fikirandineke rind diyar nakin. Eger fikirandin jî rind diyar nebe, berpirsyariyên ku bêne kirin jî, rast çênabin. Eger berpirsyarî jî rast neyên kirin, wê demê çand û tore jî xira dibin. Dema çand û tore xira bibin, dadwerî jî dikeve riyeke şaş. Gava dadwerî ji riya xwe derbikeve, xelk dê bikeve heyretê. Dema xelk ket heyretê, êdî xelk nizane çi bike û nizane wê bigîje kurê jî. Ha ji ber wê yekê, tiştekî mîna zimên bîrjiyan û girîng tune.”

Ev yek eşkere ye ku xwediyên asasî yên welat û milet, rewşenbîr in. Îcar ew hizr û bîra ku ew xwe rewşenbîr dihesibînin, divê têxin xizmeta miletê xwe. Yanena, sûda wan nagîje xelkê.

Çi dema rewşenbîrên Kurd civata xwe bi riya zanistiyê nas bikin, hingê ew dê rind psîkolojiya civata xwe jî zanibin û wê pir bi hêsanî jî karibin gelşên civata xwe çareser bikin.

Dema ku gelşên civatê jî çareser bibin, wê hingê biratî û mirovatî û wekhevîtî jî ji xelkê re dibin mîna kultur.

Ha, wê demê ew xweşiya ku Kurd bi sedê salan li bendê ne jî, derdikeve holê.

Lê divê meriv tu carê mesela Zimanê Kurdî têkilê siyasetê neke. Lewra miletek bê dewlet û bindest dikare bijî, lê belê bê ziman û çand nikare bijî. Ji ber hindê ye ku ji zimên re îdeolojî tune, ol û çînayetî nînin. Lewra ew malê her kesî ne.

ZIMAN RIHÊ NIJADÎ YE. EGER MERIV BI KAR BÎNE – ZINDÎ YE, EGER MERIV BI KAR NEYNE – MIRÎ YE.

Bi hêviya ku rewşenbîrên Kurd xîretkêşiyeke zêdetir û pirtir ji bo geşemendiya Zimanê Kurdî bikin û bidin kirin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev