Serxweşî bo wefata Naza Hecî Cewarî

Serxweşî bo wefata Naza Hecî Cewarî

Xanima profêsor Feyzoyê Egît çû ber dilovanîya Xwedê

Prîskê Mihoyî

Duh, 22-ê gulanê li bajarê Vladîmîrê (Rûsya) ji ber nexweşîya girane demdirêj Naza Hecî Cewarî (dota profêsor Hecîyê Cindî), xanima doktor-profêsor, akadêmîk, matêmatîkzanê navdar Feyzoyê Egît çû li ber dilovanîya Xwedê.

Naza Hecî jî matêmatîkzan bû. Ewê Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê xilas kiribû, gelek salan dersbêja matêmatîkayê bû, lê salên dawî li Ûnîvêrsîtêta Bryanskêye dewletê dersbêjî dikir, ku li wir malxwêyê wê serokê kafêdra matêmatîkayê ye.

Sibê, 23-ê gulanê meytê Naza Hecî Cewarî wê li navçeya Rtîşêvoyê (qeza Saratovê) bispêrne ax-berên sar.

Em bi dilkovanî serxweşîyê didine akadêmîk Feyzoyê Egît û sêkinbûnê ji wî û malbeta wî ra dixwezin.

Bila serê pismamê min Feyzoyê Egît, law û nevîyên wî, bira û pismamên wî sax be!
Bila serê rikneta profêsor Hecîyê Cindî Cewarî û gelê me sax be!

Rehma Xwedê Naza Hecî xanimê be!
Bila mikanê wê li buhuştê be!

Di wêne da (ji milê çepê): dotên profêsor Hecîyê Cindî – Zînê, Nazê, Nûrê, Frîde, Frîce.

 

Ji alîyê Redaksyona malpera Riataza da

Desteya rêvebir ya malpera Riataza serxweşîyê dide malbetên herdu profêsorên me yên bi nav û deng Hecîyê Cindî û Feyzoyê Egît bona kirasguhastina matêmatîkzan Naza Hecîyê Cindî Cewarî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev