Ne ba min siwar dike, ne ax min peya dike

Ne ba min siwar dike, ne ax min peya dike

Berhemeke delal a Mueyed Teyib

Ji weşanên AVESTAyê

(Sercem berhemên şi‘rî)

Mueyed Teyib

Ji Alfabeya Erebî bo Latînî: Selîm Temo

ISBN: 978-605-5279-68-4

21.5 x 13,5, 254 rûpel

 

Helbesteke xweş ji vê berhema delal a helbestvan Mueyed Teyib

 

Ne ba min siwar diket

Ne ax min peya diket

 

Ez takebelgê zer û pêtî me

Vê payîza dereng

Bi gulpên vê darê ve mayim

Ne ba

Min siwar diket

Ne ax

Min peya diket

Rojên kurt û tarî

Şevên reş û bêdawî

Wek koremarekî

Di gerdena min aliyayî ne û

Ez mirim bo

Fireka bay û

Çengekê hetavê

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev