Jimara êzdîyên dibêjin em ne kurd in çiqas e?

Jimara êzdîyên dibêjin em ne kurd in çiqas e?

Kesên bilind dikine qareqar dengê wan zû dikeve

Têmûrê Xelîl

Ev bû çend sal di nav gelê me da, heta Kurdistanê jî, deng bela bûye, ku xudêgiravî kurdên êzdî yên Sovyeta berê, xwesma yên Ermenîstanê êdî xwe kurd nahesibînin, lê êzdî dihesibînin. Me ser vê meseleyê lêkolînek kir, ka ew gotin çiqasî rast in.

Demeke dirêj e hinek kesên ku berê xwe kurd dihesibandin, lê ne di meydanê da bûn û zêde nedihatine naskirin, texmîn kirin, ku bêjin em ne kurd in, lê êzdî ne, wê bibin xwedî kursî û xwedî pere, wê her kes wana nas bike û wê bikevine meydanê. Heta kesekî akademîsyen jî, ku 60 salan kurd bû, di şevekê da bû êzdî. Şansê miletê me baş bû, bextê me lê xist ku di nav yên wisa da ronakbîr tunebûn, ji wana tu kesî hîç xetek jî bi zimanê xwe ne xwendibû û ne nivîsîbû. Lê hinek ji wana xwe ronakbîr didîtin, ji ber ku xwendina wan a bilind hebû û difikirîn bona bibin ronakbîr dîploma wan têr dike. Lê ji ber ku wek ku milet dibêje, di barê wan da tiştek tunebû, destpê kirin ji rû va bidine kivşê, ku ew tiştek in. Ji bo wê ji xwe ra çend grafetên rengoreng û berçavkên reş kirîn, ketine nava milet. Û ji ber ku yên wisa ji sibê heta êvarê dikine qareqar ku êzdî ne kurd in, dengê wan pir belav dibe. Lê ew êzdîyên ku xwe berê jî, niha jî kurd dihesibandin, dernakevin derva, nakine qareqar ku ew kurd in û naxwezin ji tu kesî ra îzbat jî bikin, ku ew kurd in. Kurdbûna wan ji esilê wan, ji şîrê dayka wan e, lê ne ji heq û hesaban e.

Lê em dibînin, ku dengê wan digihîje tevaya miletê me, heta Kurdistanê û Ewrupayê jî, û milet jî dibêje qey piranîya gelê me wek wan difikire. Lê nizanin ku jimara wan ji sedî 5 jî nîne. Ezê hewil bidim di vê nivîsê da wê yekê îzbat bikim, ku piranîya gelê me li Ermenîstanê wek wan nafikire û xwe kurd dibîne. Mesele, wan êzdîyan di nav xwe da ji xwe ra prezîdêntê hemû êzdîyên dinyayê hilbijartine, lê dema herin 11 gundên êzdîyan yên der û dorê çiyayê Elegezê, yekî jî nabînin ku wî wek prêzîdêntê xwe qebûl bike.

Li jêr emê bi îzbatîyan va xeberdin:

Di van reportajan da baş xuya dibe, ku di hemû gundên kurdên êzdî yên Ermenîstanê da her kes bi kurdî difikire, her kes xwe kurd dibîne, dersên ziman û edebîyeta kurdî derbaz dibin. Yek gundê “Elegez”ê ye, yek gundê Rya teze ye, yek jî gundê ”Pamba kurda” ye, ku niha navê wî “Sîpan” e. Bi xwe bibînin, ku her kes helbestên Fêrîkê Ûsiv û Cegerxwîn dixwîne, her kes bi kurdî dijî: Mêzekin, ev li gundê Pambê ye, (https://www.youtube.com/watch?v=4w7xoqUlSmo) , ev li gundê Rya teze ye (https://www.youtube.com/watch?v=kiJfis0od3c), ev jî ji gundê Elegezê ye: (https://www.youtube.com/watch?v=7pEg4AN18vA). Eva dawî rêportajeke têlêvîzyona Ermenîstanê ya fermî ye, ango fikira dewletê ye. Li wir rêvebirê bernameyê Narêk Baxtaçyan bi xwe dibêje, ku li Ermenîstanê 40 hezar kurd hene (kes tune ji êzdîyên teze pirs bike, hûn bo çi vî camêrê ermenî nadine mehkemeyê, ku we dike kurd?), 21 gundên kurdan hene (ku êzdî ji wan ra dibêjin gundên êzdîyan). Di rêportajê da paleyekî gundê Elegezê dibêje, ku ew pir dixweze welatê wî Kurdistan rizgar bibe, serwêrê dibistanê dibêje, ku ew dersên zimanê kurdî derbaz dibin, wênekêş û rêvebirê têatroya kurdî ya Elegezê Rizganê Emo dibêje, ku gelek sal in karê pêşdabirina çanda gelê kurd dike û h.w.d.

Îzbateke, ku êzdî kurd in ew e, ku dibistanên van hersê gundan jî ser navên ronakbîrên kurdên êzdî yên binavûdeng Şekroyê Xudo, Fêrîkê Ûsiv û Emînê Evdal in, ku ji neynûkên pêçîyên lingên xwe heta mûyên porê serîyan kurd û Kurdistanî bûn.

Werin em rêportajeke têlêvîzyonê ya bi hevpeyvînên bi çend kesan ra ya ji gundekî kurdên êzdî – ji Gelto, mêze bikin, ku di navbera wî gundî û hidûdê Kurdistana Bakur da çend mêtr e, û hûn bi xwe biryarê bidin ka li Ermenîstanê êzdîbûn an kurdbûn çawan e (https://www.youtube.com/watch?v=-ep6KRw6TkE&sns=fb). Maqûlekî gund dibêje, ku em gerekê hemû bibin yek bona avakirina Kurdistanê, ku em bikaribin li welatê xwe bigihîjine hev. Jineke delal dibêje:”Em ji dest Romê revîn hatine vira, perçekî miletê me li vir e, yek li wî berî ma. Xwedê bike em bigihîjine hev”. Camêrekî din dibêje: ”Bira her kes bizanibe, ku berê me hemûyan jî li welêt, li Kurdistanê ye”.

Di rêportaja eynî kesî da behsa gundekî êzdîyan yê din tê kirinê, ku li wir xanimeke navdar ya bi navê Gogê çûye rehmetê û wê binax dikin. Hema bêje ji hemû gundên kurdên êzdî lê dimînin, hewarî hatine, şîna meta Gogê dikin. Maqûlekî gund ber gelek hewarîyan dibêje: ”Dayka Gogê bona azadîya miletê xwe kurdan 6 nevîyên xwe kiribûn şoreşger û ewana îro li çiyayê Kurdistanê şer dikin”. Rîspîyekî gund yê qedirbilind dibêje: ”Em kurmanc in, ji ber wê jî em gerekê navê kurmancî li zaroyên xwe bikin”. Lê zaneyekî kurdê êzdî Egîtê Abasî di dawîya rêportajê da dibêje: ”Silavên me yên şîrin bibin Kurdistanê ra, welatê me ra, xwelîya kal û bavên me ra”.

Niha em derbazî gundê êzdîyên Ermenîstanê yê herî mezin Şamîramê bibin, ku li wir heykelê Tawisî Melek heye, milet ji tevaya Ermenîstanê tê vira û duayên xwe dike. Bi kurtî, Laliş bona hemû êzdîyên cihanê çi be, ev gund jî ji bo hemû kurdên êzdî yên Ermenîstanê ew e. Li wir herwiha heykelê Ûsiv begê jî heye, ku Împêratorîya Rûsîyayê wî dihesiband wek nûnerê kurdên êzdî (lê ne miletê êzdî, wek ku hinek dixwezin îzbat bikin) li tevaya Kavkazê û derheqa vê yekê da nevîyê Ûsiv begê, nivîskarê navdar Eskerê Boyîk ha dibêje: (https://m.facebook.com/story.php?story_fbid=688154721291927&id=100002922162834):

”Li nav arșîva malbeta Ûsiv Begê /kalkê min/, serokê temamîya Êzdiyên Kavkazê da belgeyek heye. Belge nameya dewleta Rûs e, ku 21 ê meha adarê sala 1913an ji Beg ra șandine û tê da hatîye nivîsar: “Serokê temamiya kurdên êzdî yê Kavkazê Ûsûb begê Hesen axa ra…”.

Lê belgefîlma têlêvîzyona ”Rudaw”ê a Salihê Kevirbirî ya ji wî gundî (https://www.youtube.com/watch?v=o6EyHlsHeDs&feature=youtu.be ) gelek tişt derdixe ser avê û cî li wan çend kesên nezan teng dike, ku him dewleta Ermenîstanê dixapînin, him jî cihanê dixalifînin, ku xudêgiravî li Ermenîstanê 47 hezar kes xwe êzdî dibînin û tenê 2-3 hezar jî xwe kurd dihesibînin. Lê di esilê xwe da hema bêje ew hemû jî bi miletê xwe va kurd in û bi dînê xwe va êzdî ne. Hûn bi xwe dikarin mêze bikin û guh bidin, ku yek ji pêşengê dînê êzdîyan, binecîyê vî gundî, mamostayê navdar Şêx Zade Elîxanê Ûsiv ser kurdbûna êzdîyan çi dibêje: ”Em kurd in, lê em kurdên êzdî ne; em kurd in, lê misilmanî gelekî dûrî me ye”. Û van gotinan di roja 25ê îlonê, roja ziyaretê ber wan bi sedan kurdên êzdî dibêje, ku wê rojê ji her waran, heta ji Rûsîyayê û Ewrupayê jî hatine vira bona derbazkirina erf-edetên dînê êzdîtîyê. Û ew bi vî ruhî jî şagirtên xwe perwerde dike. Şêxekî din yê di nav milet da naskirî Taharê Şêx Elîxan ha dibêje: ”Ev ziyaret ne tenê bona kurdên vira ye, lê bona hemû kurdên êzdî ye”. Maqûlekî din yê zane Rizayê Gogê Ûsiv, ku ji malbeta Ûsiv begê binavûdeng e, ha dibêje: ”Em heyra kurd û Kurdistanê ne, em heyra welatê kal û bavan e”.

Ev êzdîyên teze bi zanebûn gel dixapînin. Wek nimûne, bela dikin, ku radyoya bi zimanê êzdikî heye, lê di rastîyê da radyoyeke wisa tune. Navê wê radyoyê ha ye: -Radyoya bona êzdîyan, ango bona wan çend kesan ku xwe êzdî dihesibînin. Û heta niha ew radyo kilameke ”êzdikî” jî qeyd nekirîye. Redaksyona radyoya bona êzdîyan eva çendik çend sal in diçe kilamên radyoya kurdî ya Rewanê, ku wek kilamên kurdî hatine qeydkirin û dengbêj wek dengbêjên kurd têne naskirin, tîne bêşerm bi radyoya xwe wek stiranên ”êzdîyan” û ”êzdikî” belav dike.

Bi bawerîya min xwendevan texmîn kirin, ku ew gotinên, ku li Ermenîstanê miletê me dibêje, ku ew êzdî ne û ne kurd in, ango xwe ji kurdan cuda dibînin, ji serî heta binî bê bingeh e, vir û derew e, yên wisa dibêjin çend kes in.

Gelo destê dijmin di nav vî karî da heye? Em nizanin! Lê hinek bûyer hene, ku şikê dikine dilê me. Ji bo nimûne, dema li paytextê Ermenîstanê – Rewanê meşeke dijî Daîşê hate teşkîlkirin, ku bi hezaran kesên ji miletê me û miletên din tê da beşdar bûn, ”rêvebirên” van êzdîyan di dawîya meşê da nehîştin, ku alaya Daîşê bê şewitandin. Gelek ermenî û êzdîyên berevbûyî şaş û metel man. Gotareke derheqa wê yekê da ya bi zimanê ermenî li vir e: (http://blog.mediamall.am/?id=41481&fb_action_ids=966265306732833&fb_action_types=og.comments).

¤¤¤

Di dawîyê da em dixwezin bêjin, ku bira hîç kesek jî aciz nebe, ku êzdî dibêjin em ne kurd in. Ewana bi zimanê xwe dipeyivin, bi zimanê xwe dinivîsin û dixwînin, bi zimanê xwe distirên, xewnên xwe bi zimanê xwe dibînin. Û ew ziman kurmancî ye. Lema wê nehelin…

 Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev