Dilsozê çand, ziman û miletê xwe: Ezîzê Salihê Cebêr

Dilsozê çand, ziman û miletê xwe: Ezîzê Salihê Cebêr

Salihê Kevirbirî

Welatparêz û dilsozê çand, ziman û miletê xwe Ezîzê Salihê Cebêr (Азиз Надиров) êdî 71 salî ye. Ez ji aliyê xwe ve pîroz û bimbarek dikim.

Apê Ezîz 16ê Gulana 1946ê, li Ermenistanê, nehiyeya Zengîbasarê (Masîs) gundê Servanlerê ji dayik bûye. Sala 1953 dest bi dibistana seretayî kiriye û sala 1964ê koma 11an temam kiriye. Di navbera salên 1964-1967an de Teknikûma Çandinî û Zîraetê ango Malhebûna Gundîtiyê xwendiye.

Apê me yê hêja sala 1968ê dikeve Enstîtuya Xaçatur Abovyanê. Sala 1972 bi dereceyeke baş vê dibistana navdar a li Yêrevana paytext xilas dike ku gelek navdarên kurdan li vir xwendine. Sala 1972ê li gundê Hebilkenta Masisê dest bi mamostetiya gund dike. Heta sala 1988 di wê mektebê de kar dike. Bi destpekirina Şerê Qerebaxê re, Apê Ezîz sala 1988ê neçar dibe terka Ermenistanê dike, berê xwe dide qewim û pismaman û tê Alma Ataya Qazaxistanê bi cih dibe.

Ezîzê Salihê Cebêr sala 1973yê dizewice. 3 zarokên wî hene. Du kur û qîzek: Fexredîn, Behadîn û Leyla. 11 nevî û 3 nevîçirkên wî hene.

Apê Ezîz kurdekî welatperwer û hezkiriyê miletê xwe ye. Herdem li Yekitiya Kurdên Qazaxistan-Berbangê diqeside û çi karê dikeve ser milê wî dike.

Hêjayê gotinê ye ku Ezîzê Salihê Cebêr Kurxalê Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê Kinyazê Îbrahîm û biraziyê rewşenbîr, edebiyatzan û welatparêzê mezin Wezîrê Nadirî ye.

Ez 71 saliya Apê Ezîz pîroz û bimbarek dikim, canê sax û emrê dirêj jê re dixwazim…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev