Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de

Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de
STOCKHOLM, 12/3 2017 — Heta berî salên pênciyê yên sedsala borî hemî xebat û têkoşînên ko li Rojhilata-nêvê diqewimîn bi rengekî dînî bûn. Prosesa cidabûna dîn û siyasetê di salên pênciyê de, dema ko ramanên sosyalîzm û lîberalîzmê di nêv miletên rojhilatê de belav bû û partiyên siyasî li ser bingeha îdeolojîyên cida ava bû, despê kir.

Hingê ramyarên ewropî di berhem û analîzên xwe de digot serdemên muqedes li Rojhilata-nêvê borî, dîroka Ewropayê xwe li rojhilatê dubare dike. Jacques Berque, îslamolog, sosyolog û lêkolînerekî fransî ye, dibêje:

— Miletên Rojhilata-nêvê pişta xwe da serdemên muqedes û hêdî hêdî derbasî dîrokê dibin.

Lê belê rewş wekî analîzan nebû, tayê di navbera ol û siyasetê de nehat birîn, berevajî wê grêdaneka kûr di navbera desthilatên dîktator û opozîsyonên dînî yên fanatîk de ava bû, desthilatên dîktator carinan eşkere û carinan bi nehênî grupên fanatîk li dijî guhortin û avakirina sîstemeka demokratîk bi kar anî.

Kontrasta balkêş ew bû ko ewropiyan bixwe ew desthilatên dîktator li rojhilatê bi cih kir, bixwe jî piştgirî dan avakirina opozîsyonên dînî.

Dewletên rojavayî bi piştgiriya hêzên dînî împaratoriya osmanî têkbir, wan dizanî ko ne bi rêya hêza olî be dê nekarin xelkên rojhilatê qane bikin da li dijî osmaniyan şer bikin. Ewropiyan digel Şerîfê Mekeyê li ser hêz û desthilata piştî ketina osmaniyan li hev kir. Tîtela Şerîfê Mekeyê ava hêdî livand, reaksiyonên li dijî osmaniyan gur kir û şoreşeka dijwar li dar ket.

Desthilatên dema îro yên li Rojhilata-nêvê, mîrateya ewropiyan û cîhana rojavayî ne. Li bin destê wan desthilatên bi nav sekuler de mafê mirovî, mafê kêmîneyên etnîkî û mezhebî nîne û azadiya ragihandinê, xweîfadekirin û xweorganîzekirinê lê peyda nabe. Bi kurtî ti têkiliya wan desthilatan bi sekularîzmê nîne. Partî û tevgerên opozîsyonê jî di bin kontroleka dijwar de ne.

Di dema şerê sar de, Emerîkayê û dewletên rojavayî li dijî belavbûna komunîzmê, dîndarî û nijadperestiya mezhebî li Rojhilata-nêvê xurt kir, medyaya desteka wan, opozîsyonên li Rojhilata-nêvê wekî dîndar û kafir anjî terorîst bi nav kir. Di şoreşên li dijî dîktatoran de, fitîla agirî di nêv herdu milên opozîsyonê de vêxist û wan bixwe şerê hev kir.

Sovyeta berê bi slogana “rizgarkirina miletên bindest” hest û daxwazên serwxebûnê li nik milet û kêmîneyên Îranê hişyar kir. Partiya Tudehê li Azerbêcana Îranê, kurdan jî li Mehabadê Komara Kurdistanê ya serbixwe îlan kir. Xewna Stalîn ew bû ko di paşerojê de, ew komar tevlî Sovyêta berê bibin û sînorê desthilata xwe berfirehtir bike.

Sovyeta berê soz dabû ko dê wan biparêze, lê wê û Emerîkayê li hev kir û leşkerên xwe ji Îranê kêşa.Temenê herdu komaran ji salekê zêdetir dirêj nekir. Îranê bi sedan endamên Tudehê û şoreşgerên kurd, Qazî Mihemed û hevalên wî bi dar ve kir.

Xewna guhortinê li Îranê dewam kir, partiya Tudehê û hêzên çepgir bingeha şoreşekê li dijî şahê Îranê Muhemmed Reza Pehlewî amade kir. Emerîkayê zanî ko Pehlewî dê têkbiçe. Ji bo ko Tudeh û hêzên çepgir bi ser nekevin rê da Xomeynî û hêza dînî da xurt bibe û serkêşiya şoreşê bike. Piştî têkçûna osmaniyan ew cara yekemîn bû ko îslama siyasî wisa bi xurtî bi ser diket. Sedemeka dî ya xurtkirina hêza dînî li Îranê, dijwarkirina dubendiyên mezhebî di nêvbera sunî û şîiyan de bû.

Farisan berê jî ji bo xurtkirina hêza nijada xwe hestên mezhebî bi kar aniye. Di dewleta emewiyan de, bi sloganên olî piştgiriya muxalefeta li dijî desthilata qureyşiyan kir. Emewiyan zora dilxwazên Îmam Elî Îbn Ebî Talib “Ehl el-Beyt” bir, piştî hingê farisan ew muxalefet ji nû ve gur kir, emewî têkçûn û dewleta ebasîyan ava bû. Hêza nijada farisî di dewleta ebasîyan de, her weha li Misrê di dewleta fatimîyan de jî xurt bû. Heta niho dîroka kîn û nefretê di nêvbera sunî û şîiyan de dewam dike.

Ma ne bi rêya hêza dînî bûya dê Emerîkayê çawa bikariya berê cîhadiyên dinyayê bide Efxanistanê da şerê Sovyeta berê bikin. Bi qeweta hêza olî Sovyeta berê di demeke kurt de şikest û da Sovyet ti caran li Efxanistanê venegere. Desthilat dan destê talîbanan ko yek ji dijwartirîn tevgerên fanatîk e.

Agirê nijadaperestiya dînî li rojhilatê zêde dibe, ji kontrola rojavayiyan derdikeve, ji bo ewlehiya dewletên rojavayî jî metirsiyeka mezin e. Barê paqijkirina herêmê ji fanatîkan dane ser milê kurdan, ev qurbanîdana giran bihayê azadî û serxwebûna wan e.

Renaud Girard rojnemavanekî pisporê Rojhilata-nêvê ye, nêrîn û analîzên xwe di rojnameya “Le Figaro” de belav dike. Ne ji mêj ve pirtûkeka wî belav bû, navê pirtûkê “Le monde en marche” ango ”dinya bi rê ve diçe” an jî ”dinya dilive” ye.

Renaud Girard durûdirêj behsê dike û dibêje ko pîvana guhortin û pêşketinê li Rojhilata-nêvê cuda ye û îradeya wan ne di destê wan de, lê belê di destê hêzên mezin de ye. Nexşeya rojhilata nû, dewletên biçûk yên dînî û mezhebî ne. Kurd jî dê ji vê parçebûna nû ne bêpar bin. Berê krîstiyanên kurdan di nêv ermeniyan de asîmîle bûn û xwe wekî ermenî pênase kirin herçend zimanê wan yê dayikê kurdî bû û ermenikî nedizanîn jî. Niho jî beşek ji êzîdî û elewiyên kurdan dibêjin ew êdî ne kurd in.

Li rojhilatê, siyaset ti caran ji kirasê dînî derneketiye: tirk, ereb û farisan ji bo xurtkirina hêza nijada xwe dîn bi kar anîne, kurd jî di bin siya sloganên dînî de hertim bûne qurban. Di şerê osmanî û sefewiyan de, li herdu milan kurd dihatin kuştin.

Vê gavê nijadperestiya dînî di nêv miletê kurd de kêm e, lê belê kurd di bin siya îdeolojiyên cida de parçe dibin. Rûsya û Emerîkayê herçend belgeyên xwe zelal nekin jî plan û projeyên xwe, li gorî berjewendiyên xwe amade kirine.

Îro mafê her kurdekî heye ko lê bihizire û bipirse: Gelo piştî ewqas qurbanîdanê ka projeya me kurdan çi ye. Em dê xudanê îrade û projeyên serbixwe bin yan jî dê careka dî ji berjewendiyên xelkê re bibin qurban. Em dê hespê xelkê bin an jî dê lehengê azadî û serxwebûna xwe bin.

———————————–
Nivîskar: RINDÊ ÇAÇAN rindecacan@gmail.com

http://www.nefel.com/articles/article_print.asp?ArticleNr=8730

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev