
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema nodî me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em beşa duduyan a berhemeke êpîkîyê ya bi sernavê “Elîyê Xarzîya” raberî we bikin. Beşa pêşin me heftêya buhurî çap kiribû.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji nimûneyên zargotina me – 91
Roja înîyêye
Wextê destnimêja Îboyê Çopiroxlîye
Derdikeve qonaxa nimêjêye
Bala xwe didê birre siyar kewşenê wîda sekinîne
Dike qîrîne:
“Elî lawo, kuçûkçapa min minra bîne
Ezê çend gulla ser wanra bibarînim
Bira nebêjin konê Îboyê Çopiroxlî bêxweyîye
Kesek tê tunîne”.
Çend gulla ser siyarada dibarîne
Têlî Temo bala xwe didê
Tapa siyara ber gullê wî tunîne
Destê xwe renê rikêfê dixîne
Dibê:
“Min maka devê vî…
Kurdê guhê gundane
Dewê tirş xarîye
Haj ji serê xwe tunîne
Ezê gullekê berî serê vî dim
Bira gul-gîhayê van dera xwera bicivîne
Lo xalo, lo xalo!
Têlî Hemze destê xwe tivinga wî dixîne
Hewzê diteqîne
Wêderê Îboyê Çopiroxlî dike qîrîne:
“Şivano, kurê sano
Minra qerdekê nava qerda bîne
Ezê bala xwe didimê Şevxunmûtê
Mîrata Têcirîyê serkêla lêdixe
Sîlabendê diqetîne
Kale apê min ser pişta xwe dêşîne
Bira peya be malda
Qewatîkê biqedîne”.
Lo xalo, lo, lo xalo!
Têlî Hemze dibê:
“Nanê te min lazim nîne
Dibê, Elîyê xarzîya kela
Hesenqela rengînda girtîye
Sê sehet diçe nîvê şevêye
Siyarî bînbaşî derdixe
Kêlek-kêlek weldigerîne
Dibê: “Min bihîstîye
Xalê te mêrekî zore
Bira bê te ji destê min derîne”.
Lo xalo, lo xalo!
Îboyê Çopiroxlî dibêje:
“Apo, bibaxşîne, min haj jê nîne!”.
Têlî Hemze Îboyê Çopiroxlî dişîne
Dibê: “Here binhêre
Xeberekê hilîne
Kanê siyarê bînbaşî
Sivê girtîya kê rê dertîne”.
Îboyê Çopiroxlî diçe
Bala xwe didê
Kerî pez wê dora kelê diçêre
Dibê:
“Şivano, ha şivano
Tu esilê xweda çiyî?”.
Dibê: “Ez esilê xweda Şêxbizinîme”.
Dibê: “Gelo tu haj ji girtîya tunînî?”.
Wê demê Elîyê xarzîya Çopiroxlî nas dike
Dike qîrîne
Dibê: “Here bêje Hemzê xalê min
Hergê mêranîke wî heye
Sibe çar sehetê nîvro dagerin
Siyarî bînbaşî wê lingê
Bîstûçar girtîya li qeydê xîne
Situyê me lele xîne
Destê me jî kelemça xîne
Wê sol û gora ji lingê me derîne
Me pêxas û piştvala serê riya xîne
Xarzîyê wî wê hêja ecelê giran bi çevê xwe bibîne
Berê me bide welatê Têmûrxane
Lo xalo, lo, lo xalo!
Hergê mêranîke Hemzê xalê min heye
Bira sive ro nava rojê
Riya Jorîn na, riya Ortê na
Riya Jêrînra li me derkeve
Min destê wî kafirî derîne
Hergê mêranîya wî tunîne
Bira ji vir û wêda odê qelenîyada rûnê
Bira lingê xwe cem jina xwe dirêjke
Lafa neke
Laf pêşê mêrê camêr nîne”.
Lo xalo, lo, lo xalo!
Çopiroxlî wêderê vedigere
Têlî Hemze dixapîne
Dibê: “Min pirsîye –
Wê girtîya riya Jorîn derînin”.
Têlî Hemze û Têlî Temo
Diçin ser riya Jorîn
Ûsivê Cazê û sê siyarava
Dişînin ser riya Ortê
Îboyê Çopiroxlî û kurê xwe Elî
Diçine ser riya Jêrîn
Bala xwe didê sîûheft siyarê siyarî bînbaşî
Bîstûçar girtîyava wê rêda têne.
Îboyê Çopiroxlî li wê derê şivanekî dibîne
Dest dike cêva xwe
Jêra sê zêra derdixîne
Go: “Şivano, serê min qurbana serê xweke
Ka, kincê xwe bide min
Han kincê min li xweke”.
Îbo kincê xwe dide şivîn
Kincê şivîn jê distîne
Xwe bi dewrêşî siyarî bînbaşîra digihîne.
Îbo go: “Siyarî bînbaşî
Ez destê te radimûsim
Go, tu Elîyê xarzîya berdî
Elîyê xarzîya sivike, çûke
Tu cara tiştê wa çevê xwe nedîne”.
Siyarî bînbaşî go: “Wêda here!
Ez zanim tu kurmancekî serê çiyayî
Te dew xwarîye aqilê serê te tunîne
Em bîst û heft siyar siyar bûne
Bona wî xortê hane.
Meyê bihîstîye xalê wî mêrekî zorî bi zor heye
Bira bê destê zorê destê min derîne”.
Îboyê Çopiroxlî zêrekî davêje binê keşkûlêye
Keşkûlê datîne ser kevirane
Dibê: “Bira eva zêrê hanê bive
Xurê kesîb û kûsîba, şivan û gavanane”.
Kuçûkçapê jorda tîne
Gullekê diteqîne
Qotika serê siyarî bînbaşî difirîne
Xwe bi siyarî bînbaşîra digihîne
Go: “Siyarî bînbaşî, min maka te…
Tuyê ecêva çevê xwe bibînî
Tê fikira te –
Eva ew kurmancê dema dinê
Dewrêşî hate cem te
Te digot: “Min maka devê te…
Tu kurmancekî serê çiyayî
Te dew xarîye
Aqil serê teda tunîne”.
Wêderê Têlî Temo dike qîrîne
Wêderê boke dêşîne
Divê: “Keko, min maka devê Îboyê Çopiroxlî …
Dixeze mêranîya min kekê min ji destê min derîne”.
Lo xalo, lo, lo xalo!
Xwe siyarî bînbaşîra digihîne
Şeş siyarê bînbaşî gullekêra weldigerîne
Siyarekî kewşenê donzde gunda digerîne
Dike-nake mîratê boke toza hespê wî naqedîne!
Lo xalo, lo, lo xalo!
Têlî Hemze xwe bi Îboyê Çopiroxlîra, siyarî bînbaşîra digihîne
Şûrê şîn ji ber xwe dikişîne
Qeyd-zincîrê lingê bîstûçar girtîya difirîne
Elîyê xarzîya nava dest û pê
Siyarî bînbaşî derdixîne
Elîyê xarzîya dikişîne
Orta xwe û zîne.
Dajon tên gundê feqîyane
Bila mala feqîr baba kambaxa kulê be
Ne xane ji xana Xwedê be
Ber bixêrîyê rûniştîye
Qapaxlûka wî heye
Qapaxlûya xwe temiz dike
Bala xwe didê birre siyar
Hatine gundê wî.
Dibê: “Ezê gullekê bavêjim van siyara
Bila nebêjin gundê feqîya bêxweyîye
Kes tê tunîne”.
Davê siyarê terkuya xalê weldigerîne
Lo xalo, lo, lo xalo!
Têlî Hemze çevê xwe wan dera digerîne
Kesî wêderê nabîne
Go: “Elîyo, lawo!
Dilê min dibêye
Dilê min dibêye
Ezê dinihêrim pêş meva
Roma Nebîçaye
Kêleka me Roma Hesenqelêye
Binîya meda Roma Yasîtaşêye
Bira qewil-qirarê Xwedê be,
Hetanî îro heyfa Elîyê xarzîya destê xwe hilnedim
Ezê tobe bikim cî û belgîyê Hucrêye”.
Lo xalo, lo, lo xalo!
Têlî Hemze dibê:
“Dilê min qesema vê havînê
Ez kalemêrê Xwedê qerimîme ser pişta vê mihînê û vê heywînê
Minê gotîye heta ez Elîyê xarzîya nezivirînim ji vê girtinê
Bira min tobebe nivîna vê şevînê”.
Lo xalo, lo, lo xalo!
Têlî Temo dibê:
“Dilê min germa vê havînê kîne-kîne
Pêşîya kurxalê te Roma Reşe
Paşîyê îstame – ortê qerenezema rengîne
Bila mala feqîr baba ne xana ji Xwedêbe
Gullekê berî bedena xarzîyê min daye
Gulla wî gele birîna xarzîyê min dêşîne”.
Ûsivê Cazê (birê wî) go:
“Lo bira, rabe û rabe
Mêranîya xalê min kir
Tu kesî ne kir.
Mala feqîr baba ne ava be
Gullekê berî bedena birê min daye
Mêranîya xalê min unda kirîye”.
Elîyê xarzîya dibê:
“Lo xalo, lo xalo, lo xalo!
Bes bêje, bes bibilîne
Gulla feqîr baba gele birîna xarzîyê te dêşîne
Serê min dêşe, ber çevê min dûmane
Mijê û dûmanê xwe daye pira Korpîyê, kevirê Ûrtdaşê
Devebonîya xopan qûntara çîyane
Sê siyarê derketine
Welatê Têmûrxane
Yê pêşîyê Hemzê xalê minî pelewane
Yê ortê Temoyê kurxalê minî kefîlî û demane
Yê paşîyê Ûsivê Cazêyî
Birê minî navî-nîşane
Hatine silavê li me û siyarê bînbaşî
Bîstûçar girtîyane.
Serê xarzîyê xwe dor
Bejina xwe bigerîne
Xêra min tera tunîne
Sapokê min pêsîra min derîne
Heyfa min nayê kuştina min
Heyfa min tê wê heyfê
Ew siyarê gava dinê
Wê Roma reş te bihesîne
Ser êla meda bîne
Malê me talanke”.
Ûsivê Cazê dibêje:
“Çîvîmilîya şewitî wê axpîne
Jinxala mine Têlî Hucê
Wê binihêre Elîyê xarzîya mera nîne
Wê hêsira ser sûretê sorda bibarîne”.
Lo xalo, lo xalo!
Got: Keleşê Xelîl, 35 salî, dersdarê mekteba gundê Sorîkê (Zurbe), li ser nehîya Talînê.
Riataza