Kurd di şerê hemcihanê yê yekemîn da -2

Kurd di şerê hemcihanê yê yekemîn da -2

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa duduyan a bi sernavê Kurd di şerê hemcihanê yê yekemîn da” amade kirîye.

Ev berhema me ya 91ê ye. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye, lê hela çap nebûye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 91

Di nîveka sala 1917a hêza ordîya Rûsîyayê di şerê li Tirkîya Asîyayê û Îranê da şikest: piştî şoreşa sibatê, ku padşê rûsa ji ser text avîtin, sazûmana Rûsîyayê ya sîyasî û eskerî ji hev çû. Serleşkerîya rûsa vê carê guhdarîke mezin dida ser hewldanên bi sîyasî tesîrkirina li ser kurda û bi wê yekê va dixwest wan axa bin destê xwe da xwey bike, ku ordîya rûsa li Kurdistanê zevt kiribûn. Hevraxeberdanên, ku nûnerên qumandarîya Rûsîyayê li Anatolîya Rohilatê bi Yûsif Kamil beg û serekên kurda yên mayîn ra derbaz dikirin, tiştekî berbiçav nedan, lê li Kurdistana Başûr hêvîyek mezin hebû, ku wê bi kurda ra li hev bên.

Serekên kurda yên bi nav û deng li Kurdistana Başûr seyid Ebdilla ji navê komîteya “Îstîhlyas Kurdistan” (“Rizgarkirina Kurdistanê”), seyid Taha û Mehmûd Barzincî berbirî qumandarên rûsa li Îraqê û Îranê bûn, ber wana pêşnîyar kirin, ku di şerê dijî ordîya tirka da û ji bo azakirina Kurdistana Başûr alî hevdu bikin. Hema di wan dema da îngilîs jî bi nûnerên kurda yên li Mêsopotamîyayê ra ketine nava pêwendîya, yên ku di payîza sala 1917a (piştî ku meha adarê Bexdad zevt kiribûn) xwe nêzîkî sînorên wilayeta Mûsilê kirin, ku piranîya binecîyên wê kurd bûn. Casûsîya Îngilîs ya pirjimar di nav eşîrên kurda û ereba da bi xurtî propoganda dikirin; komîsarê Îngilîs yê bajarvanîyê yê yekemîn li Îraqê Pêrsî Kox hinekî şûnda (meha hezîranê sala 1918a) li Marsêlê hevraxeberdan dane derbazkirinê derheqa sazkirina otonomîya kurda li Îraqê.

Ev hereketên Rûsîyayê û Îngilîs, ku bona wê yekê dihatine kirinê, ku serokatîya Kurdistana Başûr bînine alîyê xwe, wek ku wana dixwestin, bi ser ne ketin. Kişandina eskerên rûsa ji pêşenîya Kavkazê, ku rûyê bûyerên şoreşgerîyê li Rûsîyayê pêk hat, hemû cûrên pêwendîyên di navbera rûsa û serekên Kurdistana Tirkîyê û Îraqê dane birînê. Îngilîs pêşî hinekî bi ser ketin jî, lê kurdên Îraqê zû fêm kirin, ku eskerên Brîtanîyayê ji azayê zêdetir, wê derd û kul ji gelê kurd ra bînin û îdî sala 1918a di navbera eskerên îngilîs û kurdên Îraqê da pevçûnên çekdarî bûn.

Karê îngilîsa, xwesma yê rûsa li Kurdistana Îranê baştir pêşda diçûn. Bi îngilîsa ra li hev hat cîyê lingê xwe li perça wê ya başûr da mehkem bikin, li ku wana ji xwe ra sengereke usa çê kiribû, ku hukumdarîya xwe li herêma Devtenga Farizistanê bi serkanîyên (kanên) wê yên bi neftê va dewlemend kefîl (garantî) kiribûn. Rûsa sala 1917a dewsa mêtodên eskerî xwe li riya bi aşîtî lihevhatina bi eşîrên kurda ra girt. 17ê tîrmehê nêzîkî Kêrmanşahê kongra serekên kurda hate derbazkirinê, ku di nav dîroka Kurdistana Rohilatê da ya pêşin bû, û li wir dostanî û hevrakarkirina rûsa-kurda hate îlankirinê. 4ê îlona wê salê li Sennê (Sênêndec) di kongra pey wê ra, ku 27 serekên kurda tevî xebata wê dibûn, gênêral Baratov bi kurda ra peymana rûsa-kurda qol (îmze) kir, û bi wê peymanê eşîrên kurda gerekê di nav xwe da yekîtîyeke xurt çê bikin û Rûsîya gerekê alîkarîya eskerî, ango çek û cebirxana bide wan.

Eva serketina Rûsîyayê ya here mezin bû li Kurdistanê, lê çi mixabin, ku dirêj nekişand, ji ber ku mehkem nîbû. Hêza ordîya Rûsîyayê li Îranê her diçû sisttir dibû, lê piştî şoreşa bolşêvîka (ya Oktobirê) ya sala 1917a mecbûr ma eskerên xwe ji wira derxe. Derketina Rûsîyayê ji nava şêr, derxistina eskerên rûsa ji Anatolîya Rohilatê, Îrana Roava û Îraqa Bakur temamîya rewşa eskerî-sîyasî li Kurdistanê û axên cînar bi bingehê xwe va guhartin.

Hilweşîna Rûsîyayê rewşa kurda xweştir ne kir, hela ser da dijwartir kir. Xetera here mezin ji Tirkîyê dihat. Hukumeta cantirka jihevçûna pêşenîya rûsa li Kavkazê ji xwe ra wek şansekî dawî hesab kir, ku bikaribe pêşîya hilweşîna Împêratorîya Osmanîyê bigre, rewşê ji bo kara xwe biguhêre û bi piranîya axa Pişkavkazê ra tevayî, hemû axên kurda jî zevt bike, him ewên ku berê diketine di nava erdê Împêratorîya Osmanîyê da, him jî yên ku bin destê Rûsîyayê û Îranê da bûn. Di wî karî da Bêrlînê tam piştgirîya Stembolê dikir.

Dema êrîşa li ser Pişkavkazê di ordîya Tirkîyê da desteyên kurda jî hebûn. Lê kurdên Pişkavkazê, xwesma kurdên êzdî, alîkarîya zevtkarên tirk nekirin. Hela serbara ser da jî sala 1918a kurdên êzdî bi serokatîya Cangîr axa di şerê Sardarapatê da piştgirîya ermenîya kirin û derketine dijî zevtkarên tirk.

Di wê salê da, ku sala şerê hemcihanê yê dawî bû, tirka ra li hev hat cîyê lingê xwe li Kurdistana Îranê mehkem bikin. Gorî peymana Brêst-Lîtovskê Rûsîya Sovyetî destpê kir eskerên ordîya rûsa ya berê ji Îrana Roava derxe, ku hela li wira mabûn û di nîsana sala 1918a xilaz kir. Ordîya tirka ev firsenda bidestketî bi kar anî, kete Azirbêcana Îranê û Kurdistana Îranê û pişt ra jî berê xwe da sînorên Pişkavkazê. 14ê hezîranê sala 1918a tirka Tewrêz zevt kirin û di tebaxa wê salê da dagîrkirina Azirbêcana Îranê û navçeyên bakur yên Kurdistana Îranê (berbi başûrê derya Ûrmîyê) xilaz kirin.

Xênji ermenîya û aşûrîya, neyarên tirka li Îrana Roava da îngilîs bûn, yên ku bi qumandarîya gênêral Denstêrvîl êkspêdîsyona eskerî teşkîl kirin bona ji Îraqê hetanî derya Kaspîyê xeta eskerî-pevgirêdanê (komûnîkasyonê) çê bikin û paşdemê da Bekûya bi neftê va dewlemend zevt bikin. Di nîveka sala 1918a temamîya Îrana Bakur-Roava ser du beşa hatibû parevekirinê: beşê roavayê bi binecîyên wê yên pirmilet va, ku eskerên tirka zevt kiribûn û desteyên kurdên Tirkîyê û hinekî jî yên Îranê piştgirîya wan dikirin, û beşê rohilatê, ku pir milet lê tunebûn û ew bin destê eskerên Brîtanîyayê da bû û eskerên rûsa, ku hela li wir mabûn, piştgirîya wan dikirin. Tiştekî femdarî ye, ku him tirka, him jî îngilîsa ji bo berjewandîyên xwe alîkarîya eşîrên kurdên Kurdistana Îranê û Azirbêcanê dikirin.

Hemû tevgelên di nav şêr da (di nav wan da dîwana Îranê jî, ku rûreş bûbû) bi awakî eşkere di nav mileta da dijminaya dînî û miletî tevradikirin û ew yek ji bo hemû miletên herêmê bedbextîyên mezin dianî. Awa, dîwana cî di nîveka meha adarê sala 1918a di navbera serekê kurdên şikakî Simko û aşûrîyên cîlo da, ku sala 1915a ji navça Hekarîyê revîbûne Ûrmîyê, şer tevrakirin û di wî şerî da metranê aşûrîya Bênyamîn mar-şîmûn hate kuştinê.

Ew yek tenê ji dagîrkarên tirk ra dest dida û wana bi alîkarîya serekên kurda yên navdar (Simko, seyid Taha) di dawîya havîna sala 1918a temamîya Azirbêcana Îranê û piranîya axa Kurdistana Îranê zevt kirin. Wek ku îdî hatîye gotinê, di meha îlonê da tirka Azirbêcana Bakur jî bi paytextê wê Bekûyê va zevt kiribûn, lê ji wê zêdetir jî pêş neketin. Dema ku di dawîya çirîya pêşin – destpêka çirîya paşin sala 1918a Yekîtîya çaralî hilweşîya, di nav wê da endema wê Împêratorîya Osmanîyê jî, tirk mecbûr bûn bi lez û bez eskerên xwe ji navçeyên Îranê û Pişkavkazê, ku ewê zevt kiribûn, derxin. Bi hilweşandina împêratorîyê ra tevayî sîyaseta wê ya hindava kurda da jî hedimî, ku him sultana, him jî cantirka bi awayê fêlbazî derbaz dikirin.

Bi vî awayî, xetera ku tirk dikarin hukumdarîya xwe li ser temamîya Kurdistana Rohilatê û li ser wan hemû kurda ku li Pişkavkazê diman, bidne testîqkirinê, ji holê rabû. Lê li ser Kurdistanê, xwesma li ser navçeyên wê yên rohilatê û başûr xetera zêrandina nû daliqîyabû, berî gişka ji alîyê îngilîsa da, ku endama Antantayê bû û ji hemûya aktîvtir li herêma Rohilata Nêzîk da kar dikir.

Îngilîs bi lez ketin wê valahîyê bi kar bînin, ku piştî çûyîna eskerên rûsa ji Kurdistana Rohilatê li wir saz bûbû. Armanca wan ya yekemîn ew bû, ku li perça wê ya başûr-roava da, herweha li Lûrîstanê û Bextîyarîyê, bingeh bigrin. Nûnerên Brîtanîyayê li Îranê destpê kirin ji eşîrên kurda desteyên “lêvî” saz kirin bona wana wek alîkar bi kar bînin. Lê serketinên tirka yên demkurt li Îrana Roava di bahar û havîna sala 1918a da nehîştin, ku îngilîs di pêwendîyên xwe yên bi kurdên wira ra mêtodên wek ew dixwezin bi kar bînin. Çend eşîr (wek mînak, sencabî) şerê îngilîsa kirin. Evê yekê serokatîya Brîtanîyayê da hişyarkirinê, ku di sîyaseta xwe ya hindava kurda da guhdarîya mezin bidine li ser propoganda sîyasî.

Îngilîsa destpê kirin propoganda, ku eskerên Brîtanîyayê ji bo “azadarîyê” hatine Kurdistanê bikin. Wana hewl dan xwe nêzîkî nasyonalîstên kurda yên li Awropayê (Bedirxanîya, rûshizên berê Ebdurrezaq, Yûsif Kemal beg û yên mayîn) bikin, gazîyên nêzîkîhevbûna kurda û ermenîya bela dikirin. Çend serekên kurdên mukrî (navça Soûcbûlakê) bang dikirin, ku Kurdistana serbixwe ya bin bandûra Brîtanîyayê îlan bikin.

Ev hemû lîstikên dualî bûn. Di rastîyê da xema îngilîsa ne rizgarkirina Kurdistana Rohilatê bû, lê daxaza wan ew bû, ku kurda bi kar bînin bona eskerên tirka û casûsîya Tirkîyê-Almanîyayê ji wira derxin û hukumê xwe li ser temamîya Îranê, paşê jî li ser temamîya Kurdistanê bidne belakirinê. Bona gihîştina wê armanca xwe, ku di dawîya şêr da bûbû tiştekî rêal, wana hukumê xwe yê pir li ser Tehranê bi kar anîn.

Lê armanca sereke ya împêrîyalîstên Brîtanîyayê li Rohilata Nêzîk Mêsopotamîya (Îraqa niha) bû, ku Kurdistana Îraqê tam dikete nava wê. Pêkanîna wê pirsdanîna îngilîsa li Îraqê wî çaxî pir hêsa bû, ji ber ku reqîbê wê yê sereke – Rûsîya – ji meydana Rohilata Nêzîk hatibû dûrxistinê. Rast e, yên mayîn li wir diman, wek Fransîya û Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî, ku di dawîya şêr da de’wa serokatîya li ser temamîya cihanê dikir, di nav wê da Rohilata Nêzîk jî. Lê tenê hukumê îngilîsa li wê herêmê derbaz dibû, ji ber ku bi hêza eskerî va ew ser gişka ra bûn.

Bi gotina P.Kox, zevtkirina Kurdistana Başûr “problêmeke pir dijwar” bû. Kurda “azadarên”xwe bi şikberî qebûl dikirin, hin cîya jî – bi dijminayî. Tirk jî bi xurtî dij derdiketin. Tenê di gulana sala 1918a korpûsa Brîtanîyayê ya êxpêdîsyon kete axa Kurdistana Başûr. Îngilîsa bi awakî lezo-bezo serokatîya xwe li ser axa kurdên başûr kivş kirin û serokên wan jî hemû “zabitên sîyasî” bûn. Armanca wan ew bû, ku hemû serekên kurda yên pir-hindikî navdar bikine nava yekîtîya eskerî-sîyasî bi Îngilîs ra.

Di wî karî da ewana hinekî bi ser ketin. Eşîra hemewanda bi serokatîya şêxê xwe yê gelekî bi nav û deng Mehmûd Barzincî xwe li Îngilîs girtin. Serekên Suleymanîyê biryar kirin bi serokatîya Şêx Mehmûd hukumeta ser demekê saz bikin, ya ku gerekê piştgirîya dostîya bi Îngilîs ra bikira û gerekê hukumê xwe li ser temamîya Kurdistana Başûr û Başûr-Rohilatê bida belakirinê.

Lê zûtirekê eskerên Brîtanîyayê, ku berbi bakur diçûn, rastî dijwarîyên mezin hatin. Kurda destpê kirin nerazîbûna xwe dîyar kirin hindava hewldanên îngilîsa, ku bi awakî berk kontrola xwe li ser navçeyên Kurdistanê yên ji alîyê xwe da zevtkirî da bidne testîqkirinê û ji vê yekê casûsîya tirka û almana karê ketin. Çend eşîr (di devera Suleymanîyê, êzdîyên Şengalê) derketine dijî îngilîsa. Tenê di dawîya meha çirîya pêşin sala 1918a, piştî wê yekê, ku him Tirkîya, him jî temamîya Yekîtîya Çaralî di şêr da tam bin ketin, korpûsa Îngilîs ya êxpêdîsyon careke din êrîşî li ser Mûsilê kir û bi wê yekê va temamîya axa Kurdistana Başûr xiste bin hukumê xwe.

30ê çirîya pêşin sala 1918a lihevkirina Mûdrosê hate îmzekirinê, ku dihate wê manê, ku Împêratorîya Osmanîyê tam hilweşîyaye. Piştî 12 roja Almanîya jî teslîm bû. Şerê hemcihanê yê yekê bi dawî hat. Di dîroka kurda û Kurdistanê da êtapeke dîrokî ya mayîn jî buhurî û destbi derbazbûna berbi êtapeke nû bû.

Di dema şerê hemcihanê yê yekê li meydana Tirkîya Asîyayê û Îranê da gelê kurd zirareke mezin ket û ziyaneke pir kişand – him di alîyê meriva da, him jî bi aborî. Rewşa kurda rûyê wê yekê da xirabtir bû, ku serokatîya tirka hindava wan da emelên zordestîyê bi kar dianî, ku rewşa ji şêr pêşdahatî dida xebitandinê bona hindava gelên kêmjimar da gelkujîyê pêk bîne, ku li wan çaxa li mentîqên rohilatê yên împêratorîyê diman, di nav wan da kurd jî. Tevgera kurda ya millî di wan şerta da ser demekê hate hincirandinê, ew zirareke mezin ket. Ji alîyê mayîn da jî xetera hindava kurda û Kurdistanê da zêde bû: dewletên Antantayê bi hêzên xwe yên eskerî dakutane ser axa Kurdistanê, lê li ser pêşenîya dîplomatîyê perçekirin û zêrandina wê ya bi awakî nû amade dikirin. Kurd rû bi rû ber talûkên mezin sekinîn.

Eger em mefayên (rêzûltat, eser) dîroka nû ya kurda û Kurdistanê serhevda bînin, ku di beşên III û IVa da me qala wê kir, em gerekê kemala wê ya gelekî giring destnîşan bikin û bidne kivşkirinê, ku di qedera kurda da lîst. Di nav wan sed salên buhurî da (zêde jî) kurda tecrûba şerê ji bo azadîyê girtin û ewana gihîştine wê bawerîyê, ku gerekê bi awakî yekgirtî derkevine himberî hemû cûrên zêrandinê. Di nav wê demê da sazûmana derebegîyê li Kurdistanê felişî, ku bi piranî ser bingehê eşîrtîyê-qebîltîyê hatibû çêkirinê û evê yekê di hêla civakî-aborî, sîyasî û çandî da ber kurda esparêzeke (meydan) pêşdaçûyînê ya fire vekir. Em wê jî bêjin, ku di hevgirtina kurda da pêşketinek mezin peyda bû (şerê wê yê ji bo azadîyê gelekî alî wê yekê kir), kurd diha rind armancên miletîyê fêm dikirin, destpê kirin xwe li riya pêşketina di her warî da girtin. Bi saya serê van yeka, kurd bûne ne tenê obyêkta dîrokê, lê herweha sûbyêkta wê jî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev