PÊŞDARAZİYÊN KEVZGİRTÎ

PÊŞDARAZİYÊN KEVZGİRTÎ

Emre MÛHARGÎNÎ

“Divê mirov ji hêla mêjî ve xwe pêş da bibe û hetanî ji destê mirov bê divê meriv ji civakê bireve; heta ku meriv neçar û bêgav nemîne divê meriv têkiliyê bi civakê re daneyne.” (İbn Bace)

Demeke dirêj bû ku min û hevalekî xwe yê zaroktiyê me hev nedîtibû. Di derheqê wî de pir tişt dihatin gotinê lê mixabîn pirî ji wan ne tiştên çê û baş bûn. Hineka digote ew beredayek dera hanê ye, hinan digote ew sûtik û serxweşek dîn e, hinan digote ku ew xerab û tolazeke û hinan jî digote ku ew bêkêr û kelêj e. Her digotin û digotin. Piştî demeke dirêj min û wî hev dît. Piştî pirsîna hal û rewşê û qalqirina demên berê em li ser vê rewşa wî sekinîn û min jê pirsî ka wî çi kiriye ku mirov hewqas ne xweş di derheqê wî de diaxifin. Axînek kûr kişand û destê xwe xiste berîka xwe û kîsek biçûk esrar (marijuana) derxist û got: “Mamoste, ez dikarim bibêjim ku semedê van axaftina tevekî ev e!” kêliyek bêdeng ma û bi dengekî zîz dest bi axaftinê kir:

“Bela ku ez vê mîratê dikişînim herkes xwe ji min dûr dixe û kes naxwaze bigihîje min. Dê û bav naxwazin ku zarokên wan bi min re bikevin têkiliyê. Di civakê de me wekî kesên gurrî û herrimî nîşan didin. Hetanî hevalên min ên bi salan jî wekî ku ez Gurê Menco bim li min dinêrin û ji min direvin. Ez hê ji te ra qala zewacê jî nakim. Jixwe me mirov nahesibînin, îca wê kê keçên xwe bidine me?”

Çend pelên çixarê bi serê zimanê xwe şil kir û bi hev zeliqand. Hinek titûna hişk û hinek jî ji esrara ku pêşî de amade kiribû li hev xist. Paşê wan xweşik xiste nav pelê çixarê û bi behna fireh û bi hostetî pêça. Niftikê ji berîka xwe derxist û bi wê paçika xwe vêxist. Çend hilmên ji dil û can kişand û axaftina xwe domand:

“Mamoste, tu dizanî ku civak çiqas durû û şût e? Her civak dibêje divê ku meriv li ti kesekî neheqiyê neke û divê meriv her bi dadwerî bitevgere. Li gor civakê divê kes li kesî zilmê neke û divê kes ziyanê negihîne kesekî/a din. Tim û daîm civak bi dev dizî û pîsîtî û nebaşî û xerabî û xinisî û xasûkî û dexesî û zilm û zordestî… hema em dikarin bibêjin her tiştê neçê û nebaş û kirêt şermezar dike û tiştê çê û baş jî pêşniyar dike. Tiştê li ber çavan ev e. Lê ti li vê nakokiyê binêre ku di civakê de kî li kî zilmê bike, kî li kî neheqiyê bike, kî bi fêl û dek û vir û derew û dizî û faîzê dewlemend bûbe, bi kurtî em dikarin bibêjin ku kî –bi çi awayî dibe bila bibe ne girîng e– dewlemend û kalantor be ew di civakê de biqedr û bi qîmet in. Di civakê de her ew xwediyê soz û peyvan in. Her hikmên wan derbas dibin. Dema ku ew tên civatek ji gir û hûra, neşît û rûspîya bigire ta heta mela û şêx jî ji ber wan radibin piya û cîh didine wan. Tevekî xêrxatinê didine wan û li hal û rewşa wan dipirsin bê ka ew çawan in. Kes li ser karên wan ên kirêt û neçê ranaweste. Kes nabêje law hun ne di rêya rast da ne. Ji nîvî pir pir pesnên wan didin û xwe bi wan xweş dikin.”

Çend hilmên dirêj li ser hev li baçika xwe xist û bi çavên şil li min nihêrî û axaftina xwe bi kelegirî domand:

“Lê dema ku mijar û gotin tên ser me tevekî bi yek devî me şermezar dikin û ji bo her tiştê ne li rê me tawanbar dikin. Civak dêmariya me ye û em jî nevisên wê ne. Jixwe serê hemû gunehan em in. Lê rastî ne ew e mamoste. Bi xwedê dema ez vê malmîratê dikişînim ez ji xwe pêştir zirarê nadime ti kesekî û bi navê Xwedê –her çiqas civak me bêol û xwedênenas dihesibîne jî– mamoste ne min dizî kiriye, ne min pîsîtiyek kiriye, ne min bi çavekî xerab li keç û jinên xelqê nihêrtiye, ne min tehdê li kesekî kiriye, ne min vê qurrederê firotiye kesekî û ne jî min zirar daye mal û milkê xelqê. Bi tenê ez vê malmîratê dikişînim. A ji ber vî jî civak min û ên wekî min mîna kana xerabiyê dihesibîne û nîşan dide. Çi tê ber devê wan di derheqê me da dibêjin. De ka mamoste devê xelqê ne doxîna mine ku ez girêbidim.”

Piştî van gotinên wî çend dilop hêsir ji çavên wî herikîn. Bi pişta destê xwe çavên xwe ziwa kir û xwe hinek da hev. Dîsa axaftina xwe domand û bi qerf û tinaza wiha got:

“Yekî wek min dilhişk û dilreq û bêrehm û bêbext û bêwijdan çawa dibe ku hêsir dibarîne û digirî? Lewra li gor civakê ti hest û pejnên mirovî di me da ne mewcûd in. Ji wan tirêqê di şûna dilê me de di sînga me de kevirek heye. Bi a wan em nikarin hezbikin, em nikarin berbikevin, em nikarin xemgîn bibin, em nikarin dil bigrin, em nikarin dilşad bibin. Bi tenê em hartine ku vê pîr û pergala rind (!) hilweşînin û bêhizûriyê derxin di civakê de. Mamoste ez dikarim bibêjim zirara ku vê mîratê nedaye min mirova daye min. Heta birînên ku mirov di dilê min de vedikin vêya wan baş dike. Vêca mamoste ez nizanim çi bibêjim çi nebêjim. A ji ber van tişta hetanî ji destê min tê ez xwe ji civake dûr dikim û bi mirova re nakevim têkiliyê. Diçime karê xwe û êvarê jî tême mala xwe.”

Piştî van gotinên wî demekê ez wek peykerek kevirîn bêlebt di şûna xwe de mam. Bêguman gotinên wî di cîh da bûn. Nizanim çima lê di wê kêliyê de çîroka Çîvo hate bîra min. Çîvo yekî gelek nehs û nerehet bûye û di heman demê de jî jêhatî û zîrek bûye. Lê Çîvo çi kiriye her çewt kiriye, her tevger û bizavên wî zirar bûne. Herkes ji destê wî îllellah kiriye. Dawiya dawiyê dê û bavê wî wî diqiwirînin û berî didinê. Çîvo diçe welatên xerîb û deverên nenas. Dewa dixapîne û bi hêza wan gundan û karwana talan dike û paşê bi barên zêra vedigere malê. Dema ku dê û bavê wî barên zêra dibînim dibêjin Çîvo çiqas biaqil bûye.

Bi rastî wisa dixuye ku benîadem di her demê de bi vê şêweyê tevgeriyane. Gelo ev tişt di xwezaya mirovan da heye? Lê ka em dikarin bibêjin ku xwezaya mirova heye? Bi ya min em nikarin mirovan bi çend taybetiyan vesînor bikin. Lewra her mirov cîhanek bêsînor û yekta ye, xwediyê hezar hest û pejnên ji hev cuda ye. Herkes xwediyê kesayetî û şexşiyeteke. Vêca ez difikirim ku hinek mirovên di civakê (girse û garan) da ne çawa dibe wekî ku ji yek qalibê derketibin difikirin û tevdigerin? Çawa dibe ku di nav van qeware û sînorên teng de şad û bextewar dijîn? Çawa dibe ku bi dilê xwe û bi xwesteka xwe hefsar dixine stûyê xwe û qeyd û benda diavêjin piyê xwe? Çawa hewqas xemnexwar û guhnedêr dibin? Wekî pezên li benda cejna Qurbanê ne. Lê dîsa jî ne xema wane û bi dilşadî ji xwe re diçêrin. Her daîm pişta xwe didine girse û garanê û xwe di ewlehiyê de his dikin. Lewra li gorî wan veqetina ji girse û garanê pir xeternak e. Ji bo ku di garanê de cihekî baş û statuyeke xweş bi dest bixin hemû taybetiyên xwe yên xas û tekane bi gorî dikin. Heta ji xeynî kesayet û şexsiyeta xwe dibine xwediyê çend kesayetên din jî. Li ku der kîjan bi kêrî wan bê wê bikartînin. Em dikarin bibêjin ew kes dişibin êm ê herişandî. Ji xeynî xwarina hin kesa pêştir bi kêrî ti tiştekî nayên. Lewra êdî ew ne tenê ne, ew bûne toz û dûman û ti çirûska jiyînê di xwe de nahewînin. Lê gava ku ez li wî hevalê xwe dinêrim, ez dibînim ku ew hê nehatiye herişandin, hê jî mîna teneyek dixuye. Awê ku tê zanîn dema ku teneyek xwediyê şert û mercên erênî be, ji wî teneyê bi sedan jiyanên cihêreng dertên holê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev