Zanist bi kurdî xweş e -11

Zanist bi kurdî xweş e -11

Amadekar Edo Makuyî

 

13-Dem jî wek madde û feza, hebûna wê tine ye.

Dem tê wateya guhertinên heyî yên nava maddeyan.

Jiber van guhertin û hereketên ku hûrtirîn eczaên çêker yên maddeyan, jixwe nîšan didin, mejî û hišê me, tištek bi navê Dem, çêkirîye û wateyek lê bar kirîye!

Edoyê MeJîQûnGû

 

14-Sergei Krikalev wek fezagerek Sovêtê, çû esman lê dema vegerya ser Erdê, îdî bûbû hemwelatîyekî Rûsyayê.

Çimku dema ku Sovêt di 26’ê December’a sala 1991’an da, hilwešîya ew hê di vedora Erdê da bû!

Edoyê HêlWešyayî

 

15-Akwaryoma Golden Nugget ku li Los Angles’ê ye, xwedîyê korîdoreke giloverê mezinê šeffaf(xûyaker) e ku ji nîveka akwaryomê va derbas dibe loma bîner dikarin ji nava candarên behrî yên wir, derbas bin û wan pir ji nêzîk va bibînin.

Edoyê KorîDorEk

 

16-Jiber vebûn û berfiretirbûna her-alî û ji hev dûr bûna kehkešanan e ku bi hebûna milyaran stêrkên birqonekî di gerdûnê da jî, šev tarî ye nek ronî!

Eger kehkešan di cihên xwe da, sabit bimana hingî dê Ronahîya esmana ševê, çavên merivan kor bikirana!

Edoyê ŠevKor

 

17-Hêk, berê çêbûye yan mirîšk?

Di dawîya dawî da, zanîyaran têderxistin ku mirîšk berê hêk, hebûye nek hêk berîya mirîšk, çimku di qalikê hêkan da, protein’ek taybet ya bi navê OC-17 heye ku tenê bedena mirîškan dikare wê çêbike.

Edoyê HêK(k)er

 

18-Eger UFO( Bolmeyên Firok), rast bin, naxwe bîyanîyên fezayî, wan wisa dîzayn kirine ku di dema hereketa berbipêš, hereketa wan ya li dora xwe jî, pê ra be û ev yek nahêle ku cirm û kîloya wan dema ku di lezên nêzîkê leza Ronahîyê da diherikin, zêde bibe.

Edoyê KîloZêde

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Edo Makûyî

Edo Makuyî ji Rohilatê Kurdistanê, bajarê Makûyê ye. Medreka Muhendisîya şîmîya (Chemistry Engineering) temam kirîye. Wî Endazyarîya Kîmîyê xwendîye. Bi Kurmancî, Soranî, Farsî, Azerî, Tirkî, Îngîlîzî zane. Gelek pirtûkên kurdî wergerandîye farsî.

Qeydên dişibine hev