Ber dergehê rêfêrêndûma bona serxwebûna Kurdistana Başûr

Ber dergehê rêfêrêndûma bona serxwebûna Kurdistana Başûr

Serokatîya Kurdistana Başûr nêt heye heta dawîya sala 2017an rêfêrêndûmê derbaz bike derheqa serxwebûna herêmê da. Niha Hewlêr ji bo wê pirsê bi partîyên opozîsyon, hukumeta navbendî a li Bexdayê, dewletên dereke û rêxistinên navnetewî ra di nav pêwendîyên germ û gurr da ne. Femdarî ye, ku partîya herêma Kurdistanê a sereke – Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistanê (PDK) û serokkomar M.Barzanî hewil didin çiqas ji dest wan tê ji hêzên der û hundur zêde piştgirîyê bistînin.

Gelo bo çi desthilata herêma Kurdistanê hema niha dixweze fikira niştecîyên Kurdistana Başûr pê bihese derheqa pirsa serxwebûnê da?

Wek em zanin, piştî rûxîna desthilata Seddam Huseyn kurd ji fikira sêparatîzmê dûr bûn, ewana demeke dirêj piştgirên Îraqa yekgirtî bûn, hela di ser da jî, heta di navbera hêzên ereban yên welêt da bûne navçîgar. Kurd bi aktîvî tevî avakirina dewleta Îraqê a nû, amadekirin û qebûlkirina Konstîtûsyonên Federal û Herêmî bûn, di parlamênta federal da fraksyona xwe saz kirin, ketine nava teşkîla hukumeta navbendî, serekê kurdan yê binavûdeng Celal Telebanî bû serokkomarê Îraqê. Herêma Kurdistanê mafê xwe yê konstîtûsyon bi kar anî û li ser bingehê 4 parêzgehên bakur federasyonek ava kirin bi maf û desthilata here fireh va. Kurd bi saya serê berbihêrîya xwe ya êtnîkî û ruhanî hewil dan hemû nerazîbûnên di navbera du komên binecîyan yên welêt – erebên şiyî û erebên sunî bidine hilanînê. Bi saya hereketên serokkomarê Kurdistana Başûr Mesûd Barzanî kêmanîyên karên parlamentîyê û hukumetê hatine hilanîn û di pirsa hilbijartina serekwezîr da jî lihevhatinek saz bû.

Lê di van salên dawî da rewşa sîyasî a hundurîn li Îraqê bi carekê va hate sertkirinê. Srekwezîrê berê Nûrî el-Malikî ji hêlekê va dest bi karê paqijkirina welêt ji beesîyan kir, di hêleke dinê va jî zordestî li erebên sunî kir, ew dane zêrandin. Gelek endamên Beesê yên berê, leşkerên derecebilind, karmendên serokatîya berê hatin binçavkirinê û mehkemekirinê, beşek ji wan mecbûr bû bi neferên malê va terka welêt bike, erebên sunnî ji karên bilind û ji bîznêsê dûr xistin. Li hinek cîyan camîyên sunîyan teqandin, kesên navdar yên sunî revandin û kuştin. Desthilatê çavên xwe ber xweserîtîyên şiîyan digirt. Ev kirên şiîyan bûn sebebê wê ykê, ku di havîna sala 2014an da sunîyan destbi serhildanê kir û herêmên wan ketine bin destê îslamîstên radîkal Daîşê. Hukumeta navbendî nikaribû binecîyên herêmên xwe yên bakur (Nîneywa, Kerkûk) ji dakutana çeteyên cihadîst biparastana û zûtirekê artêşa şiîyan kîlerên bi çekên giran va hîştin û revîn. Di encamê da bi hezaran kurd hatine kuştin an jî ketine destê çeteyên Daîşê.

Bêkarî û tirsonekîya desthilata Îraqê li Hewlêrê hatine qîmetkirin wek xayîntîya di hindava gelê xwe da, berî gişkî jî himberî kurdan. Pêşmergeyên kurdan pêşî mecbûr bûn bi xwe parastina xwe pêk bînin, paşê jî koalîsyona Hêzên Leşkerî-Hewayî yên Roavayê hatin hewara wan û şerê cîhadîstan kirin û herwiha alî kurdên nêzîkî Kurdistana Başûr – kurdên Kerkûkê, Mûsilê, Şengalê û yên din kirin.

Wê demê kurdên Îraqê hatine bawerkirin, ku hukumeta Navbendî ne tenê binecîyên xwe ji cîhadîstên devbixwîn naparêze, lê herwiha hewil nade xalên Konstîtûsyonê yên 140î derheqa axên şik li ser wan heye, pêk bîne, derdikeve dijî zagûna derheqa neftê û gazê da, astengan datîne li ber fînasekirinê û şandina çekan bo pêşmergeyan, 17 % ku bi qanûnê ji byûcêya welêt para Kurdistanê dikeve, nade bona pêşketina herêmê. Ev hemû xal hela di dema serekwezîrtîya Malikî da hatibûne lihevkirinê. Rewşa herêmê bi wê yekê va zehmettir dibû, ku mîlyonnîvek mihacirên ji Sûrîyê û Îraqê li herêmê ne. Û eger em di ser da zêde bikin, ku di nav karmendê Îraqê da gendelî ser dereceyeke bilind e û her diçe ew xwe zêde li Tehranê digirin, wê demê meriv fêm dike ku mayîna kurdan di dewleta Îraqê da ne tenê bêfeyde ye, hela di ser da jî bi xeter e. Bexdad û Tehran hewil didin ne tenê kurdan bikine nava şerê dijî îslamîstên radîkal, lê herwiha bikine nava şerê şiîyan-sunîyan li herêmê. Jimara nûnerên kurdan ya hindik di hukumeta navbendî da tenê xapandinek e, ku li Îraqê wekhevî û dêmokrasî heye. Di rastîyê da fikira kurdan li wir bendî tiştekî nahesibînin û tesîra wan li ser serokatîya Bexdayê ya şiîyên ereb tune.

Di vê rewşa sazbûyî da serekên kurdan mecbûr bûn xwe ji hukumeta Bexdayê ku di nav gendelîyê da kûr bûye, dûr bixe. Heta di nav erebên şiyî da jî nerazîbûna di hindava hukumetê da zêde dibe. Serekê ruhanî yê şiîyan Muxteda es-Sedir bi alîgirên xwe va tevayî gelek caran ketîye nav axa hukumetê ku bi xurtî tê parastinê û daxwez kir, ku parlamentê belakin û hukumet dest ji kar bikişîne. Niha ji kurdan ra firsend çê bûye, ku ji wê dergehê sîyasî yê teng derkeve, xwe xilaz bike û bi rêfêrêndûmê dewleta xwe ya serbixwe îlan bike. Rast e, hêzên hundur û der dijî vê daxweza kurdan in, lê dîsa jî bawerî heye, ku piranîya binecîyên Kurdistana Başûr wê piştgirîya serxwebûnê bikin. Kurd wê tu caran xwe ji wê xewna xwe ya bi sedsalan nedin paş, ango wê dest ji serxwebûnê nekişînin..

Yek ji dijberên serxwebûna Kurdistana Başûr Tehran e. Ayatollayên Îranê dixwezin Îraq perçe nebe, bona bikaribin lêpokên xwe li wir bi kar bînin, ango bi destî erebên şiyî sîyaseta ji wê ra destdayî li Îraqê bidine derbazkirinê. Karmendên Îranê wê tirsa xwe venaşêrin, ku dibe Kurdistana serbixwe bi Tirkîyê, Îsraêlê, DAY û welatên Yekîtîya Ewrupayê ra hevkarîyeke xurt bike. Xudêgiravî ewê dijî berjewendîyên Îranê be. Tehran ji niha da hukumî li ser Bexdayê û Hewlêrê dike bona nehêlin rêfêrandûm bê derbazkirinê, bi wê ra tevayî jî Îran pêwendîyên xwe bi hemû partîyayên kurdan yên opozîsyonê yên herêmê (YNK, Gorran, PKK) daye xurtkirinê, bona bikaribe ji hundur va rewşa li Kurdistana Başûr tevlihev bike.

  • Dema em paşeroja derbazkirina rêfêrêndûma derheqa serxwebûna Kurdistana Başûr da di dema kivşkirî da (îlon-cotmeha sala 2017an) mêze bikin, em dikarin bêne ser wê bawerîyê, ku desthilata Îraqê a nû tu rê ber kurdan nehîştîye. Gelek êkspert bi me ra razîne, ku xwerêvebirina kurdên Îraqê bi cûrê dewleta serbixwe, wê wana ne tenê ji şerên di navbera ereban û şerên ereba-farisan xilaz bike, lê herwiha wê şertan saz bike bona bi serketî pêşketina herêma Kurdistanê. Her tiştên bo rêfêrêndûmê amade ne (înstîtûtên desthilatê, partî û rêxistinên civakî, baza fînansîyê-aborî, înfrastrûktûra, tecrûbeya sîyaseta der û bazirganîya bi welatên dereke ra, hêzên leşkerî û organên parastinê, zexîreyên xwezayî, tixûbên bi welatên cînar ra û h.w.d.). Eger em bêne ser pirsa ji alîyê navnetewî da naskirina serxwebûna Kurdistanê, em dikarin bêjin, ku wê pirsgirêk dernekevin. Îsraêl û Tirkîye ji niha da amade ne piştgirîya rêfêrêndûmê û paşê jî îlankirina serxwebûna Kurdistana Başûr bikin. Em bawer nakin ku Waşîngton û hevalbendên wê yên Roavayê derkevin dijî wê yekê. Eger em bêne ser Rûsîyayê, em dikarin bêjin, ku kesên fermî lez nakevin fikira xwe bêjin û bang bikin ku Îraq perçe bibe. Lê eger piranîya binecîyên kurd yên herêmê wê dengê xwe bidine bo serxwebûnê û Hewlêr wê biryara wê dengdanê îlan bike, wê demê em ne bawer in, ku serokatîya Rûsîyayê wê naskirina wê dewletê paş bixe. Moskvayê Abxazîya, Osêtîya Başûr, Sûdana Başûr nas kir, wê demê wê bo çi Kurdistana Îraqê nas nake? Êdî ji niha da li Rûsîyayê ser dereca rêxistinên civakî nûnertîyên Hukumeta Kurdistana Îraqê bi serokatîya Aso Telebanî û nûnertîyên PDK bi serokatîya Xoşewî Babakir hatine qeydkirin.

 

Xebatkarê zanyarîyê yê Navbenda aramîya navnetewî ya Înstîtûta Aborîya Cihanî û Pêwendîyên Navnetewî (ÎACPN) ya Akadêmîya Zanyarî ya Rûsîyayê (AZR) Îvanov Stanîslav Mîxaylovîç

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev